belê bo refrendumê, belê bo serxwebûna kurdistanêcara pêşî ye ku em kurd bi bûyereke wiha...
TRANSCRIPT
Tebax
2017
Hejimar
'64'
Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe …..
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Damezrandin di
22 Nîsanê 2012
Belê bo
refrendumê, belê bo
serxwebûna Kurdistanê
Ji dema ku dewleta Iraqê hatiye rizgarkirin û ereban destên xwe danîne
ser detshilatîya wê û mafê kurdan tunekirine, kurd lidijî van rêcîmên
paşverû di tîkoşînekê de ne, ji bo pêkanîna mafên xwe yên netewî û
azadiya herêma xwe. Şoreşa Êlûnê yek ji van sitasyonên herî balkêşbû
ku bingeha sitemkarîyê û diktatorîyetê di dîroka Îraqê de herifandîye, û
ev şoreş bûye dîrokeke balkêş ji xelkên kurdistana başûr re.
Em hemî dizanin ku gelê me di vî beşî de çendî zor û êşkençe li ser
destên hikûmetên Îraqê dîtine, nemaze serdema dîktator Sedam
Husên, ku kampaniya Enfalê û karesata Helebçe û koçkirina milyonê
kurd kirbû, ev hersî kiryarên kirêt nîşana şovîniyeta rêcîma dîktator bû.
Digel ku di sala 2003 de rêcîma dîktator li Îraqê hate rûxandin, û
hêviyek mezin hebû ku rêcîmên dî, ên ku li pişt wî werin, wê bi mejiyekî
vekirî li Kurdan tameşebikin, lê mixabin mejîyên van berpirsên nû ne
kêmî ên Sedam bûn, evan kesan, herêma Kurdistanê dorpêçkirin
(nemaze serdema Malikî ve), û wê ji perên dewletê mehrûmkirin, ango
para herêmê ji butjêta dewletê tunekirin û nedan hikûmeta herêmê.
Herwiha em dizanin ku Kurdistana başûr ji sala 1991 û ta ana wekû
dewleteke serbixwe dijî, ewan herêma xwe bi hesanî îdaredikirin, lê
serkirdên herêmê dixwestin ku digel biraderên ereban dewleteke
fedral ava bikin, lê mixabin ereb ne ligor sozên xwe derketin, û destûra
Îraqê binpêkirin, û kurd ji paran wan mehrûmkirin, loma hikûmeta
herêmê biryara xwe da ku mafê gelê xwe di riya refrendumê
(giştpirsînê) de bide diyarkirin, ku Kurdistan di pêşerojê de bibe
dewleteke serbixwe û xwe ji Îraqê veqetînin. Çimkî herêm di van çend
salên dawî de gavin pir balkêş di ware şaristaniyê de avêtine, li himber
wê hikûmeta Bexdê gelekî li paş maye û Îraq wekû dewletek seqet tê
xuyakirin.
Birayra ku hikûmeta herêm bi seroktiya Mesûd Barzanî bo refrendumê
û serxwebûnê dane, biryareke raste û di dema xwe deye, digel ku hin
zehmetî jî peydadibin, lê vîna (Îradeya) gel ku bêje erê, an belê, ewê
zora hemî zehmetiyan bibe.
Ez ligel Yekîtiya giştî a nivîskar û rojnamevanên kurd li Rojavayî
Kurdistanê(YNRKS)me, ku em piştevaniya vê gava pîroz bikin, çimkî ku
beşek Kurdistanê rizgar bibe, ewê bibe nimûne bo rizgarkirina hersî
beşên dîtir.
Di vê dema nazik de ji me kurdan tevan tê xwestin, ku em piştevaniya
gelê xwe li Başûrî Kurdistan bikin, û ji wan re bo vê helwesta dîrokî
alîkarbin, da ku Kurdistaneke serbixwe avabibe.
Ebdulbaqî Huseynî
M.Nureddin Yekta
Hinek kurd çima dijî
referandûm û serxwebûnê ne? 1- Mesûd Barzanî, Barzanistanê ava dike, çima ji boy her sê parçê din deng nake? Loma em dij in!
Mesûd Barzanî 60 sal e ji boy Başûr şerr dike, tu wextekî soza avakirina dewletê ji boy sê parçê din
nedaye kesî. Tenê dibêje pirsgirêkên xwe bi awakî demokratîk çareser bikin, em jî ji we ra alîkariyê bikin.
Vê gotina xwe ji Rojavayê Kurdistanê ra kir qebûl nekirin bûne du bendî. Ji Bakur ra jî got lê Bakur qebûl
nekir got karê te ji me tune! Gelô Barzanî çi bike? Dikare bi zor siyaseta parçê din wek xwe bike? Na! Em
bixwazin nexwazin Kurdistan niha çar parçe ye, her parçek bi dewletekê va girêda ye, di dunyayê da ji bilî
Başûr tu statûyeka parçekî din jî tune û bi gor qanûnên navnetewî kes nikare midaxelê bi parçê din bike.
Her çiqas di dilê hinek kurdan da ew sînorana naynê qebûl kirin jî, lê realîta dunyayê ev e!
2- Barzanî çima dev ji seroktiyê bernade? Va bû 40 sal tim ew serokê KDP yê! Barzanî diktatoriyê dike
loma em dij in!
Belê ku dewleta mirov hebe, kongre hene, di kongran da herkes dikare bibe berandamê seroktiya partiya xwe. Ku dewleta te tunebe, tu tim di şerr da bî, hewcetî bi demokrasiya ewqas zêde nîne. Him ne
tenê Barzanî, Ocalan jî 40 sal e serokê partiya xwe ye ku va bu 17 sal di zîndanê da ye, Talabanî jî serokê partiya xwe ye. Her wiha partiyê Tirkiyê yên Îranê jî wisa ne, Heya berandamekî xwirt li hember serokê
kevn dernekeve û di kongrê da biser nekeve, wê serokê kevn tim serokê partiyê be!......Rûp 4 …
Boniya Cegerxwîn
Rola rewşenbîr û nivîskarên Kurd di giştpirsiya
ku wê li Kurdistana Başûr de çêbibe Cara pêşî ye ku em kurd bi bûyereke wiha bi geşbîn aga dibin.
Cara pêşî ye ku em navê serxwebûnê di warê rastiyê de dibhîzin û pê kêfxweş dibin.
Cara pêşî ye ku dil û raman tev geş dibin û baweriya me bi pêkarînên gelê me tundtir dibe, ji bo mafê
serxwebûnê em gengeşên dûv û dirêj bihevre dikin.
Îro roj bûyerek bi tundî hatiye holê, ketiye rojeva kar û xebata rojane de. Pirojeyeke mezin ji aliyê
Herêma Kurdistana Başûr bi instiyatîva serok Mesûd Barzanî ve hatiye ser masa gift û goyê, û roja 25ê
Êlonê ji bo giştpirsînê hatiye terxandin.
Bê gumane dijminê gelê Kurd û dagirkirên Kurdistanê, bi tundî li dij vê pirojê Rawestiyane, bi tundî şerê
wê dikin, her û ha şerê ser xwebûna Kurdistanê bi giştî dikin, êdî nema zanin çi bibêjin, geh dibêjin îro roj
ne dema serxwebûna Kurdistanê ye, û geh jî dibêjin: Eger Kurdistan serbixwe bibe wê gerdûn bi tevahî
xera bibe. Gelek axaftinên pûç û vala tên kirin, helbet gava dil nexwaze, ……….. Rûp 2 ………..
Ezîz ê Cewo
GENGEŞÎ DIDOMIN! ... Piştî weşandina gotara Wezîrê Kaşaxî ya “Gotineke nû di warê lêgerînên ola
kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê da” di tora medya civakî da gengeşî û govtûgoyên
cihêreng ên xwendevanan rû dan.
Û min jî bi hinek kurteşiroveyan va bersîvên xwe ji bo wan nivîsîn û parvekirin... Lê piştî demekê pêdivîya
hinek nirxandinên berfireh derket holê. Û bi wê pêdivîyê min gotara “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da, û
bi boneya...” nivîsî. Ew jî di destpêkê da bi rûsî û paşê bi kurdî hate weşandin (Rojnameya “Pênûsa Nû”,
hejmara 63. – www.penusanu.com.).
Lê piştî vê jî pirs, gengeşî û govtûgoyên xwendevanan ranediwestyan. Û di derbarê wan da hinek bersîv
û nirxandinên min ên dinê jî hatin weşandin...
Piştî demekê min dît, ku ew nirxandin-bersîvana li vir û wir di nav tora medya civakî da winda dibin,
lewra jî min ew hemû gîhandin hev, wergerandin kurdî û wek nirxandineke giştî amade kir û pêşkêşî bala
xwendevanên hêja dikim.……….. Rûp 2 ………..
hejimar "64" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
2
Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a: GENGEŞÎ DIDOMIN! di Kurdistanê da bûye ola desthilatê. Weha, mînakek:
netewzan (êtnograf) û arkêologê navdar ê ermenî yê
dawîya sedsala XIX û destpêka ya XX, Lalayan Yê. A.
(1864 – 1931) di dema xwe da çi nivîsye: “Poêzîya
gelêrî ya aysoran bi piranî di bin bandora ya kurdî da
ye; stranên wan ên gelêrî pir hindik in, lewra ku,
kevneşopîyek a giştî heye, ku ew stranên kurdî distirên
û çîrokên kurdan dibêjin”.
Û ev agahîya bi serê xwe yeke tenê nîne...
Weha zanîyarê sovêtî yê bi nav û deng akadmîk Î. A
Orbêlî çi nivîsye: “... Gelo, tê ber heşê kê, ku ew
Selaheddînê ewqas êş û tengasî gîhandye xaçdaran,
kurd e, ku torinên Dolgorûkî (Çepildirêj) yên navdar, ên
ku di dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê da ne ku tenê
wek serleşker, lê wisa jî wek avakarên çandê yên
navdar, bi eslê xwe kurd bûne, ku yên Şeddadî, yên ku
ji bo avabûna dewletê di Kafkasîyayê da hevrikî bi
Gurcistanê ra kirine û di Îranê da deshilatdar bûne,
kurd bûne, ku Nîzamîyê helbestvanê mezin, ê ku bi
farsî afirandye, di nîvî da kurd bûye.
Evî gelî lawên xwe di nav îranîyan, tirkan, ereban,
ermenîyan da windakirne, û navên wan wek navên
helbestvan, awazjen (mûzîsyen) û serleşkerên bi nav û
deng dîroka gelan dixemilînin (cudakirin a min e.– E.
C.)”.
Û ya balkêş jî ew e, ku îro jî di nav ermenîyan û
asorîyan da nivşên wan kurdan hene, ên ku di nav wan
da hatibûne bişavtin û ew xwemukur tên, ku pêşîyên
wan kurd bûne... Helbet, mirov dikarbû hinek pirsên
dinê bida û bi hev ra bersîvên wan bidîtana…
Lê li şûna vê, helwesteke weha ya katêgorîk, rûdaneke
weha dertê pşîya me!
Û ev jî tenê mirov matma dike, û pirs dertê holê:
– Û ev hemû ji ku tê, gelo?!
Û hewla biçûkxistin û bêterefkirinê!
Wisa jî ew hewl û helwest mirov şaş û matma dikin,
dema yek ji beşdarên gengeşîyê – Sîaban Balayêv, ji bo
ku wateya nêrîna zanîyar û ezdezanê înglîz ê navdar ê
serdema me Êndryû Kollînz a di derbarê kevnarîbûna
êzdîtîyê da biçûk bêxe an bêteref bike, ewî zanîyarî wek
nivîskarekî fantast nav dike (Science fiction writer)...
Helbet, tiştên dinê yên bêwate dîsa hebûn, lêbelê,..!
Di nav van gengeşîyan da wisa jî gotinên wisa derketine
pêş, ên ku helwesta bêrêzîyê li hember her kurdekî
didin xuyan (ew êzdî dibe, misulman an jî xrîstêan, hîç
ferq nake!). Ezê li vira hinek gotinên ezdazanê
xrîstîanîyê yê destpêka sedsala XX S. V. Têr-Manvêlyan
ên di derbarê êzdîyan da bînim, û bila xudanên wan
gotinan bixwînin û bi xwe jî biryarê bidin, ka helwesta
rastîn a bêteref û ne hevsûd li hember pirsan çawa
dibe:
“Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku
di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê
wan da bi bîr anîn, şaxekî medên cînarên meye demekê
yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala
Vîştasp in...”
***
“Li ber çavan e, peyhatîyên dawîyê yên....Rûp 3 …
...Helbet, her kes mafê xwe heye, wisa raman bike,
wek ku ew têdigihîje, û wê bîne zimên, ya ku ew rast
dibîne. Ew mafê her mirovekî yê xwezyî ye! Lê hinek
pirs û pirsgirêk hene, yên ku bi nêrînên kesî yên cuda
nikarin bên nirxandin û şirovekirin.
Lê, dîsa jî, jîyanê daye xuyan, ku gengeşî, ew çi rengî
dibin, bila bibin, rê li pêşîya pêvajoyên lêgerînên
zanistî vedikin…
Heya ew pirs û helwest, ên ku em li benda wan bûne
jî, dikarin bibin alîkar, ji bo ku goveka pirsên ku tên
lêgerandin, berfirehtir bibe.
Nêrîna xwe ya di derbarê vê mijarê da min di gotara
xwe ya navborî da diyar kirye.
Lê govtûgo û gengeşî didomin, û pirs û raman û nêrîn
dertên holê, yên ku pêdivîya xwe bi hinek şiroveyan
hene...
Vê carê jî, di şirove û nirxandinên hinek beşdarên
gengeşîyê da dîsa heman şêwazê daxwîyanî yên
katêgorîkî didomyan, a ku di destpêkê da derketibû
holê... Li ser vê hîç pêwîst nake jî, ku mirov careke
dinê jî bikeve nava gengeşîyan, lewra ku di gotara min
a berî vê da, di wê derbarê da hatye gotin, û ezê li vira
her li ser hinek pirsan rawestim.
Pirsa Lalişa pîroz!
Yek ji beşdarên govtûgoya me, yê bi navê Makho
Kurdi, dinivîse, ku Laliş a xrîstîanan bûye, ...kû, wek ku
êzdî bi xwe dibêjin, demekê xrîstîan hatine û di wê da
bi cî bûne û ew bûye tenêgeha (manastîr) asorîyan...
Bi rastî gotinên vî biraaderî bi xwe jî li hev nagirin, ew
hem dibêje, ku Laliş a xrîstîanan bûye, hem jî dibêje,
ku, wek ku êzdî dibêjin, demekê xrîstîan hatine û li wir
bi cî bûne, û ew bûye tenêgeha asorîyan... Helbet, ev
gotinên hanê nû nînin, jizûva hinek wana li vir û wir
belav dikin, hemma gotin tiştek e, lêbes rastî tiştekî
dinê ye!
Divê bê gotin, ku Laliş hema di sêrî da pîrozgeha
êzdîtîyê bûye. Ew nê’rîn, ku têkilîya wê bi ola asorîyan
a nestûrî ra heye, bê bingeh e. Wek ku di gotara min a
navborî da hatye gotin, Laliş, wek perestgeheke bi wê
stîla mîmarîyê va, di Kurdistanê da yeke tenê nînine.
Û îro jî di herêmên cuda yên Kurdistanê da bi dehan
perestgehên vî rengî hene – qube, kumeyt-peykerên
ser mezelan, û stîla mîmarîya wan hemûyan jî, dîsa ew
e, û îro jî gelek kurdên misulman diçin ber wan û dua-
dirozgeyên xwe pêk tînin...
Û ji bilî vê, ji dîrokê tê zanîn, kû beşekî kurdan (yên
êzdî, zerdeştî) di dawîya sedsala yekem û di destpêka
sedsala duyem a serdema me da xrîstîanî pejirandine,
û êdî di sedsala duyem da dewleteke kurdî hebûye, û
ola wê ya fermî jî xrîstîanî bûye...
Pirs dertê hol, piştî hilweşîna wê dewletê, ew kurdên
xrîstîan kuda winda bûn? – Bi demê ra beşek ji wan
paşva vegeryane nava refên ola xwe, lê yên dinê an
xwe dane ber dêra nestûrî ya asorîyan, an a hewarî ya
ermenîyan, û bi demê ra di nav wan gelan da helyane
û gelek reng û rûçikên xwe yên netewî- kurdî dane
wan gelan... Û ev pêvajoya jî, wê demê hê zûtir pêş
ketye, dema dest bi îslamîkirina kardan bûye û îslam
Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a: Rola rewşenbîr û nivîskarên Kurd
di giştpirsiya ku wê li Kurdistana Başûr de çêbibe
behane gelekin. Lê bê guman gelê kurd biryara xwe daye û
hemû rêxistin û layanên din jî li ser vê pirojê erêkirine, ji bilî
yên ku naxwazin serbixwe bibin, tenê dixwazin bi dûv dijminê
xwe de wek xulaman herin.
Xuyaye ku herêm jî erêkirina dewletên derve sitandine û nema
suda dike ku hin ji vê pirojê re erê nekin, êdî veger ji vê biryarê
tuneye.
Êdî bese dem hatiye ku em weke dewlet xwe amade bikin û ji
sitemkarî û bindestiya dijmin azad bibin. Dem hatiye ku em bi
xwe, hêza xwe temsîl bikin, bi navê xwe biaxifin.
Dem hatiye Ku Kurdistana serbixwe li ser nexşeya cîhanê belû
bibe û Ala rengîn li ser banên baliyozxanên me li dewletan
bilind bibe û di nav alayên din de li banê yekîtiya dewletan
xuya bibe.
Gelê kurd li her çar aliyên kurdistanê geşin û pir kêfxweşin ji bo
vê bûyera giring û hêja û piştgiriyeke bê hempa dike û daxwaza
xwe eşkere dike.
Gelo çi rola rewşenbîr û nivîskarên kurd, di vê piroja netewî de
heye?
Bê guman pênûs roleke xwe ya mezin di belavkirin û
ragihandinê de heye, bi taybetî di roja me ya îro de û di rewşa
me ya nû de.
Bê guman belavoka Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên
Kurd li Sûrya, ji bo pişgiriya Giştpirsînê, cihê pesindan û
serfiraziyê bû, her û ha ji bo helwestên giştî pir bi nerx û wat
bû.
Hêvîdarim tev, wek kesayetî û wek rêxistinên nivîskara rola
xwe ya positîv bilîzin û pişgirtiya xwe nîşan bidin, çi bi nivîsên
bi navên xwe û çi bi nivîsên li ser navê rêxistinên xwe, ya giring
ewe ku bê deng nemînin.
Di vî warî de ti cudayetî di nav rêxistinan de tune ye, divê tev
bihevre û bi yek helwestî, bi pênûsê dengê xwe bilind bikin û
piştgirya xwe belû bikin. Îro em di ezmûneke mezin de derbas
dibin. Îro em ji hev cuda dibin, qenc û dilxwazên welat li alîkî
dimînin û yên din li aliyê din dimînin, di rûpeleke reş de xuya
dibin û toşî pêşerojeke tarî dibin.
Siba wê gelê kurd nefretê ji wan bike her û ha wê dîrok wan
gunehkar bike. Bê dengî îro, karekî bi nerx û wate ji dijminê
gelê me re.
Bê dengiya rewşenbîr û nivîskara, rola wan di ragihandina
rastiyê de biçûk dike û baweriya milet bi wan kêm dike.
Bê dengiya rewşenbîr û nivîskaran bi wata, civateke falic tê
xuyakirin. Bê dengî yanî şikestina pênûsê ye û rawestina hest û
helwesta ye…. Êdî hevalên hêja çi bi kesayetiya xwe û çi wek
rêxistin piştgirya xwe nîşan bidin û pênûsa xwe bi kar bînin, îro
roj welat pêdiviya pênûsa me teva ye.
Jibîra me neçe azarî û sitemkariya ku bi ser kurdan de hatiye,
Jibîra me neçe dema sosretên dijwar bi ser kurda de hatine,
wek Enfal, Helebçe û bûyerên Amudê û Qamişlo û gelkî din,
Hêvîdarim tev karibin piştgirya giştpirsînê bikin.
Min dil dixwest ez li giştpirsîna Kurdistanê amade bibim û
çavên xwe ji roniya alên kurdistanê tije ronî bikim û bo
sebixwebûna welat û azadiyê, dilê xwe geş û kêfxweş bikim.
hejimar "64" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
3
Wien, 1913//Bîttnêr M., “Pirtûkên pîroz ên êzîdîyan an
şeytanperestan, Vîêna, 1913”.
Eger mirov bala xwe bide habûna van herdu pirtûkan, ên bi
vî şêwazî û bi vê naverokê va, wê demê dertê holê, ku
peydabûna van pirtûkan an pirojeyeke ruhanîya îslamê
bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê ra bilîzin û ewê heya dawîyê
reş bikin, an jî, eger ew bi rastî afrandinên Şêx Adî ne, wê
demê mirov dikare tevahîya vê torê jî wek projeyekê
binirxîne.
Ma ne, têknolojîyên cihêreng teze îro peyda nebûne?!
Û, divê bê zanîn, ku ev hemû tiştên dûrî heş û sewdayê
mirov tu têkilîyeke xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê ra nîne!
Û piştî ewqas zanîyarîyan, îro di nava wan kesan da, yên ku
xwe rewşenbîrên êzîdîyan dihejmêrin (an yên êzdîyan,
çawa dixwazin, bila wisa jî niv bikin!), bêdengîyek
desthilatdar e, û hemû bi biryar hewl didin (bi zanebûn, an
bi nezanî, ferq nake!), wê projeya veşartî heya dawîyê bibin
sêrî, ya ku ji sedsala XII va destpê bûye – projeya
îslamîkirina êzdîyan, û ji bo wê heya derfet û hêmanên
hemdemî yên gelê me bikar tînin – çapemenîyê, radîoyê û
têlêvîzîonê. Û herçê kêm jî întêrnêt temam dike!
Lêbelê, ji bo ku van derewên di derbarê êzdîtîyê û êzdîyan
da bên redkirin, hemû derfet bi xwe di bîrûbawerîya
êzdîtîyê da hene. Û ya sereke jî ew e, ku di ola êzdîtîyê da bi
xwe têgeha ruhê ne qenc û kesayîkirina wî (personification)
ninin, ê ku di olên kevneşopî da wek şeytan, satana,
lyûtsêfêr, antîxrîst tê navkirin...
Demekê min di vê derbarê da ji nûnerên oldarîya êzdîtîyê
(ne ku yên êzîdîtîyê/ yêzîdîzmê yên îslamîbûyî!) û hinek
rûspîyên êzdîyan ên bawermend û zane pirsî, û ewana şaş
û matmayî bersîva pirsa min bi pirs dan:
“Eger gotina wan di derbarê Xwedê da ye, ma ne her tişt di
destê Xwedê da ye, ew Afrandarê cîhana me yê dilovan û
mihrîvan e? Û di cîhanê û erşê asmîn da bêyî rayê Bînaya
çavan hîç tiştek jî nikare pêk bê, ya ku Ew haş ji wê nîn be?!
Ewî çawa dikaribû, ruhekî wisa bisêwiranda? Û, wisa
bibûya, ku ew neqenca heya di Dîwan Xwedê da – li rex wî
hebûya?! Na, – ewana digot, – eger tiştekî neqenc heye jî,
ew tenê di nav me – mirovên li rû erdê da ye!”
Û, eger îro di nav yên êzdî da hinek têgihîştin di derbarê
rewanê ne qenc da heye jî, ew bi “saya” nûnerên olên
kevneşopî bûye, yên ku di dewr û zemanan da cînar, an
zordarên wan bûne...
A, hema evê jî ew mirovana nikarin tê bigihîjin, ên ku heya
derema dawîyê ya ruh û mejûyê xwe va bûne terefdarên
olên kevneşopî yên desthilatdar.
Ya sereke ew e, ku divê mirov ne bi çavê nûnerên
misulmanîyê, xrîstîanîyê an oleke dinê, lê bi çavê kurdan,
an jî bi çavê lêgerînerên serbixwe, bêteref û ne hevsûd li
êzdîtîçyê binihêre... Û, ya here girîng, heya emê nikaribin
van herdu ol û bawerîyên ji hev cuda (êzdîtîyê û
êzîdîtîyê/yêzîdîzmê) ji hev ferq bikin, wan tevî hev bikin,
emê tucar nikaribin rastîya vê ola kevnar a gelê kurd tê
bigihîjin.
Lê ji bo wan, ên ku her carê wek îzbatî hinek qewl û beytên
êzîdîtîyê pêşnîyar dikin, ewên ku bi peyv û gotinên erebî û
têgehên îslamî va xeşivî ne, ez gotara xwe ya li ser vê
mijarê ya yekem ji bo xwendevanên hêja pêşnîyar dikim:
“Êzdîtî. Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar,
rewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û
leyîstokên siyasî”
http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html.
Zagros Osman
SEDEM Ji wara barki r û çû li husteke erd digre, ku durî
şewatên di mejî û gewdan de pêketine û durî
kîn û berberîyê be.
Ewî as îmanek dixwest ku bizdandinê nabarîne,
ji ber dî berdana demsalan reviya ya , ku
Zivistanê dike Havîn û Havînê dike Zivistan, çû
xewnan dibîne bo Buharekê ku di Çaxê xwe de
diwere, da ku baran li barînê poşman nebî. Ew
mi jûl dibû ku gul vebin bê ku bihna xwînê ji wan
bi fûre.
Ji wara barki r çû li Miletekî digere, ku di
navbera wî de kes ji kesî napirse, Regeza te, ola
te, bawerîya te çi ye? Mûçeya te a mehane
çiqase? û kes lêpi rs în li kesî nake gelo ew
serdana mizgeftê dike an na, ewî karbidestek
dixwest rênade xwe, ku derbasî malên xelkê
bibe, bê ku rêbidênê û dema ku li dergehê
hinkan bide, ji erkê wî ye ku bigi rni je û silav
bide.
Ewî barki r çû ser Çemekî ku her Sibeh rûwê
bajêr dişo, bê ku ji nişkave serîkî jêki rî an
termekî ti jî gule velo bike, ew çû berî da darekê
ji bimban bernagire, lê berê wê Qeresî û Sêvin.
Dest ji mala xweyî qenc berda da ku li holikekê
bihêwire, silogan û poster dîwarên wê pîsnakin,
cendekên bêgunehan li ser camên pencerên wê
belavnabin, û avêjtok binpêkirin li rûmeta
serbanê wê nakin, û gelek kilît di nîvê rojê de li
xilqa dergehê wê neqelizin, û dema ku Şevreş
bibe ci rekî çepel Çi ra malê darizandin meke.
Ji wara barki r da ku li peyvên evîndarî û pitpita
helbestvanan guhdar bike, û li kolanan li xelkê
ku hevdû di ramîsin temaşe bike, û bê şerm û
ti rs diçin meyxanan, sebaret bo wî ya gi ring
ewe ku peyvên li ser cengê nebihîze û nebîne,
pis îkên ku boyî mişkekî mirî pevdikevin, ew
mi jûl dibû ku li cihekî dîti r jiblî goris tanê
derkeve seyranê û dema ku bizîvi re malê hînjî
serê wî li nav milê wî be, û Şevbestek êrîş wî
nekin, çi cara ku helbestekê binivîse.
Ji wara derçû û pînak erd dît li navbera wê
piskilêt nayê dizîn ku li kolanê parkki rî be, lê
xurstiya xwe ya ku dibin kontrola war de ye,
winda ki r.
Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a: GENGEŞÎ DIDOMIN! Êkbatanê –dewleta demekêye gewre (Êkbatan. – paytexta
Padşahtîya Medya kevnar bûye. – E. C.), kurmancên êzdî di
xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye xwezayperest da bi zorekê
xwe ji tevkujîyên xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji
stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan, parastine.
Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va,
mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên ku îro dest hilatdar
in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê
bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji
heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemmedîyan.
Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin”
***
“... her çiqas jî êzdî di rewşeke giran da ne, paşdamayî ne, û
bi xwe kêm jî mane, lê dîsa jî ewana bi taybetîyên xwe yên bi
nirx û hêja va diyar in, ên ku bi giştî li bal peyhatîyên
netewên gewre hene”. (Bi hûrbînî di gotara “Ezdazanê
ermenî yê destpêka sedsa XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê
da”– Rojnameya “Pênûsa Nû”, hejmarên 51 û 52. – www.
penusanu.com)
Pirsea di derbarê peyvên “sultan ” û “xelîf ” da.
Kekê Mîroyê Qanat dipirse: “... Ma ne, em ji dîrokê dizanin û
ew jî li ber çavan e, ku di cîhana erebî da erka Sultan
nînbûye. Ev erka tenê di nav tirkan da hebûye”.
Di vê derbarê da mirov dikaribû çi bigota?
Zanîyarîyên dîrokî di derbarê tiştekî dine da dibêjin: peyva
“sultan”, wek piranîya wan pweyvan, ên ku îro tirk ên xwe
hesab dikin, tu pêwendîya xwe bi tirkan û zimanê tirkî ra
nîne!
Peyva “sultan” peyveke xurû erbî ye (سلطان sulṭān, ji šulṭānā
aramêî tê – desthilat). Ev erka serdaran e di dewletên îslamî
da, bi çend wateyên dîrokî va. Lê ji serdarên tirkî-osmanî yê
yekem, ê ku erka sultanîyê li ser bûye, Mûrad ê I bûye
(1362—1389)... Sultanên osmanî hem jî xelîf bûne. Ango,
ew hem desthilatdarên laîk, hem jî yên ruhanî bûne.
Eger em ji vê hêlê va di ola êzîdîtîyê da (lê ne di ya êzdîtîyê
da!) li navê sul’tan Êzîd binihêrin, wê demê “temenê”
êzîdîtîyê/yêzîdîzmê (lê ne yê êzdîtîyê!) dê bi dused salan jî
kurt bibe... Wisa, eger....!
Pirsa, xwedêgiravî, pirtûkên pîroz ên êzîdîtîyê (dîsa jî, ne
yên êzdîtîyê!) da.
Eger şandeke xwedî nav û erk, a ku kekê Mîroyê Qanat
behsa wê dike, çûye Londonê, û ew pirtûk nedîtine, wê
demê ew hemû çîrokên di wê derbarê da, ku, xwedêgiravî,
yekî ji yekî dinê bi hejmarek diravan ew pirtûk destanîne,
hinekan ji ber xwe derxistine?! Û, hema, eger ew rast be jî,
ya yekem, binihêrin, sernavên herdu pirtûkan jî ne bi kurdî
ne, ew bi erebî ne (“Meshefa Reş” û “Kitab el-Cilwa”!). Û, ji
bilî wê, nivîsarên wan pirtûkan (têkst), ên ku paşê hatine
weşandin, bûne bingeh, ku lêgerîneran yên êzîdî (dîsa, ne
yên êzdî!) şeytanperest nav kirine.
Û ev jî tiştekî nû nîne – di vê derbarê da lêgerînerên
bîyanî êdî jzûva nivîsîne!
Ji sedsalekê zêdetir e, di derbarê wan pirtûkan da cîhan
dizane (hîç surek jî nîne!), wergerên wan hene, lêgerînerên
bîyanî di derbarê wan da gotar nivîsîne û îro jî dinivîsin...
Her bala xwe bidinê, ka sernavê lêgerîna Bîttnêrê zanyarê
awstrî çi ye: Bittner M., “Die heiligen Bűcher der Yeziden
oder Teufelsambeter (kurdish und arabish)”.
şeytanperestan,
hejimar "64" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar
Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a:Domahiy a: Hinek kurd çima dijî referandûm û serxwebûnê ne? 3- Va referandûma biryara partîkî tenê ye!
Ev gotin derew e! Biryara KDP û YNK û çend partiyên din
in, tenê Goran û hin şexsiyetên kurd yên dijî hebûna xwe
ne, qaîl nabin. Dunya hemî dizane ku ewana xwefiroş in.
Çi kesên dijî serxwebûna xwe bin gelo ji wan ra çê tê
gotin?
4- Barzanî bi kê şêwirî ev biryara daye?
Barzanî bi partiya xwe û YNK û yên din şêwirî helbet. Ger
em bêjin bila bi her sê parça yên din jî bişêwiriya, vaya
xelet e. Gelo kîjan partî ji hersê parçeyên din di biryarên
xwe da bi Başûr yan bi Barzanî dişêwirin? Heya bi
partiyên parçê xwe jî naşêwirin! Wekî em bêjin PKK an
HDP an PYD di kîjan biryarên xwe da bi Başûr an bi
Barzanî şêwirîne? Li Rojava PYD di biryarên xwe da bi
ENKS dişêwire? An HDP di biryarên xwe da bi PSK, Hak-
Par, Huda-Par, Pak û partiyên din dişêwire? Her wiha
partiyên din jî bi HDP naşêwirin!
Wê dem em dikarin bêjin bo çi Barzanî referandûma
Başûr bi partiyên derva yên Başûr bişêwire? Bi min gerek
nîne, Barzanî di rêya rast da ye!
5- Dewleteka diktator ava dike? Yek ziman, yek al, yek
millet, yek welat wek Erdogan diaxive!
Va gotina ji binî derew e. Îro hêj Başûr nebûye dewlet jî,
çar zimanên resmî hene. Kurdî, erebî, tirkî, suryani
zimanên fermî ne. Hir milletek bi zimanê xwe perwerde
dibe. Sînorek ji boy hilbijartinê tune, partî ji sedî yekê ji
bîstîne ku gihîştibe heddê sînorê hilbijartinê dikare
mebûsekî derxe. Wek nimûne em bêjin li bajarekî kî deh
hezar deng bistîne dibe mebûs! Partiya wî negihîştibe ji
sedî yek jî! Ger nikaribin bi hilbijartinê mebûsan derxin,
Başûr bi awakî kontenjan mafê mebûstiyê dide wan.
6- Barzanî piropaganda dike, ji boy xurtbûna siyaseta
xwe ye!
Heya niha digotin çima serxwebûnê îlan nake, dixwaze
hima bila wiha be û ew jî serok be. Ku Barzanî got em
biçin referandûmê, îca dibên vaya propaganda ye.
Madem Barzanî propaganda dike, wê dem alîkarî bidin
bila referandûm û serxwebûn çêbe, ku Barzanî jî nikaribe
propaganda xwe bike. Ger Barzanî propaganda dike hun
jî rast in, biçin referandûm û serxwebûnê bila nerastiya
Barzanî derkeve. Bo çi hûn li dij derdikevin?
7- Bila pêşî problemên me’aş û meclis û wek wan
bisedan problem hene, ewana çareser bike, paşê
referandûmê îlanbike!
Gelo kîjan problem ji serxwebûnê pêştir e? Kîjan dewlet
hemî problemên xwe çareser kirine? Di cîhanê da
dewleta herî xurt Emerika ye, gelô Emerîka preoblemên
xwe hel kiriye? Ku problemên xwe çareser kiriba çi karê
wî li Rojhilata Navîn hebû? Ma ne ji boy ekonomiya xwe
qenctir bike li vandera ye?
Ya herî muhîm, ger milletekî bi taybet milletê kurd ku
serbixwe nebe, tu problemekî xwe nikare çareser
bike. Problema herî mezin Serxwebûn e! Ger tu serbixwe
nebî tu garantîkî te tune. Dînê te, namûsa te, canê te,
malê te her tim di bin tehlîkê da ye!
Em îro liser Başûr diaxivin, ma gelô hûn dizanin Kurda
çiqas şehîd dane, hûn dizanin ereba çiqas jinên kurda
birin ji xwe ra kirin qeyraş û cariye? Kanê garantiya jin û
namûsa kurda? namûsa kurda?
8- Bila refarandum texîr be, niha dema wê nîne.
Baş e, bila referandum niha texîr be, gelo çi dem dema wê
ye? De kanê hûn demek ji boyî referandumê deynin, û di
wê demê da biçin ser sendoqê û referandumê destek
bikin? Ka bêjin çi roj, çi meh çi sal? Hûn xwe dixapînin!
9- Bila referandum çênebe û Kurdistan ava nebe, lewra
tehlîka Îran û Türkiyê heye, ku êrîş bînin ser Kurdistanê!
Ji sala 1639'a virve ku bû 378 sal dewleta Osmanî û Îranê
Kurdistan parçe kirine. Ji wê rojê heya niha her tim herdû
dewletan êrîş anîne ser Kurdistanê, tu demekî firsenda
dewletbûnê nedane kurda, û ji vir şûnva jî heya qiyamet
rabe ku îmkana wan hebe wê firsendê nadin kurda!. Gelo
ji boyî xatirê van herdû dewletana gerek kurd nebin xwedî
dewlet? Ma çi qencaya wan liser kurda heye?
Ji ber şerê Surî, îro firsendekî baş ketiye destê kurda. Va
sed sal e firsendekî wiha çênebibû. Kurd gerek vê firsendê
bikar bînin!
10 - Kanê behra me tune, Kurdistan wê çawa bijî?
Gelo vana erdnigariya cîhanê dizanin? Gelo çend dewlet
behrê wan hene?
Wek nimûne Swisre, Avusturya, Cekoslovakya,
Macarîstan, Slovekya û gelek dewletên din! Dewletên
serdest li berjewendiyên xwe dinhêrin, dema kara wan
têda hebe wê cîran hemî dergahê xwe ji wan ra vekin!
11- Barzanî dewletê boyî komkujiya jinan avadike?
Dijminê malbata kurdî ye, ramanên xwe yên dijî jinan
dike fermî!
Va gotina han gotina kenandinê ye! Gelo jiyaneka bê mêr,
bê jin, bê malbat, bê dewlet piroja Barzanî ye? Ku Barzanî
komkujiya jinan bike, gelo wê jiyan çawa bidomîne li
Kurdistanê? Wê jina ji kîjan dewlete îthal bike?
Barzanî çend caran destê dayika şehîdan ramîsaye. Di
baweriya Barzanî da jin namûs e, va 200 sal e mala
Barzaniyan ji boy namûsa gelê kurd mucadelê dikin!
12- Barzanî li hember netewa kurd dewletê çêdike.
Barzanî dixwaze dewleteka netew boyî Kurda ava bike,
çawa dijî netewa kurd e? Barzanî na, ew kesên ku dibêjin
em boyî kurda dewlet naxwazin em dijî dewleta netewî
ne, ewana dijî netewa kurd in, naxwazin kurd jî wek gelên
cîhanê bibin xwedî dewlet. Ku dewleta te tunebe, netewa
te jî tune! Tu netew garantiya wê tune ji bilî dewletbûnê!
naxwazin kurd jî wek gelên cîhanê bibin xwedî dewlet. Ku
dewleta te tunebe netewa te jî tune! Tu netew garantiya
wê tune ji bilî dewletbûnê!
13- Barzanî dewleteka nijadperest ava dike, em dijî
nijadperestiyê ne!
Nijadperestî ew e ku mirov înkara nijadên din bike,
zimanê wan qedexe bike, nehêle ewana bi xwe bi xwe,
xwe îdare bikin.
Tu kurdekî nijadperest nîne, lewra hemî kurd tenê
wekheviyê dixwazin, kes înkara nijadeka din nake!
14- Îro li herçar parça jin gihîştine azadiya xwe, Barzanî dixwaze pêşî li azadiya jinan bigre?
Gelo jina kurd li ku azad e? Li Başûr û Rojava bi hezaran jinên kurd bûn dîlên ereba, hê jî wan di bazaran da difroşin! Yên difroşin jî yên distînin jî ereben ku kurd ji wan
ra demokrasiyê dixwazin ew in!
Li Îranê heroj keç û xortên kurda bi darda dikin. Li Tirkiyê, li
Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex hindik tecawuzê jina kurd nekirin
ne wilo? Di odên razanê da li ser neynika nivîsandin "eşq li
vir tê jiyan."
Gelo jina kurd li ku azad bûye heya ku Barzanî azadiya wan
jê bistîne? Jina kurd ji her çar parçan tenê li Başûr bi azadî
dijîn! Heya dewleta mirov tunebe garantiya tu tiştekî nîne.
15- Hebûna dewletê dijminiya jina ye, dixwaze jina bike
kole, 200 dewlet hene bes in, hewcetî bi dewleteka din
tune, loma em li hember dewleta kurdî ne!
200 dewlet hebin bila yeka mej jî hebe. Ger hûn dewleta
xirav dikin, fermo sînorê wan 200 dewletî rakin, bila ya me
jî tunebe. Ji herkesî ra dewletbûn maf e, di hemî dewletan
da jin kole nînin, çima gerek di ya kurdî de jin bibin kole?.
Jina kurd ji hemî jinên cîhanê azadtir e. Qiymeta jina kurd
zêdetir e! Ku dewleta me hebe wê hêj zêdetir be!
16- Dewletbûn koletiyê dide pêş, loma em demokrasiyê
dixwazin!
Gelo ji 200 dewletî kîjan dewlet gelê xwe kiriye kole. Hemî
dewletên demokratik ji bona azadî û refaha gelê xwe kar
dikin. 33 dewletên Europa hemî demokratîk in û sinorên
wan kifşe ne. Kesî ji boyî demokrasiyê sînorên xwe
ranekirine, demokrasiyê ji boyî zêde mafdayîna gelê xwe
bikar tînin, ne ku ji bona tunekirina dewleta xwe!
Gelo ku Kurdistan ava nebe ma Irak dîsa ne dewlet e, dîsa
di bin siya dewletekê da najîn? De baş e, çima li hember
dewetbûna Iraqê dernakevin?
17- Kongra netwî çima nabe?
Carekê em dikarin bêjin kongra netewî, tenê ji rêxisinên
kurdî yên netewperest wê parçê tê lidar xistin. Rêxistinên
ku ji bona demokratîk kirina dewletên xelkê kar bikin mafê
wan û kongra netewî tune!
Ya duduya gerek her parçe di nava xwe da kongra netewî
pêkbîne. Mafê rêxistinek Bakur an jî Başûr tune ku
midaxelê bi parçeka din bike, tênê ger bikaribe gerek
alîkarî bike, bibe destek nebe asteng! Lewra em girêdayê bi
çar dewletava ne! Ger em hemî kurd girêdayê bi
dewletekêva bana wekî em bêjin hemî kurd di bin destê
Iraqê da ba, wê demê pewîst bû hemî rêxistin bihatina bal
hevdû. Lewra qanûnên navnetewî rê nadin ku parçek
midaxelê bi parçekî din bike!
18- Çima ji Barzanî aciz in?
Bi min sê sedemên ku hinek kurd ji Barzanî aciz in hene!
1- Musliman e, bi gelemperî rêxistinên dijî îslamê dijminiya
wî dikin, Hin şexsên musliman jî, jiber ku girêdayê bi alema
îslamiya ereban va ne, Ummetî di bin siya ereban da
diparêzin loma dijminiya Barzanî dikin.
2- Girêdayê bi urf adet kultura kurda ye, hin kurd dixwazin
kurda biguhêrîn ji çand û urf û adetên wan dûr bixin!
3- Dewleteka serbixwe dixwaze! Bi gelemperî kurdên dijî
Kurdistanê li dij in!
4
hejimar "64" DDDDîrok Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
5
Rindê Çaçan
Ivan Turgeniev
serkêşê aqilê xwe
birêvebir û serokê kongreyê hat hilbijartin.
Kêm nivîskarên rûs wekî Turgeniev di jiyanê de, hêj sax,
li rojavayê Ewropayê qedr û qîmet dîtiye. Çawa ko Fyodor
Dostoyevsky bi "Birayên Karamazov" û ”Anna Karenina”,
Tolstoy bi "Şer û aştî", herweha Turgeniev jî herî pir bi
romana xwe "Bav û zarok" navdar bû. Romana Turgeniev
“Bav û zarok” yek ji stûnên edebiyata rûsî ye. Turgeniev
dibêje:
— Rola lîteraturê ne ew e ko bibe bersiva hemî pirs û
tirsên mirovî, lê divêt ko lîteratur ji hûrgiliyên jiyana
xelkê, ji realîteyê dûr nekeve, pirsgirêkên veşartî bide pêş.
Ji kontrastên kesayetiya Turgeniev, bi qasî ko ew realîst e,
ewqasî jî tenik û hestbar e, li hemberî sojîna dilê xwe jî
şoreşgerekî radîkal e. Turgeniev jiyana xwe digel êşa
evîndariyeke bêhêvî derbas kir.
Baweriya Bazarovê nihîlîst qet bi hestên evîndariyê
nedihat, dilê wî jî bi agirê evîndariyeke dijwar disoje,
bîrûbaweriyên wî serûbin dibe.
Bazarov ji bo hestên evîndariyê û prensîbên xwe bi
mêrxasî li ber xwe dide. Jiyana xwe heta mirinê di xizmeta
xelkê xwe de diborîne, Turgeniev behsa mirina Bazarov
dike, dibêje:
— Evîndarî û mirin du bûyerên herî giring in di jiyana
mirovî de. Evîndarî zora hemî ramanên reşbîn dibe,
hêviyên spehî diafirîne, mirin jî her çiqasî tehl e, ewqasî jî
ji bo berdewamiya jiyanê pêwîst e.
Dema mirin bi serbilindî di ber helwêst û ramanên hêja de
be ew serkeftin e.
Turgeniev ji welatê xwe dûr bû, lê belê pencereya
komunîkasyonê di navbera wî û Rûsyayê de her vekirî bû,
agah ji hemî bûyerên ko li welatê wî diqewimîn hebû, bi
pirsgirêkên civata xwe jî zêde diêşiya, nivîsandinê hestê
ewlehiyê dida canê wî yê êşiyayî. Turgeniev dibêje:
— Di bêhnikên xemgîniya kûr de, mirov zelaltir êşa
derdora xwe dibîne, mirov çiqasî bizane ewqasî jî diêşe.
Mirov ne egoîst be, bextewarî jî zehmet e.
Divêt mirov li paş xwe nenêre, çavan bigre, ji xwe pê ve ti
kesî nebîne, li t i kesî nehizire, tenê wê hingê dikare
jiyaneke aram û bextewar bijî.
Turgeniev heta dawiyê li ser helwêsta xwe ma, Ji boyî wî
ji bextewariyê giringtir ew bû ko mirov xudanbiryar û
displîn be. Turgeniev dibêje:
— Ti caran derfetê nede ti kesî ko serkêşiya aqil û jiyana
te bike, bi xwe rêyên jiyana xwe hilbijêre. Ne bextewar lê
serbilind be, li hemberî zordariyê têkneçe, li hemberî êşa
xwe jî bihêrs be, tu dê rojekê zora wê êşê jî bibî.
Di temenê çilsaliyê de Turgeniev romana xwe nivîsand,
ramanên wî kûr in, diyalog jî têrhest û balkêş in. Ivan
Turgeniev wekî pisîkologekî jêhatî kesayetiyên romana
xwe analîz dike, ji ramanê bêhtir giraniyê dide hestan û
dibêje:
— Hest pir giring e, hest çiraya ramanê ye, hemî caran
pêwîst nake ko mirov helwêstên xwe bi awayeke lojîk
rave bike, carinan hest tenê têrê dike ko mirov qencî û
xirabiyê ji hev derêxe, bi rêya hestan rastiyê nas bike.
Turgeniev romana xwe "Bav û zarok" di navbera sala
1860 û 1862-ê de belav dike, hingê tevgera fikrî li
Rûsyayê zêde aktiv bû, civata rûs li ber dergehê
guhertinên mezin bû, Ivan Turgeniev ko beşeke mezin ji
jiyana xwe li derveyî Rûsyayê borand, ne digel guhertinên
radîkal e. Turgeniev dibêje: Çi pêwîstî pê heye ko em
lehiyeke xwînê birêjînin eger rêyên aram û aştiyana yên
guhertinê hebin.
Turgeniev rexneyan li herdu nifşan digire, sîstema kevin
red dike, lê di heman demê de li dijî şoreşên xwînî ye,
dibêje: Welatên rojavayê Ewropayê bi çend gavan li pêş
me ne, qet ne kêmasî ye ko em bidin ser şopa wan, ji
metod û pêşketina wan fêdeyê wergirin.
Helwêsta Turgeniev bû sedema minaqeşeyên berfereh,
nexasim wê hingê hestên neteweperweriya rûsî zêde xurt
bû, neteweperwerên rûs digot: ”Turgeniev dixwaze ko em
çavgirtî bidin ser rêya rojavayiyan, nasnameya xwe ya
tradisyonel wenda bikin, ew xwe edî wekî rûs hest nake,
bûye rojavayî.”
Turgeniev jî bi ruheke îronîk bersivê dide û dibêje:
”Balkêş e, aqilê mirovan têrê dike ko kêşeyên matematîkê
û ka çawa erd li dora rojê dizîvire fêm bike, lê hest û
helwêstên mirovên jixwecida fêm nake.
Dibe ko ti nivîskarên rûs bi qasî Ivan Turgeniev behsa
tradisyon, kultur û jiyana rûsî di nivîs û romanên xwe de
nekiribe, lê berhemên wî piranî ne bi zimanê rûsî, bi
inglîzî, fransî û elmanî navdar bû, lewra dijayetiya
neteweperweran li hemberî wî dijwartir bû. Dema ko
Turgeniev serdan diçû Rûsyayê, gencên xwîngerm bi
gotinên nexweş pêşwazî lê dikir, ev jî bû yek ji sedemên
dudiliya wî ko vegere Rûsyayê. Ivan Turgeniev jiyana
xwe heta mirinê (1883) li rojavayê Ewropayê, li Elmanya
û Fransayê borand.
Di heman dema ko xeleka civakî li Rûsyayê li derdora
Turgeniev teng dibû, stêrkên lîteratura fransî wekî Jules
Goncourt, Gustave Flaubert û George Sand li Parîsê bi
himbêz û qeflên gulan pêşwazî lê dikir. Sala 1878-ê
kongireyeke lîteraturê ya navneteweyî li Parîsê pêk hat, ji
nav gelek nivîskarên balbilind Ivan Turgeniev wekî
Nivîskarê rûs Ivan Turgeniev dibêje her feylesofek nabe
romannivîs, lê belê divêt her romannivîsek bi awayekî
feylesof be, an jî bi kêmanî nêrînên wî yên kûr di asoyên
felsefeyê de hebin. Turgeniev dibêje: Roman bi felsefeyê
dewlemend dibe, romannivîs nikare wêneyekî jiyanê
şêwe bike bêyî ko wî wêneyî bêxe çarçeveyeke felsefî
de.
Felsefeya Ivan Turgeniev diyar e, rengê reşbîniyê di
berhemên wî de serdest e, ji xwe navê lehengê Turgeniev
di romana wî “Bav û zarok” de Bazarov Nihîlîzm e.
Bazar gotineke bi koka xwe farisî-kurdî ye, teteriyan ji
t irkan standiye, paşê ketiye nêv zimanê rûsî. Rûs ji sûka
vekirî ya gelêrî re dibêjin ”bazar”, lê peyva bazar wekî
îdyom jî bi kar têt, dema behsa bûyereke aloz û
tevlihevbûyî dibe, dibêjin "bûye wekî bazarê". Turgeniev
jî aloziya rewşê, tevliheviya hest û ramanan di kesayetiya
Bazarov de neqişandiye, ango Turgeniev bi zanîn ew nav
li lehengê xwe kiriye.
Nihîlîzm felesefeyeke reşbîn e, dibêje jiyan êş e, dawiya
jiyanê fenabûn e, piştgirên vê felsefeyê wê wekî
realîteyekê dibînin, Ivan Turgeniev jî reşbînekî realîst e, ji
fantazî û xeyalan hez nake lê belê ne realîstekî monoton
e, zimanê wî yê edebî zêde spehî û tenik e. Turgeniev li
ser zimanê lehengê xwe dibêje:
— Carinan mirov ji nêşkê ve li xwe hişyar dibe, dibîne ko
sal bi lez wekî xewnekê borîn, bûyerên jiyana mirovî
wekî fîlmekî li ber çavên wî derbas dibe, ew êdî bûye 40,
50 an jî 60-salî, hejmara berevajî destpê dike, kesereke
kûr dikêşe, bi xembarî li mirinê dihizire.
Bazarov, kesayetiya serekî ya romana "Bav û zarok",
xwendekarekî unîversîteyê ye, diçe gundê hevalê xwe,
malbata hevalê wî dewlemend e, xwediya gundekî ye,
hingê ne ji mêj ve koletiya cotkaran bi biryareke fermî
qedexe dibe. Di axaftina di navbera Bazarov û mezinên
gundî de, cidahiya raman û nêrînên herdû nifşan diyar
dibe, nifşê berê yê tradisyonel ko ji guhertinê ditirse û
nifşê nû ko piştgirî û serkêşiya prosesa guhertinê dike.
Turgeniev aloziyên klasên civatê û dubendiya di navbera
herdu nifşan de, radixe ber çavan.
Turgeniev ji malbateka esilzade ye, bi sedan cotkaran
wekî kole di erdê malbata wî de kar dikir, dema diya wî
mir, milkê malbeta wî jêre ma, hingê Turgeniev ji
Elmanyayê diçe gundê xwe û cotkarên malbata xwe ji
koletiyê rizgar dike. Yên ko Turgeniev ji nêzîk ve nas
dikin dibêjin ko wî raman û xewnên gencîniya xwe, di
kesayetiya Bazarov de pêşkêşî xwendevanan kiriye,
Turgeniev jî dibêje wî hêvî dikir ko ew di gencîniya xwe
de bi qasî Bazarov bi cesaret bûya û hertim ya dilê xwe
bigotiba.
hejimar "64" DDDDîrok Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
6
Merwan Mustefa
Yilmaz Güney
Yilmaz Güney,an Yilmaz Guney xwedayê13 xelatên
giranbiha ye, ji wan jî xelata festîvala Cannê – France ye,
ku di 1982 de stendiye, Yilmaz wiha dibêje:
“Hevalno, êş û tadayî, zor û belengazî, xwîn û girî ne
qedera gelê Kurde. Em vê qederê erê nakin em vê
qederê qebûl nakin, em naxwazin zarokên welatekî
bindestbin ku ji çar aliyan vê hatiye dagîrkirin. Em
dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yê
Kurdan, bibin zarokên Kurdistanê, em dixwazin li ser axa
xwe bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bêjin. Em
dixwazin cîhana xwe bi destê xwe bistrên û ji nûve
avabikin û em dixwazin li ser axa xwe,bin ala xwe
serbixwe û azad bijîn”.
Bi rastî Yilmaz Guney em Kurd bi cîhanê tevayî dane
naskirin di riya wan filimên xwey naz ku êşa miletê xwe
têde dirêse mîna :
Rê, Kerî, Dîwar ,Hêvî, Yên Bazdayî, Kabûs, Bav, Zilamekî
kirêt, Gurên birçî, Seyd Xan, Sibe roja dawîye, Dijmin,
Tehlî, Zarokin ji vî welatî, Dema tûtinê, Şahê şahan, Bazê
birîndar, Şahê têr, Ez bi fîşekan têknaçim.
Ew bixwe wek em zanin nivîskar û ekter û dahênerê
filimên xwe bû. Dibêje:Min dikarîbû sînaroyên filmê xwe
bi kurdî binvîsim,lê hemî lîstikvan wê hatibana girtin. Pir
caran hate girtin, tevaya salên cezayê wî gihiştin 155 sal
zindan, digot min dikarîbû ji zindanê birevim, lê min
nedixwest qene ji welatê xwe dernekevim.
Hevjîna wî dibêje: 16 salan pêre mam, deh ji wan Yilmaz
di zindanê de bûrandin, timî demença wî di bin balîfê de
bû. Lawikê wîna jî dibêje:Her heftî seqa çawa be, di bin
berfê de, di çile de, em diçûn serdana bavê xwe li
zindanê, dîwêr di navbera mede bû, me ji pişt hasinan de
ew didît, bavo digot hingî ji min ditirsin ewqas direh
danîne.
Ta sala 1980 Yilmaz bi revê ne dirama, lê piştî conta
leşkerî destê xwe danî ser hemî karên wî, û filimên wî jî
qedexe kirin, tevlî ku sed sal ceza jî danê, nû bi bazdanê
mijûl bû, lê ne qeydan û ne jî paseportan ew aciz nedikir,
wisa zindan jî kiribû zanîngeh.
Xwedayê sînema rastiyê li Edenê di 01.04.1937 de çêbû,
û di09.09.1984 de canê şêrîn da, û li goristana navdaran
li France hate veşartin.
Tabloyek ji karê Hunermend
Serdar Hesso
Tabloyek ji karê Hunermend
Zubêr sêxmûs
hejimar "64" DDDDîrok Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
7
Cankurd
Şoreşger Îbo (birr 2)
Li gundekî ji gundên rojhilatê bakurê Kurdistanê, ez rast
mirovekî hatim, ku jê re „Şoreşger Îbo“ digotin. Ew
mêrekî ji min jartir û hûriktir bû, 60 salîya xwe teva
kiribû, çav di kortê da bûn, bejmêra wî wekî dareke ku bi
salan av nehatiye ser damarêd wê.
Bi germiyeke nedîd destê min hejand û bi xêrhatina min
kir, berî min jî silaveke germtir, li gel serî çemandinê, bo
xanima min diyar kir. Gote min, paş ku min destê xwe ji
nav hestiyên tiliyêd wî kişand: „Hûn bi xêr hatine welatê
xwe. Min bihîst ku hûn hatine mala xwenamê min, ji ber
ku çi li vî gundî dibe, ez yekser dibihîsim.“
Min dît ku ev mirovekî balkêş e, lora ku ew bi „Kurdî“
dipeyive, di herêmeke gelek fireh de, di navbera Erzurum
û Qersê de, ku em dikarin bibêjin „Mixabin, Kurdî nema
tê de tê peyivîn“. Tenha hinde pîremirov hîn bi Kurdî
dizanin, lê xort û ciwan, tew di gundan de nemane, koç
kirine bajêran, bo li wir kar bikin, an jî ji dest hêrişên
çekdar û desteyên leşkerî yên taybet û şêwaza nebaş a
danûstandinê bi gel re, tev reviyane û hinek gund jî çol
bûne, û hinek malên gundiyan, ku zarotiya xwe tê de
derbas kiribûn, wekî yên gundên Skotlanda di sedsala
17ê de dixuyan.
Ez û „Şoreşger Îbo“, li bin dareke Gûzê, li hember hevdu
dainştin û me bi hev re şor kirin. Xwe ji min re da nasîn,
ku ew mirovekî „çep e“, li hember zorbaziyê dixebite, lê
ez ji dûngirêd wî têgihîştim, ku ji teviya gund, tenha ew
„çep“ e, lê wê rastiyê nabêje an jî newêre bide der.
Min ji Kurdiya wî ya resen û zelal hez kir û şêweya ew pê
dipeyivî. Di navbera me de gengeşe pêda bû û wî xwest li
ser „Rojava“ agahiyan ji min bistîne, min jî rewşa
rojavayê Kurdistanê, wekî ez dizanim, jê re diyar kir, lê
gava min rexne li „hevalan!“ kir, ewî ev yeke nepejirand
û got ku li „Rojava“ serhildan heye û divê mirovê Kurd li
gel be. Kin û dirêj em li ser wê mijarê peyivîn, lê di ber
gotinan re, min hinde peyvên kurdî, yên ku ji devê wî
derdiketin û min berê ewana nebihîstibûn, berçav dikirin,
da ez wan pişt re binivîsim.
Gava „Şoreşger Îbo“ dît, ku ez rexneyan li pêveçûya
xebata li rojavayê Kurdistanê dikim, xwest xwe wek
mamosteyekî siyasetê bide xuyakirin, min fêr bike.
Min jê re got:
„Ez çendîn li vir bimînim, ez wekî te li ser rewşa vê
herêmê nizanim, lê tu jî wekî min li ser rewşa wê herêmê
nizanî, ku ez tê de ji dayîk bûme û li wir mezin bûme.
Başe, te got li „Rojava“ serhildan heye, ma tu dikarî ji min
re bibêjî, ew serhildan li dij kijan dewlet û qeraliyê ye, ji
ber ku çi serhildan hebin, ewan tev li dij deselatan pêda
dibin, me PYD li dij deselata Esed ev re, serhildan
çêkiriye?“ Rast ew matmayî bû, nedizanî çi bersivê bide
min, ji ber ku pevçûna xûnî ya PYD bi DAISH nakeve bin
bêjeya „Serhildan“, ew tiştekî dî ye. Lew re wî mijar
guhart, hat ser rewşa herêma xwe.
Dawî, paş ku rabû û çû, min agahî girt, ku ew mirovê xwe
„çep“ daye nasîn, kurê melayekî bû, ji ber hejariyê û ji
ber zorbaziya malbatê, di xortaniya xwe de koç kiribû
rojavayê Türkiyê û li wir bi salan dizkarî û keleşî kir, gelek
caran hatibû binçavkirin û zindankirin. Paş demeke dirêj,
bavê wî yê mela, çovê xwe xiste destê xwe û çû
Istanbolê, ba Kurdekî, ku ji berê de dinasî û kurê xwe ji wî
xwest. Kesek heta niha nizane, çewa mele dizanî, ku kurê
wî li derdora wî mirovî ye.
Wekî em dizanin li Istanbolê bi milyonan Kurd hene, bo çi
ew yekser çû mala wî mirovî? Mele kurê xwe vegerand
gundê xwe, yê ku tenha çend malin, û ji wî re bûkek anî û
mele pişt re koça xwe ya dawî kir.
Wekî dixuye, „Şoreşger Îbo“ di zindanan de bû mirovekî
„çep“, ne li gundê xwe. Min li wir kesekî dî nedît, tevî ku
ez gelek geriyam, wilo bi aşkereyî çepîtiya xwe anî zimên.
Mixabin, herêm ketiye bin destên AKP, ji ber ku hemî
projeyên li wir tên avakirin, çi dibistan û rêgah, çi
xistexane û av anîn, ku ên çep û ên rast ji gel re li ser
dipeyivin û soza avakirina wan didin, bi destê AKP
çêdibin.
Wilo nasin min ên zana û têgihîştî ji min re gotin. Yekî ji
„Şoreşger Îbo“ dilgermtir bo min got: „Keko, em ji
Erdogan tew heznakin, lê bi Xwedê ew karekî baş li
herêma me dike.“ Kesekî dî yê ku ji CHP bû, êdî li ber
xelkê dest pê kiribû, li ser „Sozyalîzma cenabê
Peyxember“ dipeyivî. Min gotê: „Bo çi tu li ser sozyalîzma
Kiliçdaroglu napeyivî?“ Ew keniya û bi Kurdiyeke gelek jar
û ji hevketî bersiveke wilo da: „Mixabin û hezar car
mixabin, zimanê Kurdî li wê herêmê, bi egera „Xwe türk
kirinê“ winda û berşê dibe.
Li bajêrê Erzurumê, min kêm kes dîtin, ku bi Kurdî
dipeyivin. Eve jî şermezarî ye bo tevgera neteweyî ya
kurdî.
De bila bixebitin, ku ev rewş wilo nemîne. Ji xwe Türkan
navêd gelek gund û bajarokan guhartine, wekî „Kosor:
çiyayê sor (Ji ber ku koh bi Kurdî çiya ye) guhartine
guhartine (Akşar).
Min li rojavayê Türkiyê ev çêrok li ser Kosorê ji dev
endamekî berpirs ê HDP bihîst, ku berî niha bi demekê
endama serokatiya PYD, ya bi navê Asiya, mêvana
xewana mala wî bû: Di dema cenga Osmanî-Rûsî de,
Ûrisan avêtin ser Kosorê.
Hîngê ew gundekî piçûk bû, di ser re çiyayekî bilind û
mezin ji gelek aliyan ve heye. Piraniya gundiyan reviyan,
çûn ser Tîjkên çiya, ku rast bilind in û buve ne, tirsa
Ûrisan ji wan çiyan hebû.
Hinek ji gundiyan jî li nav gund man û berxwedan li
hember hêrişkaran kirin. Gundiyan xwe di ser zinaran re
dirêj kirin û li xarê nêriya, dîtin ku Ûrisan wan mirovên
berxwedan dikirin girtine, paş ku çend kes ji wan
kuştibûn, wan kirin destegîr û bi zincîran girêda bûn û li
gel xwe ji nav gund dibin. Ji nişka ve yekî ji nav wan
Kurdan, ku bi navê Ehmed bû, heylo kilama Bêrîvanê kir:
„Lê lê Bêrîvanê, lê Bêrîvanê,
Were qurban were, kubar xwe li ba meke
Alîkî dilê min sax maye, tu xirab neke…“
Gundiyên li serê çiyayê Kosorê dest pêkirin agir berdan
leşkerê Ûrisan, lê hîç hikarî li wan nekir, wan destegîr li
pey xwe kişandin û birin. Paş gelek salan, ku wan destegîr
birin Sîpîriya û bi hovîtî ewana xistin bin zorê, Ehmed
vegeriya gundê xwe, lê ew mîna heval û hogirêd xwe
hatibû xesandin, ji mêranî kirin.
Li rojavayê Türkiyê, li bajêrê Çanakkalê, ku dûroka
Türkiyê ya nûjen de pir navdar e, heykelê Hespê Darî li
ber avê heye, yê ku çêkirên filmekî li ser berxwedana
bajêrê (Troya), berî niha bi çend salan pêda kiribûn, û ew
Hespê Darî ji bajêr re wekî diyarî hêlan. Ew nîşaneke ber
bi çav e, ku ew welat ne yê Tirkan bû.
hejimar "64" ZZZZiiiimmmmaaaannnn Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
8
Pirtûka mamoste: Beyar Robarî
Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî
(xelek 20)
Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;
1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan
4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U).
6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.
Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.
107 Ajalên avî: water animals.
segmasî neheng masî
heyştpê kêfjal marmasî
masîşûr hespa avê dolfîn
permasî fîlav masîlok
hirca avê hespa çemê timsah
108
Li nav bêxçe
Sîdar Hûn çi dibêjin, em li ber royê rûnin?
Şêrîn Ez jî wek te difikirim, jiber padem hîro gelekî xweş e.
Sitî Bes li bin darekê rûnin baştir e!
Zozan Ez li gel helwesta te me Sitî.
Dilovan Jibo min wekhev e, bes mela cîkî pak be.
Sertîp Ku derê pak û dûz e, em li wir rûnin.
Sîdar Wek tê xuyan li bin vê darê pak e û dûz e.
Sitî Ger werge, emê li vir rûnin.
Zozan Dilovan ka tu betaniyê li vir raxe ji kerema xwe.
Dilovan Fermana te, ezbenî.
Sitî Ez jî gurzek çîçek berevkim.
Sertîp Baş e Sitî.
Şêrîn Hûn ke çi vexwin?
Sîdar Çayê ji kerema xwe.
Dilovan Dêw mela xêra te be.
Sertîp Qedehek av.
Zozan Jibo min qehwe.
Şêrîn Baş e.
hejimar "64 ZZZZiiiimmmmaaaannnn Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
9
Pirtûka mamoste: Selah Mihemed
Ferhenga Ferhenga Ferhenga Ferhenga ZZZZimanimanimaniman
Erebî - Kurdî (xelek 2)
Enitî
Hêlişt – hişt – hêlit – hêla
Hêliştin
Giriyandin
Lal – bê ziman – ziman birrî
Dane zanîn – gihandin – gihaştin – ragihandin
vetirsîn
Deve – deveh – hêştir-lok
vetirsî
Bazû – bazî – Belek – kotî – Bazû
Bêh –dînikî – sersem – sersam – xirpo – bê hiş
– hetle
Ji piyan
yek ziman
tixa
Kur – kurik – pis – piz – zêdahî – law
Derabe
şîşê pencerê
Bêbendî – rê berdayî
bê rewiştî
Erişandin – herişandin – qirkirin-herrijîn –
herişîn-herişandin – heşaftin – herijandin –
heşivandin – reh kor kirin – berebat kirin –
raqer – qir kirin – qir
Dema – çaxa – gava
Tebax
Bav
qot
war wenda - Bêwar
Çerevîtik – dil geşî – geşbûn – geşî – geşînî –
geşgirtin – reha harî – rîgeşî
Lava – lavahî – lavayî – lavelav
meznayî
Dev kenîn – beşişîn – ken – kenîn – mizmizîn – girnijîn – zerde xene – zerde kene
ابغض
ابقى
ابقاء
ابكاء
ابكم
ابالغ
ابالل
إبل
ابل
ابلق
ابلھ
Kenî – mizmizî – beşişî
Dest pêk – dest pêkirin
Dûr girtin – dûr ketin
Bihin vekirin –
şoxî
tewizî
ocax jor – kurdûnde
Dest birî – yek deste
Tew – tu – tewr – tor – illeh – illehî
Dan der – pêşanîn – vewerandin – vêvirandin
tewînîdan
rayekirin – raman kirin – şor kirin
vêvirand – vêwirand
afirandin – peydakirin
tora kirin
Cawîdan - her heyî – nemir – vewerand –
sermedî – her heyî – bê dawî
Nemirî – Bêdawî – her bûn
belbûn
Bûkesore
Dev girîzo
bavikî
Bavînî
Bavêwî
Çoçike sor
Dîlmar
Difre
qirrik êş
Bifroşm
……… Dumahî heye ………
ابتسم
ابتداء
ابتعاد
ابتھاج
انشراح
ابتھج
ابتر
ابتر الید
ابل من المرض
أبناء لغة واحدة
أبناء النصارى من الذكور
ابن
اباجور
اباجور النافذة
جواز –اباحة
اباحیة
ابادة
إبانة
آب
والد, اب
ابتر الذنب
ابتر
ابتھاج
ابتھال
ابتھر
م ابتسا
ابدا
ابداء
ابداء االستحسان
ابداء الرأي
ابدى
إبداع
ابداع في األلعاب
ابدي
ابدیة
ابراز
)طائر(ابو الحن
ابو ریالة
ابویة
ھدیة االب عندما تأتي ابنتھ المتزوجة لزیارة اھلھا بعد االسبوع (ابویي
) االول من الزواج
والده, ابوھو
)طائر(ابو براقش
) البرص السام(ابو بریص
في االنسانمرض یصیب الخیل ویقضي علیھا كالجلطة (ابو طحیل
)مرض في الحلقوم(أبو دغیم
ابیع
hejimar "64" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Luqman Silêman
Feqihê TeyraFeqihê TeyraFeqihê TeyraFeqihê Teyra
(Xeleka 1)
Ez nizanim navê vî stiranvanî çiye lê li zaravî wî ez
dibêjim, ew ji bakurî kurdistanê ye.
Ev çîroka Feqehî Teyîra bi stiranî û bi gotin dibêjê, min jî ji
kasêtê avê te ser pelê, wek wî gotî min nivîsandiye.
Feqihek hebû li Zozana navê wî Feqe Mihemed ê Ertûşî
bû, li diniya yê li pey ilim digera.
Feqe dixwest ji Zozana xwe berde here Cizîra Botan, tiştê
kû bi rêde hatine serê Feqe ez ê ji were bêjim.
Zilamek File li Zozana heye navê wî Tûma ye, muşkilek wî
heye ewî jî dixwaze bi Feqe re bibe heval, lê çawe
nizane.?
Dema kû Feqe Mihemed ê Ertûşî bi rêket, Tûma yê File jî
xwe pêre karkir, lê pêşî wisa bi stiranî ji Feqe re got: Feqe
tu bi qedrê Xwedê bike hinekî xwe li min ragire ez
dixwazim bi tere werim!
Diyare Tûma dixwest xwe bi Feqe şêrîn bike ji lewma
bistiranî wisa jêre got: heger tu min bi xwe re bibe wê
Mîr ciyê te li cem xwe çêbike û tembiya te li melê bike tê
ilmê xwe temam bike…
Feqe ji Tûma re got: nelazime mereqa min ne Mîr û ne
hakimin, mêrikê qenc be ji xwe alime ne hewceya
siyasetê. Piştî stiranî Feqe bi gotin jêre got: Tûma ez ne
mihtacî ne Mîr ê te û ne hakimê te me.
Tûma ji xwe re got: Xwedê îş xira bû ez bi awakî Feqe razî
nekim min bi xwe re na be..?
Cardî Tûma bistiranî jêre got: silav li te, ez Filihê te me
bibawerî Cehşê teme, bi şirha şerîf ez barê teme divê tu
bike vê xizmetê…
Tûma ji Feqe re got: ezbenî ez barê stûyê te me xwe bi vir
de wir de nede, hin min bikujin roja qiyametê li pêşiya
Mehkema kubra ez ê ji Xweda yê xwe re bêjim; ya rebî vî
Feqeyî ez bixwe re ne anîm ta kû ez hatim kuştin…
Feqe bi stiranî ji Tûma re got: Tûma dirêj neke va pirtûka
bi min reş neke, pirsa ji min neke ez nagihim siyasetê.
Tûma cardî bistiranî got emrê Xweda pir mezine, Feqe ne
mihtacî min e ji xwe bigre him hime Feqe mihtace li
axretê.
Tûma ji xwe re got: bi Xwedê ez çîroka bavê xwe jêre
nebêjim razî nabe û min bi xwe re nabe.
Tûma ji Feqe re got: ezê çîroka bavê xwe ji tere bêjim li
min guhdar be!
Feqe misilmana bavê min ser jêkirin û di tûr û têrêkirin bi
ava Botan de rêkirin, min negot li vê qebhetê. Seat li çarê
rojê hebû nan û dewê şûrtan li ber mebû ez ji ser taştêya
xwe ranebûm min negot wey li vê aliyetê piştre Fileha
lome li min kirin, şikayeta min li cem keşe kirin, keşe jî ez
ji malê bavê min menih kirim ez dûr kirim ji vî miletî.
Bigotinî cardî Tûma wisa jêre got:
Filiha şikayeta min li cem Qaşo kir, Qaşo jî li incîlê
meyzand got ev Filehê ha ne ji bavê xwe ye, tu wîraseta
bavê wî pêre nîn e, ev ji misilmana ye, û divê ew di
Zozana de nemêne, ez benî ez ê gihame te lazime tu min
bixwe re bibê..!
Feqe Mihemedê Ertûşî bistranî wisa li Tûma vegerand
got: Tûma bi vir de were bi Xwedê min ji te nebawere, te
ne mezheb û ne deftere, qebûl nakim vê qisetê.
Feqe bigotin jêre got: Tûma ez ji te bawernakim, lê ez ê
te bixwe re bibim, lê tê dih mitra li pey min were, çênabe
tu nêzîkî min bibe, û ez çibikim çi nekim, çênabê nêzîkî
îşê min bibe, tu nêzîkî îşê min bibe, ez ê mala te
xirabikim.
Tûma jêre got: na ezbenî hema destê te li ser min be, ez
di bin stara tede bim besî min e, tu dixwaze ez ê bîst
mitra dûrî tebim…
Bi rêketin ji Zozanê jêrîn ta bi Zozanê jêrîn hatin dinav
mampera jêrikîna Ertûşan Sipiyan Sêrtîna Didêran re, ev
tev Eşîrê deverê ne.. wisa eşîr eşîr xwe dinav wan re ber
didin ta kû hatin mala Muxtar bûne mêvan.
Dayîmen rêya Feqe di mala Muxtar heye, li mala muxtar
jî mêvanê wî hene Axa û Beg û Eşraf rûniştîne, muxtar
xwarina wan çêdike.
Tûma jî li pey Feqe ye, Feqe da derê hewşê muxtêr ji
Feqe re got: ehlen wesehlen Feqe Mihemed ev salek
pêjna te nedihat, de here oda banî mêvan rûniştine ez ê
niha xwarinê ji were bînim, werim…
Dema kû Feqe Mihemed çû odê nav mêvana Tûma ma li
wir, Dema kû muxtar çav li Tûma kir, Tûma li Zozana
şalûşapika çêdike her kes wî nasdike, muxtar jêre got:
Tûma ya te çiye, tu li çiyê xwe digere..?
Tûma ji muxtar re got: ez hevalê Feqe me.
Muxtar jêre got: kûçikê hil û heram, tu Feleyî û Feqê me
misilmane, hûn ji kû hevalê hevin..?
Tûma jêre got, hebek îşê min pêre heye, ez pêre digerim.
Li vir bistiranî tê gotin. Feqe û File misafirin hatin mala
muxtar bimêvandarî, muxtar gote Tûma rûne lê cihê te di
odê de nîne, haha tê firavîne rûne li irif û adetê…?
Muxtar bigotin ji Tûma re got: li ser vî kurtanê kerê li
devê derî rûne, cihê te li odê tune, ev Beg û mamûr û
Eşrefin timam rûniştîne, tu nikarê herê nav wa rûnê?
Tûma ma ji der ve û Feqe çûye odê.
Tûma li devê derî rûnişt, mirîşik çîçik û kûçik li dora wî
hatin hev....
Bistiranî: Feqe meyzand menha wî û Filehê wî ji hev bû,
Feqe Mihemed bakir wa muxtarê li te ser serî, çima te
Filiehê min hişte li ber derî, te divê em ji mal derkevin ji
mala te herin tu qebûlnake ji mer xizmetî...?
Muxtar jêre got: Feqe Mihemed ezbenî, emir bike weka
hespa min bar bike, li vî kendalî min sar bike qebûl dikim
ser rayetî.
Feqe got: muxtar Filihê min birçiya, wî têr bike, cihê wî li
oda jor bike, mifya odê teslîm bike, da qet lê nebe ezyetî.
Feqe got: muxtar?
Muxtar got: belê Feqe.
Bigotin: Feqe got wextê tu qîmetê min digrê, yê Filehê
min jî bigre, cihê Filehê min li cem min li oda roj deyne,
berin û mehfûra bidiyê derî mifte bike û mifta di ser derî
re bidiyê, da qenaheta dilê wî bikeve cih, ku misilman wî
nakujin, muxtar tu vê nekê ezê ji mala te derkevim..!
Muxtar gote Feqe; belê ezbenî.... Bistiranî: Li vir muxtar
bi stiranî badike Tûma û dibere tehna didiyê, dibêje wa
Fileh va ji tere va ber û mehfûra, wer vê oda miqabil lê
sebera Feqe gelek bi te tê… Muxtar berê xwe da Feqe û
jêre got: ev şuxlê tu dike bê heqe, weleh filehê te Tûma
Filehek mutleq bihna kufara ji Filehê te tê?
Dema kû muxtar ev tehin da Feqe.. Feqe bihtir aciz bû.
Ehlê gund jî bihîstin kû yekê Fileh li mala muxtêre, ji hev
re gotin ka em herin wiyê Fileh bikujin...!
Gundî tev hatin dora mala muxtêr, her yekî ji wan tiştek
bi xwe re aniye da pê yê Fileh bi kujin....hina ji wan ji
muxtêre got em hatine, ka wî Filehî bide me em ê wî
bikujin...?
Muxtar ji wan re got, herin malê xwe ji êvara Xwedê ve
ez û Feqe Mihemed ê Ertûşî bi hev ve, Feqe qebûl nakê
yan divê pêşî em Feqehê xwe bikujin û dûvre yê Fileh
bikujin, yan Feqe qebûl nakê kes tiştekî ji Filehê wî bike..
Feqe ji tehnê muxtar aciz bûye dixwaze bersiva wî bide.
Li vir bistiranî jêre dibêje. Feqe hêdî hêdî dikene muxtar
jêre dibêje ezbenî qey tu bi çi dikenî?
Feqe jêre dibêje; wa muxtarê ser û rû reşî li vî çepelî li vî
qeşmerî vî qasî aqilê min bi wiha bi te tê ez dizanim tu
van kafira wek marê reş dibînê...
Feqe got: muxtar?...
Muxtar got: belê Ezbenî.
Feqe got: Muxtar qatî aqilê min wek yê te tê ez dizanim
Tûma mutleq kafire, weka va gurê pîrê dikevin şikeftan
de ta heywanek bikeve nav destê wan de, ji wan jî pîstir û
bê ojdan tire, ji va pîre marê hajî yê kû xelik dibêjin wek
teyara difirin xirabtire, lê muxtar wek bavê me Îbrahîm
Xelîl Eleyhî selat û we Selam kû şexsê kafir, lê bû mêvan
jê sûalkir xwarina wî danî ber gotiyê tu çi miletî tê herê
kûdê tu çi dikî?
Yê mêvan jêre got: ez kafirim, ez îmanê bi senema tînim?
Îbrahîm pişta xwe da mêvanê xwe, dema kû pişta xwe
dayê yê mêvan ji xwe re got dêmek dilê wî ji min re
naxwazê, ez jî xwarina wî naxwim, da xwe ji mala wî
derket. ................ dûmahiyek heye...............
10
hejimar "64" ççççîrrrrooookkkk Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Mîrza Husên mirovekî xebatkarbû, gelek kar di eynî
demê de dikirin, şev û roj dikirin yek, ta ku çend dikanên
wî li bajarê Amûdê çêbibûn, ewî di gelek hawan de
kardikir, wekû firotina çaw, firotina beştan bo avakirina
xanîyan, û di berde de jî terzîtî dikir..
Hêdî-hêdî dewlemend dibû, û bazirganîya wî jî mezin
dibû, herwiha bajarê Amûdê jê re biçûk dibû. Gelek caran
ji xwe re digot, ezê tîcareta xwe bibim bajarê Qamişlo, ji
ber ku pêşeroj herdem xwe li bajarê mezin digre.
Bajarê Qamişlo di salên çilî de ji sed sala çûyî de, nû ava
dibû, hino-hino mezin dibebû, û xelk xwe lê digirtin,
sînorê serxetê jê re vekirîbû, herwiha sînorê Îraqê jî. Wilo
bajar difûriya û bazirganî lê xurt dibû.
Rojekê Mîrza Husên ji jina xwe re Nûrka Elîkê re dibêje;
Jinê, ezê barkim bajarê Qamişlo, ji ber kar û bazirganî li
wir baştire, ka tu çi dibêjî?.
Nûrka Elîkê jî nuh di nav cîran û hogiran de bi xwe hest
dibû, ku jina mirovekî dewlemende, hevalên wê çêbibîn,
halê wê xweşbûye, zarokên wê li dora wê ne, nedixwest ji
cihê xwe bilive. Gote mêrê xwe, tu bi tenê here Qamişlo
û cihê xwe serrastbike, û hin caran serdana bide me, bê
ka Xwedê çi dikî.
Mîrza Husên, yek nekir dido, di cî de, hemî mal û
mewdanê xwe firotin û berê xwe da Qamişloka rengîn. Li
wir dukanek çaw ji xwe re vekir, û xanîyek kirî, û dest bi
bazirganiya xwe kir,.. Xwedê li riwê wî nerî, karê wî roj bi
roj biserdiket, bazirgan ji hemî bajaran dihatin cem Mîrza
Husên, û bi taybet bazirganeke ji serxetê herdem dihate
cem wî, û pê re bibû heval. Navê wî bazirganî Mehmûdê
Ozel bû. Herdûkan demeke baş bi hev re derbaskirin,
bazirganiya xwe dikirin, li cem hevbûn, xwarin bi hev re di
xwarin.
Mîrza Husên herdem xwarin li Sûkê dida hevalê xwe.
Rojekê hevalê wî jê pirsî; Mîrza Husên Wileh em ji
xwarina sûkê aciz bûne, ma ka kevaniya te tuneye, ku
xwarinekê li mal ji me re çêkî?. Mîrza Husên lê vegerand
û got; Kevaniya min ligel zarokên xwe li bajarê Amûdê
dimînin, ez her heftîyekê carekê serdana wan dikim, ez li
vî bajarî bi tenê me.
Hevalê wî Mehmûd pêşinyarek da ber û gotê, tu çima
nake du jin, yek li vir û yek li Amûdê, û vaye Xwedê li te
hatiye rehmê, tu mirovekî zengîne, tu dikare sê-çar malan
bi hev re xwedîbike.
Dilê Mîrza Husên lê da, û bêhna eşqê avête pozê wî, riwê
wî geş bû, baweriya wî bi zilambûna wî mestirbû. Rabû wî
Ebdulbaqî Huseynî
ÇIRÎSKA ZÛ VEMIRÎ
jî di nav henek û geneka de, ji hevalê xwe pirsî; ma tu
kesekî nasdikî, ku keçeke wanî delal heye, ku ez ji xwe re
bikim jin?...
Mahmûd Ozel lê vegerand û got; belê, biraziyeke min
heye keça birayê min Salih e, wekû gurçîyekê ye, ku tu
sûretê (wêneya) wê bibîne, tê dîn bibe.
Demek tê neçû, Mahmûd Ozel sûretê biraziya xwe ji
Mîrza Husên re anî. Dema Mîrza Husên çav li sûret wê
ket, hiş û aqil di serê wî de neman. Yek-ser gote hevalê
xwe; divê ez zû ne dereng vê keçê ji xwe re bînim. Apê
keçkê ji hevalê xwe re got, bes qelenê vê gelekî girane.
Mîrza Husên destê xwe li sênga xwe xist û got, ez hazirim,
ku ez sed zêrê reşadî pê bidim. Û bi rastî jî qelenê biraziya
Mahmûd Ozel (Çirîskê) sed zêrê reşadî bû.
Mîrza Husên û Çirîskê di riya sûretan de hevdû dîtin, û bi
hev razîbûn, digel ku temenê Çirîskê wê demê hîjde salî
bû, û temenê Mîrza Husên zêdî pênçî salî bû, lê dîsa
Mîrza Husên mirovekî ne bes dewlemendbû, lê mirovekî
li ser xwe bû, ronahî ji rûwê wî dibarîya, zilamekî pir
çeleng bû, gelek jin di hisretan de bûn, ku ew jê re bibin
jin, lê ewî qîma xwe bi her yekê nedianî.
Dema Çirîskê ji serxetê hate binxetê, ewê li malekê
mirovên wê de danîn, êşîra malbata wê li binxetê
nerazîbûna xwe li ser vê zewaçê kirin, û gotin çawa ev
keça bedew û biçûk wê bibe jin ji vî zilamê mezin re, ew
di temê xwe de wekû bavê wê tê,.. Di wê demê de jinên
eşîrê ketin bin Çirîskê û jê re gotin, xortên meyî biçûk
hene, di temenê te de ne, em karin te li yekî ji wan meher
bikin, û tê bibe bûka me, çêtire ku tu bibe bûka xerîban.
Çirîskê bersiva wan da û got; Ez ji bo vî mêrî hatime vir,
pîrka min û kalkê min û herwiha apê min hemî razîne, ku
ez ji vî zilamî re bim, ez nesîbê wî me.
Çirîskê û Mîrza Husên zewicîn. Wê demê Mîrza Husên ev
helwesta Çirîskê bi gelekî berbiçav girt, û di eynî demê de
helwestek ji mirovên wê yên li Qamişlo stand.
Mîrza Husên û Çirîskê çend roj û şevên xweş bi hev re
derbaskirin. Nûçeya zewaca Mîrza Husên giha Amûdê,
jina wî a kevin Nûrka Elîkê pê bihîst. Ewê yek nekir dido,
rahişte xwe û zarokên xwe û hate Qamişlo. Gote mêrê
xwe, xelas tiştekî me û Amûdê bi hev re nema, emê bi te
re û jina te a nû re xwedî bibin. Nûrka Elîkê ev gotinan
dikirin, û di nava xwe de wekû tenûrekê tijî agir diçiqçiqî.
Mîrza Husên gelek qedir û rêz ji Nûrkê re digirt, ji ber diya
zarokên wî bû, û gelek salan di xweşiyê û talîyê de bi hev
re mane. Mîrza Husên rabû hevsarê malê xiste destê wê,
û Çirîskê bi awayekî ji awan kete bin dest û rehama
Nûrkê. Çirîskê ev jiyan nedîtibû, digel ku bav û diya wê
hevdû berdabûn û ew li cem kalik û pîrka xwe xwedî bû,
lê ew ji tiştekî ne mehrûm bû, jiyana wê xweşbû, bajarî
bû, di dema xwe de diçû dibistanê û çend pol jî
xwendibûn, û xwendina quranê jî dikir, ta bi cil û bergên
wê jî ne mîna cil û bergên binxetyan bû, şaristanîbû. Lê
Mîrza Husên biryara xwe da, ku Çirîskê bike kopî ji Nûrkê,
ji dêvla ku ji şaristaniya wê sûdeyekê bigrin, ew li paş
xistin û bi rengekî ji rengan ew kire ”gundî”.
Çirîskê herdem bi hisreta jiyana xwe a berê de bû, digel
ku Mîrza Husên jê hezdikir, û gelek caran wê bi ser Nûrkê
de jî didît, lê Çirîskê ji jiyana xwe aciz bû û herdem nifir li
bavê xwe dikir, ku ew avêtîye vê ”cehnemê”.
Çirîskê, ew keçka bajarî, bû bêrîvanek ji Mîrza Husên û
jina wî Nûrka Elîkê, çimkî heywanên wan hebûn. Ew
dişandin çolê da ku giya ji pezê wan re bîne. Çirîskê ev
qebûl dikir, da ku şer di navbera wê û hewya wê de
çênebe. Lê Çirîskê ji ber hisin û cemala xwe, ji ber şox û
şenga xwe, ew ji nerîna xelkê xelas nedibû. Hin caran
zilamên taxê bela xwe lê didan, dema wê bi tenê didîtin,
lê ewê qebûl nedikir, û jineke gelekî bi namûsbû û ji
Xwedê ditirsiya. Gelek caran ji hewya xwe re digot, ez
naxwazim herim çolê û giya ji heywanên te re bînim.
Hewya wê jî gazinên wê bi Mîrza Husên re dikir. Ev dibû
sedema şerekî di navbera wê û mêrê wê.
Dawî Çirîskê ji Mîrza Husên re got; bavo tu dixwaze ez
namûsa xwe li ser anîna giya daynim, gelek zilam çavên
xwe berdidin min, dema min bi tenê dibînin.
Mîrza Husên, çîroka anîna giha ji sewalên Nûrka Elîkê re
fêhmkir, rabû ji Nûrkê re got; tê nema ji Çirîskê bixwaze
ku here giya ji te re bîne, eger ew bi kêfa xwe çû, bela
here, û eger na, tu nikare wê mecbûr bikî. Herwiha tucarî
ez qebûlnakim ku bi tenha xwe jî here, jineke ciwane, tu
dikare qîzeke xwe an bûkeke xwe ligel wê bişîne, an jî
mecbûrim ku şivanekî ji we re peydabikim, û hûn hew
herin çolê bo komkirina giya ji sewalan re.
Nûrkê, dema ev gotin ji Mîrza Husên bihîstin, gelekî
engirî, û di ber xwe de bitebit kir û got; erê bavo, em
dizanin ku jina te biçûke û spehîye, kes wê naxwe, ku ev
qasî dilê te bi ser ve ye.
Çirîskê gelek roj û şevên nexweş bi hewya xwe re
derbaskirin. Hin caran bêriya malbata xwe li serxetê dikir,
hin caran bi dizî diçû cem wan mirovên xwe ên li
Qamişlo,.. mirovên wê gelekî jê hez dikirin, û jê re
digotin, kengî tu aciz bû, ………..Rûp 11 ………..
11
hejimar "64" ççççîrrrrooookkkk Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Selah Mihemmed
Xewnên şşşşiyariyê
Carekê ji cara, xweşî li hazir û guhdara. hebû yekî feqîr û perîşan, bi xwe û kufletê
Xweve li gundekî, tu kar ne dikir, ji ber ku ew gund kar têde nebû, carekê ji cara
kebaniya wî jêre got:
- kuro derabe tijî mîna vaqas kesa berê xwe bide bajîr, di be ku tu ji xwere karekî bike,
em di vê perîşaniyê de mirin, û zarokên me şewitîn.
malxo lê vegerand û got:
- bi xwedê xebera teye hurme, bê kar na qede, ev zarok birçî û tazî nabin
- te ji pêşîde bi a min kiriba dibe ku niha rewşa me xweş bûna.
- de ka rabe ji nihade kar û marê min bike, û cil û milna ji min re bixe tûrikekî de, da ku
sibehê ji wî serîde rabim û berê xwe bidim bajêr.
kebaniyê rabû hinek hûr û mûr û cilin jêre kirin tûrikekî, û jêre amede kir. sibehê ji wî
serîde malxo rabû û xatir ji zarok û pîreka xwe xwest, û berê xwe da bajêr, û bi rê ket.
bi rêde pêrgî rêwiyekî bû û bi hevre bûn heval, û dane ser rê û berî dan bajêr. piştê
gihan bajêr herdû ji qut bûn û her yek bi riyekê de çû.
Zilamê belengaz ma li celda, wê bi kûve herê, li ser rikinkekî rûnişt û pûnijî,
belengaziya xwe anî bîra xwe, û zarok û jina li gund hiştî, kete xeyalan, pêlên xema ew
birin û anîn, kete deryak kûr û bê binî.
lê careka din li xwe vegeriya dît ku hîna li ser rikink rûniştiye. careka din çavê xwe
girtin daku xewneka din bi bîne, lê vê carê dît ku li panavekê Rûniştiye, li dora xwe
nerî ku hawirdora wî valeyiye, wê demê kete ramanan, ka wê çibike û çi neke.
şiyê danê. Di demeke kurt de, ew derman bû jehr û kete
laşê Çirîskê,.. Mîrza Husên hweildanên xwe kirin, ku ku
Çirîskê rehet bike, lê bi derengî ket, û qederê ew zû-zû ji
Mîrza Husên stand. Çirîskê canê xwe sparte banê gerdûn,
û pênç sêwî bi dû xwe ve hiştin, û kulek mezin di dilê
Mîrza Husên de çand.
Mîrza Husên, ta demeke dirêj ji koçkirina Çirîskê bi ser
hişê xwe ve nehat, çimkî jiyana wan herdûkan bi hev re,
ne zêdî deh salan bû, ewan hîn baş hevdû nasnekiribûn,
lê ewê penç ”bîranîn” bi dû xwe ve heşitin, ew bûn sebir
û arama Mîrza Husên. Bi dû mirina Çirîskê, ewî soz da
xwe, ku nema tu jina bîne, û wê guh bide zarokên wê, û ji
wan re bibe bav û dê di eynî wextî de. Û bi rastî Mîrza
Husên, li ser gotina xwe ma ta ku mir, ewî tu texsîrî
nexiste jiyana zarokên Çirîskê, digel ku deh zarokên wî ji
Nûrkê hebûn, ewî gelek dema xwe da wan, ta ku bi firê
ketin, û tucarî nedihiş ku dilê wan bimîne. Ta ku mezin jî
bûn, ewî herdem di xema wan de bû, û pirsa wan dikir.
Ji ber ku laşê Çirîskê gewre, cermê wê ji hirîya wî berxê
mirarî hemî sor dibe. Çirîskê zanebûna xwe bikaranî û ji
bûka Nûrkê xwest, ku hinek arî tevlî xwê bike û bîne, da
ku laşê xwe pê bifirkîne, û ew sorbûn here. Dawî ji wê
sorbûnê xilas bû. Mîrza Husên û Nûrkê ji zanebûna Çirîskê
matmayî mabûn. Nûrkê di dilê xwe de digot; min digot
belkî wê bi vê sorkê bimra, lê ewê wek cinîyekê xwe jê
rehetkir.
Çirîskê gelekî bi zarokên xwe şa nebû, digel ku Mîrza
Husên xaniyekî cuda jê re veqetandibû, piştî ku gelek şer
û pevçûn di navbera wê û hewya wê de çêbibû, û piştî ku
Nûrkê û bûkên xwe li Çirîskê bibûn yek. Çirîskê jî ji ber
gelekî bi fedîbû û kubarbû, ewê tucarî gazinên xwe bi
Mîrza Husên re nedikir. Hemî qehra xwe di nava xwe de
dihişt.
Rojekê Çirîskê nexweş dikeve, û kurçikê wê diêşin, ewê ji
fediya nedigot, ku xwîn bi mîza wê re tê, ew birin cem
textoran, ê textor tiştek jê fêmnekir, û texmîna
nexweşiya Tîfo kir, ku pê ketiye, rabû dermanê vê nexwe-
were cem me, çi ji te re lazim be, em karin alîkariya te
bikin.
Çirîskê ew bêhnvedan li cem van mirovên xwe didît, hin
caran bi hinceta ku wê here avê ji çem an ji cem hin
kesên ku bîrên wan hene, bîne, ewê serdana mirovên
xwe dikir, û mirovên wê ava wê jê re peydadikirin.
Çirîskê çar keç û kurik ji Mîrza husên anîn, dema Çirîskê
kurê xwe piştî sê keçan anî, Mîrza husên werqeke zîv da
”dayka” ku alîkariya Çirîskê di zabûna wê de kir. Wê
demê Nûrkê ev bihîst, qiyametek bi serê Mîrza Husên de
anî. Bi zor û heft bala ta ku Mîrza Husên bela wê ji xwe
vekir.
Nûrkê herdem bela xwe li Çirîskê dida, çi karekî giran
hebû dida ber wê. Rojekê ji rojan şivanê Mîrza Husên
xeberê dişîne malê û dibêje, ku berxek ji berxan ber
mirinê ye, werin wê bibin. Radibe Nûrkê ji Çirîskê re
dibêje, tê here wî berxê mirarî bîne, Çirîskê mecbûrdibe,
keça xwe a mezin bi xwe re dibe û berê xwe didin berîyê
li bal şivan. Radihêje wî berîx li ser pişta xwe dike.
Çirîskê jê rehetkir.
ji xwere endezyar anîn, hosta, şagirt. û dest bi lêkirina avaya xwe kir, û lêkir avaya xwe
gihand taqa hefta, bi cam û kevir kir, xulam û cêrî anîn qehweçî li hev diqelibîn, selefên
siwaran di hatin û di çûn, zarok li dora wî bi kêf û şahî di rûnin.
Rojekê dît va siwarek hat û li ber derî sekinî, ji xulame re got: ka bakin xudanê vê
avaniyê, xulama bi lez çûn bakirin xwediyê avaniyê Gava ber bi siwar ve hat û li ber
sekinî, û serê xwe rakir dît ku va hevalê wînî rê di ser serê wî re sekiniye. jêre got:
- hevalê rê çidikê li vir?
- ma ez çidikim li hêviya karekî me.
- ax heval kanî kar?
bîstikekê Man rawestiyayî û hevalê wî jêre got:
- tu çi kare bike?
- karê mila ez karim bikim, û blî wê jî.
- heval ez hal xweşim, were bamin.
- çi karî bikim?
- kirîn û firotin.
- zor başe.
piştî demekê rewşa wî xweş bû çû zarok û jina xwe anîn, û bû xwedî her tişt. û di ber
xwede got:
“xerîbo mifayo bav û birayo“
12
hejimar "64" ççççîrrrrooookkkk Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
13
Cankurd
Seriyê di avê de Birr 2
Di tariya şevê de, li binê kelehê, şalyarê şah, ku rûyê xwe
pêça bû, di ser pileyin kevirî re hêdî-hêdî daket binê
zindaneke tarî, lihêmî, û gellek kûr di binê zevînê de. Ji
dergevanekî, ku li pey wî bû, pirs kir: “- Kîjan girtî ji van
girtiyan Hoşmendê pîr e?!”
Dergevan çû nav komeke mirovên rûniştî, ku rihên wan
wek dûvên hespan dirêj bûne, goşt bi hestiyên wan ve
nemaye, didanên wan ketine, rohnî di çavên wan de
vemiriye û bihneke genî ji kul û birînên wan tê, seriyê
qamçeya xwe da ser milê yekî ji wan û gote şalyarê
xemgîn û bêdeng mayî: “-Ev hoşmend e, seydayê min!”
Şalyar gotê: “-Ka bîne, bila em herin.”
Hoşmend bizava xwe kir, ku ji ciyê xwe rabe, lê bê
alîkariya wî dergevanî nikarî bû, ji ber ku hêz û kanîna wî
nema bû, ew gellek jar û westiya bû, wek sepeteka
hestiyan bû. Dergevan ew bi xwe re rakişand, li pey xwe
xuşand, di wan pileyên Piçûk û teng re ji jêrzemînê
derxist, bir hindirê maxeke bêtir rohnî tê de heye. Şalyar
gote dergevanên zindanê, ku dixwestin bizanin, wê
şalyar çi bîne seriyê wî mirovî, ku li ber mirinê ye: “-Herin
ji vir! Karê we li vir nîne.”
Piştî dergevan ji maxê çûn, bêdengiyê perdeya xwe
berda ser wan û taveke rohniyê di taqekê re perrên xwe
avêtin ser wan herdukan, şalyar gote Hoşmend: “-Bo min
gotin navê te Hoşmend e. Eger tu rast Hoşmend ba, te ev
seriyê bêyûm nedihanî, te xwest, ku tu bi rêya serî bibî
hêzdar û maldar, li şûn hêzdarî û maldariyê, tu ket vê
çalê û nema tu rohniyê careke din dibînî, şahê me hevalê
te yê qelew Xurmend avêt ber lingên şêr û pilingan û yê
din Harmend ji ber xiniziya xwe şêt û dîn bû, jin û
zarokên wî ew ji mal der kirin, bi çol û çolistana ket,
sernizim û rêwinda, tî û birçî, û li dawiyê li bin darekê diz
û keleşan ew girtin û bi dar ve kirin. Ma ev hoşmendî
ye?!”
Bi dengekî jar û nizim Hoşmend pirsiya: “-Tu niha çi ji min
dixwazî?! Di tariya vê zindanê de, piştî van gellek salan
hîn jî poşmanî roj bi roj dilê min diçirîne, hinavên min biz
dide û hestiyên min dihêre. Ma ji vê bêtir êş û wêranî
heye?!”
Şalyar gotê: “-Erê...heye... Tu nizanî bi wî serî çi li derve ji
zor û sîtemkariyê tê kirin!! Û êşa mezintir ewe, ku em
kesek nikarin tiştekî bikin, em bêhêz û bêçare mane. Ji bo
vê ez hatime ba te, dibe tu çareyekê bibînî.”
“- Çima ez, ma ji min pê ve kes nemaye rê û çareyan li
ber we veke?”
“- Hoşmend û zanayên me newêrin devêd xwe vekin,
ewê ku li dij vê xişimê derdikeve bi rêya seriyê, ku te
dîtiye û aniye, tê kuştin. Hoşmend û zanayên me neman.
Eger tu alîkariya min bikî, ez ê te azad bikim.”
Pîremêr piçekî bêdeng ma, dawî got: “-Eger tu dixwazî
min ji vê tariyê azad bikî, tuyê min bikujî, bila canê min
vehese ji van êş û kelemên di hindirê dilê min de.
Azadiya min ewe, ku ez ji vê tariya hindirê xwe vehesim.
Çendîn ez bijîm, ewqas ez di hindirê xwe de dinalim û
disojim.”
Şalyar destê xwe xiste berîka xwe û nameyek derxist,
xwest ku bide destê pîremêr, lê pîremêr nedît, tenê
xişexişa kaxedê di destê şalyar de bihîst, pirs kir: “- Ew
çiye?”
“- Ev nameyeke ji zarokên te de.”
“- Tu dikarî ji min re bixwînî?”
“- Ma tu bi xwe nikarî bixwênî?”
“- Ez çavkor bûme, seydayê min.”
“- Li min biborîne, min nizanî, ku tu çavkorî. Başe ez ê ji
te re bixwînim, lê tu yê alîkariya min bikî.”
“- Ez ê alîkariya te bikim, lê divê kesek nizanibe, ku ez
çavkorim, nabînim, lê niha ji min re nameya zarokên min
bixwîne, min pir bîra wan kiriye.”
Şalyar name da ber rohniya ku di taqa jorîn re dihat xarê,
û xwend: “-Bavê me! Bavo!” Pîremêr destên xwe dan ser
çavên xwe û guhê xwe da ser dengê şalyar, wî jî hêdî-
hêdî jê re name xwend...
*************************
Li eywana şahê zorbaz gellek peyrew û merivên xanedan
û serhêz û serleşkeran rûniştibûn, şalyar ji ciyê xwe rabû
û gote padişahê xwe, yê ku pir ji berê qurretir û
sermezintir rûniştibû:
“- Şahê min î hêja! Ez dixwazim mizgîniyekê bidim te li
ber van hemî peyrewên te yên dilsoz, ku min îro
bangewaziya wan tevan kiriye; li vir amade bibin, bo vê
nûçeyê, ku gihaye min bibihîsin û ez ji ber dilsozî û
wefadriya xwe bo padişahê xwe diyar dikim.”
Padişahê qurre berken bû û got:“- Tu dizanî, ewê min
bixapîne an derewan li min bike dê çi bi seriyê wî bê!”
“- Erê, ez dizanim, ewê bibe qurbana seriyê, ku tiştek
nikare lê binêre û her rohniyek li ber nêrîna wî vedimire,
her canek dimire. Eger tu destûrê bidî min, ezê ji şahê
xwe yî hêzdar û jêhatî re nûçeya xwe bibêjim.”
Çavên padişah livlivîn, lêvên wî lerizîn û got:“- Bifermû,
şalyaro! Te dilê min bi ser vê nûçeyê de germ kir.”
“Şahê min! Wek hûn dizanin, min çavik û guhikên xwe li
her ciyekî belav kirine, bo min tazetirîn nûçeyan tînin û bi
taybetî çi di nav neyar û dijminên we de tê rêstin û tê
jenandin.”
“- Erê, ez fêlbaziya te dizanim!”
“- Lê ta niha we hîn teviya jîrbûna min nedîtiye.Ezê îro ji
we re diyar bikim, ku ez çi dikarim bikim.”
Devê padişah, ku mîna devê qelazekî hişkbûyî vebû, piçekî
xwar bû, çovê wî di destê wî de lerizî û kabên wî jî hejiyan
û teviya dîdar û temaşevanan çavbeloq û guhpîç û bêdeng
li şalyarê fêlbaz nêriyan. Şalyar got:
“- Min ji hindir zinadnê bihîst, ku pîremêrek di tariya
binemaxeke piçûk de heye, ewî gotiye, ku sihira seriyê
mirovkuj îro bi êvarê re, dema ro diçe ava, namîne û
telasimê serî winda dibe û êdî bihna genî jê tê û her kesek
dikare lê binêre, kesek nema bi dîtina wî serî dimire.”
Eywana şah ji nişka ve bû gola req û beqan, hemî rûnişti
yan gotinên xwe li gel hev û din, bê westan û bê destûra
padişahî kirin.Padişah bi dengekî bilind li çepikan da, hemî
dîsa lal bûn û di ciyên xwe de rûniştin. Padişah got:
“- Ma ne ro çûye ava? Emê bibînin, ka serî mirovan dikuje
an ne!!”
Şalyar bersiv da:“- Ro hîn gazekê di ser asoyê çiyan re
bilind e. Bo bi cihanîna vê yekê, min ew pîremêr girtiye û
aniye li ber dergahê eywanê rawestandiye. Eger Hûn
bixwazin, bi fermana padişahê min, bila ew bi rojava re bi
xwe li hindirê sandiqê binêre, ka serî wî dikuje an ne.”
Padişah keniya û got: “- Ev ramaneke hêja ye.Ka wî bêhişî
bînin.”
Bi lez û bez pîremêr anîn li orta eywanê, li ciyê girtî û
destegîran derdixînin pêş padişahî, rawestandin. Destê wî
girêdayî, serînizim, rihên wî dirêj gihane ser kaban, bi
şêweyekî, ku kesekî tew nizanî bû ew kî ye.
Padişah gotê:“-Rast te tiştekî wilo gotibû, girtiyê bêhiş ?!”
“- Erê, şahê xûnmij û zorbaz, min ev gotiye û ez li ser
gotina xwe me.”
Dîsa bû gumgum û hêlehêl, lê padişah zanî bû, ku ew li
hember mêrekî bêtirs e, got:
“- Niha piçekî din ro dihere avan, ezê bibînim, ka te rastî
gotiye an ne derew. Ez dibînim, tu mêrekî bêtirsî, te çi
kiriye, ku tu wilo ji zû ve di zindanê de mayî, bihna genî bi
ser te ketiye?!”
“- Ez xudanê serî me.Ew serî yê min bû, ew hêz û kanîn ya
min bû, te ji dest min girt û te ez kirim vê rewşê.”
Padişah bi xeyd bersiv da:“-Bese, bese, Ro çû ava an ne,
bêjin!”
Şalyar gotê: “-Erê, şahê min! Ro niha di paş çiyayî de
winda bû û bi xwe re jîna derewkarekî rakir.”
Padişah bi hêrs serdevka sandiqê bi pozê çoyê xwe rakir, ji
nişka ve Hoşmendê çavkor guhên xwe bel kirin û zanî bû
sandiq li kî derê ye, û padişah bi qîrîn gotê:
dorbendên
hejimar "64" ççççîrrrrooookkkk Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
14
“- Were bi xwe li hindirê vê sandiqê binêre, li seriyê ku tu
dibêjî ew dêrînê te bû temaşa, ka te dikuje an na!”
Şalyar got:“şahê min! Eger tu destûra min bidî, ezê gavên
wî bijmêrim, ka ew çendîn ji mirina xwe ve dûr maye.”
Hemî keniyan û padişah jî bi wan re kire tîqetîq û vîqevîq,
zikê wî hilat û dahat. Şalyar dest pê kir, gavên pîremêr
bijmêre, pîremêr jî gav kir, bê ku kesek bizane, ew tew
nabîne, wî jî hîç korbûn li xwe bêlî ne kir. “-Deh, neh,
heşt, heft...”
Padişah keniya û got:“-Heft gavên te bo jîn ji dest danê,
bo mirdarbûnê mane, ma tu xatirê xwe ji me û mêvanan
naxwazî?! şeş, pênc, çar…” Bi şalyarê jêhatî re gavên
Hoşmendê pîr jimartin.
Li dawî ew giha ber sandiqê, seriyê xwe bi ser de xwar
kir, daxist hindirê sandiqê, carekê seriyê xwe rakir û dîsa
xist hindirê wê, bihneke naxweş ji serî hate bêvilên wî,
çenga wî giha qehfa serî, lê wî serî nedît, çavên wî yên ji
rohniyê zuwa bûne li çavên serî neketin. Gava padişah
wilo dît, êdî ji xeyd û tûrebûna xwe nema dizanî çi bike, ji
cih rabû, destê xwe avêt gurmikê piyê pîremêr û ew bi
şûn ve avêt û bi xwe beziya li hindirê sandiqê nêriya, bi
çavên xwe, cara yekem bû, ku serî dibîne û cara paşîn bû,
ku seriyekî bi çavên xwe dibîne, ji hindirê sandiqê ve du
tîrêjên ji rohniya kesk derbas bûn hindir çavên wî, ew li
ser piştê gêr bû, kir fixefix û puxepux, ket û mirdar bû,
yekser bê liv û bê şiv.
Teviya mêvanan ji cîh hilgavtin, lê şalyarê zana mîna
birûskê beziya, serdevka sandiqê, bê ku li hindirê wê
binêre, da ser devê wê, sandiq rakir û got: “-Ev dawî bû.
Di ciyên xwe de rûnin. Min bi pîremêrê hêja re peyman
daniye, ku gava em zorbaz ji ortê rakin, emê serî tev
sandiqa wî bavêjin nav agirekî tund, ku careke din kesek
jê netirse. Min gellek car gav bi gav eywan pîva bû û bi
Hoşmendê hêja re wilo dirêj pilan kiribû, ewê çewa
bibore, çend gavan bavêje, bê ku kesek li korbûna wî
hişyar bibe.Niha jî we bi çavên xwe dît, çi bi seriyê
zorbazekî hat. Min hêza wêranker û ahrîmanî naxwazim,
min naxwazim, ku gel û nijadên din ji me bitirsin, min
naxwazim em her û her di ceng û gengaşiyê de bin dij
mirovên din, dij hev û din, min naxwazim bi darê zorê gel
li pey xwe rakişînim.
Divê em niha jiyaneke nû ava bikin, bi biratî, bi aşîtî, bi
mirovatî. Divê her kesek mafên xwe û histobariyên xwe
binase û em tev bi hev û din re mîna neteweyeke ji pola,
hevgirt û yekdest, di cîhanê de bên naskirin.Bi zor û
sîtem û tirsê, bi lêdan û kuştin û bêparkirina gel ji
heyînên wî, bi ezezî û çovhejandina ser seriyê gel re, em
nabin mirovên hêja û ji vê pirtir nema ez tiştekî din
dibêjim.”
Ji orta eywanê dengekî bilind hat, xortekî tijî jîn û
kefteleft, got:“-Bijî biratî, bijî aşîtî, bijî mirovatî.”
Yekî din bang kir:“- Fermû em di nav xwe de padişahekî
hilbijêrin, ku ji bo van armanc û axazan bixebite, welatê
me biparize, me bigihîne hev û din, çewtiyên me rast
bike û di pêş me de alaya azadiyê, pêşketinê û mirovatiyê
hilde jor.”
Hemî bi vê yekê dilxweş bûn, hêstir ji çavên şalyarê zana
barîn, destê xwe di qirka Hoşmendê pîr re bir û gotê:“-
Were em berî her tiştekî biçin seriyê mirovkuj û termê
şahê zorbaz bavêjin nav agirî, weku me berê Zehak
sotandiye bisotînin û xuliya wan bavêjin derveyî keleha
xwe û divê tu bitî şuştin, divê te derman bikin û zarokên
te ji te re bînin, tu bihna xwe bi wan derînî û dest bi
jîneke nû bikî. ”
Hoşmendê pîr bi dilekî xemgîn got:“- Ezê pir dilşad bama,
ku we seriyê min jî li gel termê şah û li gel seriyê mirovkuj
bavêta nav agirê. Ezî poşman im.”
Şalyar gotê:“- Gava tu destê xwe di destê min kî û em
jîneke nû bo gelê xwe ava bikin, emê kul û janên xwe ji
bîr bikin û bi hev re serbilind bin, emê bibêjin: “Vaye me
rêya xwe rast kir, me welatê xwe rizgar kir û me rûmeta
xwe parist û paqij kir.”
Pirtûkên nû… Pirtûkên nû… Pirtûkên nû…Pirtûkên nû… Pirtûkên nû… Pirtûkên nû…Pirtûkên nû… Pirtûkên nû… Pirtûkên nû…Pirtûkên nû… Pirtûkên nû… Pirtûkên nû…
hejimar "64 LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
15
5. Û wisa ji… (Li şûna peynivîsarê) Bi rastî, Zerdeşt ne ku tenê pêxember, lê, her weha,
bîrewarekî gewre ye. Ramanên wî hêjayî û girîngîya xwe
ya jîyanî îro jî winda nekirine. Û, her çiqas, hezarsal me ji
serdewrana jîyan û erkadarîya Pêxember cuda dikin, lê
mirovê hê gelek caran berbirî rûpelên jînenîgarî û mîrasa
wî ya rewanî bibin, û ramanên pîroz, nirxên rewanî û
hêza sazûmandarîyê ji wira hilçinin…
Di goveka vê lêgerînê da min li ser astên cuda û di nava
govekên cuda da hinek dane û zanîyarîyên demên cuda
analîz kirin, gihîştim hinek encaman û nêrînên xwe di
derbarê dîtin û nêrînên cuda yê lêgerînên vê mijarê da
anîn zimên…
Ez bi bawer im, ku kesên pispor dê hîn nêrînên xwe yên
bi zanistî misoger bibêjin, û ev mijara dê hîn jî di nava
goveka bala lêgerînerên zanistî da bimîne û dê ji vir û
pêva jî pêşbikeve…
Lê min dixwast li vira hinek mitaleyên xwe bi
xwendevanên hêja ra parvebikira, ên ku di pêvajoya
lêgerênên min ên vê mijarê da peyda bûne. Û bi dîtina
min, ewê ne tenê ji bo pisporan balkêş bin…
а) Ya ku zerdeştîyê ji olên kevneşopî cuda dike, çi ye?
Her çiqas, ji hêla hemûyan va tê zanîn, ku zerdeştîyê
bandoreke berbiçav li ser xrîstîanîyê, îslamê û
bîrûbawerîyên dinê hiştye, lê, dîsa jî, ew bi bingehîn ji
olên kevneşopî cuda dibe: eger di olên kevneşopî da
Xwedê xweyî û padişah tê hejmartin, û bawermend jî
qûlê wî ne (kole, benî, bende, evd), lê, anegorî
bîrûbawerîya zerdeştîyê, Ahûra Mazda Xwedayekî
bîrewar û rast, qenc û dilovan e, û mirov divê xwe li rêya
wî bigire, lêbelê, ew di biryara xwe da serbest e, û xwe
kole an xulamê Xwedê hîs nake…
б) Êzdîtî û reform… Di dîroka xwe ya hezarê salan da êzdîtî du caran hatye
reformkirin: cara yekem, derdorê 2600 sal berê Zerdeşt
pêxember bi rêya rêformkirina êzdîtîyê, li ser bingeha
bawerîyên wê yên xwezayperest bîrûbawerîyeke nû saz
kirye, ya ku îro wek zerdeştî tê zanîn. Û zerdeştîyê jî paşê
bandoreke mezin li ser ramamna felsefî ya Rojhilat û
Rojavayê hiştye, lê pirtûka wê ya pîroz “Avêstayê” jî, wek
berhema nebînayî ya hizira rewanî ya kevnar û
afrandinên wêjeyî û hunerî hatye naskirin... pirtûka
Cara duyem êzdîtî di sedsala XII a serdema me da ji hêla
Şêx Adî va hatye rêformkirin, û di encamê da ewê nîgara
sûfîzma îslamî wergirtye, bi piranîya têrmîn û têgehên
îslamî va, û îro êdî di bin navê êzîdîtîyê da (yêzîdîzm) tê
zanîn… [Li çavkanîya 14. û nasîya ** binihêrin!].
в) Zerdeştî û Îştûvêgûyê (Astîag) padişahê dawîyê yê
Medyayê.
Wek kû êdî hatye gotin, zerdeştî di Medya kevnar da saz
bûye û ji sala 588an berî serdema me va destpêkirye, di
nav gel da belav bibe, dema piştovanê Pêxember,
padişahê Medyayî Kavî Vîştaspa (Kîaksar) bîrûbawerîya
wî pejirandye… Di dema Kavî Vîştaspa da jî zerdeştî bûye
ola dewletê. Peyra ev bîrûbawerî di nava gelên cuda yê
împêratorîya Medyayê da jî belav bûye.
Û, piştî çar salan, dema Kavî Vîştaspa dimire, şahzadeyê
ciwan, Îşûvêgûyê padişahê pêşerojê yê Medyayê êdî
bibûye bawermendek bi bawer ê ola zerdeştîyê, û di
jîyana xwe da bi tundî asa (norm) û ferzên wê olê
şopandye…
Di vê serdemê da, eger mirovek padişahê dewlet a
koledarîyê be û, di heman demê da, di derbarê cîhanê da
xwedî dîtinên weha be, ev rewş dê dijî berjewendîyên
tevahîya mirovên derdorên wî be… Lê, ya here sereke,
rewşeke weha, bi xwezayî, bi pergal û sazûmanîya
koledarîyê bi xwe ra di nava nakokîyan da bûye, û evê jî
di çarenûsa wî da rola xwe ya sereke lîstye, di encamê
da, wisa jî, di çarenûsa Împêratorîya Medyayê bi xwe
da…
Dema Qurûşê vassalê farsî, torinê Îştûvêgû (ê ku paşê
dibe Qurûşê II) li dijî kalikê xwe amadekarîyên delkbazîyê
dike, malmezinên medî (ên koledar) bi hêsane derbazî
terefê wî dibin, lewra ku, Îştûvêgû “...xwastye, hemûyan
fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bike, ku divê hebûna
kesekî ya cuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştî-
tomerî be. Her gotineke wî, her karekî wî vekiriî, li ber
çavan bûye. Tu ramanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne,
û her tiştê ku di dilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan
vekirî anye zimên: û ewî biryar dabûye, ku mafê dostan
heye, şev û roj bikevin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê
gotin, qencîya wî ya neqenc bûye” [30, rû. 89 - 92].
Û, dibe ku tê bîra xwendevanên hêja, min wê demê (di
xala 5. a beşê II ê vê gotarê da -http://www. Amida
kurd.net/qunciknivis/zerdeşt_p_êxember_ gelo_ em_
her_tiştî_di_ derbarê_ wî_ da_dizanin ) di dawîya vî
parçeyê ji pirtûka “Dîroka Ermenîs tanê” ya Movsês
Xorênatsî da ev gotin nivîsîbûn: “Balkêş e, ne? Ma,
Îştûvêgû di tevahîya dîroka mirovahîyê da çi ne serkêşê
ramana wekhevîya sotsîlî bûye?! Wek ku tê xuyan, hema
ev jî bûye sedema wê, ku mirovên nêzîk xiyanet li wî kirin,
bûne hevkar û hevparên derbekaran û bi wê yekê di
dîroka Împêratorîya Medyayê da xala dawîyê danîn”
Ew, ku di serdema koledarîyê da oleke weke zerdeştîyê,
ya xwedîya ferz û asayên dilovanî, mirovî û dadwerîyê
peyda bûye, dibe ku sureke dîroka mirovahîyê ye, ya ku
divê hê bê ravekirin û watedarkirin...
Dibe ku, ev yek dikaribû pêk bihata, ji ber ku Kavî
Vîştaspayê padişahê Medyayê bi xwe piştovanî li Zerdeşt
pêxember û bîrûbawerîya wî kirye û paşê jî, ew bi xwe
bûye yek ji bawermendên wê olê?...
****************
* Wek beşê yekem ê vê gotarê ev jî di sêrî a bi rûsî hatye
nivîsîn ( http://kurdpress.ru/?p=22623 ) û peyra hatye
wergerandin.
**... Îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê
ola gelê kurd a kevnar – êzdîtî – wek êzîdîtî (yêzîdîzm), an
ola êzîd, û navê bawermendên vê olê jî, wek yên êzîdî
dinivîsin.
Bi vê boneyê dive bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî
ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka netewî-olî bi xwe jî wek
êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn. Ji gelên cînar, ermenî ji
êzdîyan ra dibêjin yêzdî, lê yên dinê –yêzîd.
Divê bê gotin, ku tu grêfterîyek di navbera navê ola
kurdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola
Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê
gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî
Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji
peyverêza “Yê ez dayî” tê.
Paşê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey
hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, deng jê
werîyane, gihîştine hev û ew bûye peyvekê.
Peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe. Lê
Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra
Dr.Ezîzê Cewo
Awirek berbi cîhana kevnar va
ZERDEŞT PÊXEMBER GELO EM HER TIŞTÎ DI DERBARÊ WÎ DA DIZANIN?*
Xeleka dawî
Zerdeştî û gelê kurd: vejîyan, an veger?.
hejimar "64" LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
16
ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed
Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê
bûye.
Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sultan Êzîd) kurê
Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest
malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em
ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan
çê bûye. Hesenê kurê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê-
Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê
da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi
desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan
ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û
Êzîd dibe Xelîf (Sultan).
Lê ew pirs, ka gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa
anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji
bo wê nîne. Dibe ku ev bawerî dema rêformên Şêx Adî
anîbin nava ola êzdî, ji bo ku herçê êzdîyên ji tevkujîyan
firitîne, biparêzin, an jî…? Dibe ku zaniest îro ne amade
ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi
bawer bibêje, ku hîç pêwendîyek di navbera ola êzdî û
navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê kurd a berî
zerdeştîyê ye.
Têrmîn û navên bi vê olê ra pêwendîdar ên rast evin:
êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî.
(Ji gotara Ezîz ê Cewo ya “Êzdîtî”, rojnameya
«Свободный Курдистан»//“Kurdistana azad”, sibat,
2013 – bi rûsî).
Wêje û çavkanî 1. Альберт Олмстед «История персидской империи»,
Москва, 2012//Albêrt Olmstêd, “Dîroka Împêratorîya
farsan”, Moskova, 2012;
2. Бойс М. Зороастрийцы. Верования и обычаи,
Москва, 1987/Boys M., “Yên zerdeştî. Bîrûbawerî û
tore”, Moskova, 1987.
3. Большая советская энциклопедия, БСЭ, Москва, 1969 –
1978//Êntsîklopêdîya mezin a sovêtî, Moskova, 1969.
4. Гаты Заратуштры. Перевод с авестийского,
вступительные статьи, комментарии и приложения И.
М. Стеблин-Каменского, Санкт-Петербург, 2009//
Gatên Zardeşt. Werger a ji zimanê avêstî, gotarên pêşekî,
şirove û pêvek ên Î. M. Stêblîn-Kamênskî, Sankt-
Pêtêrbûrg, 2009.
5. Геродот, История//Hêrodotos, “Dîrok”.
6. Дандамаев М. А., Месопотамия и Иран в VII-IV вв.
до н.э. Социальные институты и идеология, СПб,
2009//Dandamayêv M. A., “Mêsopotanîya û Îran di
dewrên VII – IV ên berî s. d. da”, Sankt-Pêtêrbûrg, 2009.
7. Дорошенко Е. А., Зороастрийцы в Иране, М. 1982//
Doroşênko Yê. A., “Zerdeştî di Îranê da”, Moskova, 1982.
8. Дьяконов И. М., История Мидии, М. – Л., 1956 // Dyakonov.
Î. M. “Dîroka Medyayê”, Moskova –Lênîngrad, 1956.
9. Желтова Е. В., Античная традиция о персидских магах,
Санкт-Петербург, 2011//Jêltova Yê. V., “Kevneşopîya kevnar di
derbarê mogên farsan da”, Sankt-Pêtêrbûrg, 2011.
10. Заратуштра – Пророк Единого Бога//“Zerdeşt –
Pêxemberê Yek Xwedayî” – http: //www.
zoroastrian.ru/node/281
12. Заратуштра – пророк и праведник//Zerdeşt – pêxember û
hewarî – http://nervana.name/teachers/zara.htm
13. Ezîz ê Cewo, “Lê ka, êdî rastî li ku ma?”–
http://www.amidakurd.net/
qunciknivis/l%C3%AA_k_a_%C3%AAd%C3%AE_r_ast%C
3%AE_li_k_u_ma
14. Ezîz ê Cewo, “Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî,
û êzdîtî bê tunekirin û ji holê rabe?” - http: //
www.amidakurd.net/qunciknivis/çima_divê_yên_êzdî_
bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_
unekirin_û_ji_holê_r_abe; û rojnameya “Pênûsa nû”,
hejmar: 39 – 44 – http: //www.penusanu.com
15. Ezîz ê Cewo, “Ezdazanê ermenî yê destpêka sedsala
XX di derbarê êzdîyan û êzdîtîyê da” -
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ezdazanê_erm
enî_yê_destpêka _sedsala
_xx_di_derbarê_êzdîyan_û_êzdîtîyê_da ; û rojnameya
“Pênûsa nû”, hejmar: 51 – 52 – http:
//www.penusanu.com
16. Мирча Элиаде, «История веры и религиозных
идей», том I, Москва, 2002// Mîrça Êlîadê, “Dîroka olan
û hizra olî”, berga I, Moskova, 2002.
17. Мифы народов мира (Энциклопедия). Главный
редактор Токарев С. А., 1980/Mîfên gelên cîhanê
(Êntsîklopêdî). Êdîtorê sereke Tokarêv S. A., 1980.
18. Опарин А.А., Всемирная история и пророчества
Библии, Харьков, 1997//Oparîn A. A., “Dîroka hemcîhanî
û gotinên pêxemberane yên Êncîlê”, Xarkov, 1997.
19. Ричард Фрай, Наследие Ирана, Москва,
1972//Rîçard Fray, “Mîrasa Îranê”, Moskova, 1972.
20. Рыжов К. В., Все монархи мира. Древний Восток.
М., 2001//Rîjov K. V., “Hemû qralên cîhanê. Rojhilata
kevnar”, Moskova, 2001.
21. Соколов С. Н., Авестийский язык, Москва,
1961//Sokolov S. N., “Zimanê avêstî”, Moskova, 1961.
22. Соколов С. Н., Язык Авесты, Ленинград,
1984//Sokolov S. N., “Zimanê Avêstayê”, Moskova, 1964.
23. Страбон, География, XI книга, Москва,
1964//Strabon, “Erdnîgarî”, pirtûka XI, Moskova, 1964.
24. Тиханович Ю.Н., Козленко А.В. 350 великих.
Краткое жизнеописание правителей и полководцев
древности. Древний Восток; Древняя
Греция;Древний Рим. Минск, 2005//Tîxanovîç Yû., N.,
Kozlênko A. V., “350 kesên gewre. Bi kurtebînî di derbarê
jiyana desthilatdar û serekfermandarên cîhana kevnar
da. Rojhilata kevnar; Yewnanistana kevnar; Romaya
kevnar”, Mînsk, 2005.
25. Успенская А., Зороастризм за 90 минут, СПб,
2006//Ûspênskaya A., “Di derbarê Zerdeştîyê da – di
navbera 90 deqeyan da”, Sankt-Pêtêrbûrg, 2006.
26. Эндрю Коллинз, Падшие ангели, Москва,
2008//Êndryû Kollînz, “Firêştêyên ji jorda hatî”, Moskova,
2008 (wergera rûsî ya pirtûka Andrew Collins, “From The
Ashes of Angels”).
27. Энциклопедический Словарь Ф.А.Брокгауза и
И.А.Ефрона, СПб, 1890 – 1907 //Ferhenga êntsîklopêdî
ya Brokhaûz û Yêfron, Sankt-Pêtêrbûrg, 1890 – 1907.
28. Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistan bi kurtebirî,
Bruksel, 1995.
29. Մախմուդով Ն. Խ., «Քուրդ ժողովուրդը»,
Երեվան, 1959// Maxmûdov N. X., “Gelê kurd”, Yêrêvan,
1959.
30. Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն,
Երեվան, 1991// Movsês Xorênatsî, “Dîroka
Ermenîstanê”, Weşangeha “Hayastan”, 1990; têbînîyên
rûsî ji weşana wê ya rûsî: Мовсес Хоренаци, «История
Армении», Издательство «Айастан», 1990.
31. Սիոն Վարդապետ Տէր-Մանուէլեան, «Եզիդի
կուրմանժ», Ախալցխա,1910// Sîon Vardapêt Têr-
Manvêlyan, “Kurmancên yêzîdî”, Axaltsxa, 1910.
32. Ժամանակակից հայոց լեզվի բացատրական
բառարան (ՀԳԱ Լեզվի ինստիտուտ), չորս
հատորով, Երեւան, 1969 – 1980//Ferhenga êtîmolojî
ya ermenîya îroyîn (Înstîtûta zimên a Akadêmêya zanistê
ya Ermenîstanê), bi çar bergan, Yêrêvan, 1969 – 1980.
33. Էդուարդ Բագրատի Աղայան, Արդի հայերենի
բացատրական բառարան, Երեւան, երկու
հատորով – 1976//Ê. B., Axayan, “Ferhenga êtîmolojî ya
bingehên ermenîya îroyîn”, bi 2 bergan, Yêrêvan, 1976.
34. Աճառյան Հր., Հայերեն արմատական
բառարան, հատոր Դ, Երեվան – 1979//Açaryan Hr.,
Ferhenga êtîmolêgî ya binaxeyên zimanê ermenî, berga
4em, Yêrêvan – 1979
35. Աճառյան Հր., Հայոց լեզվի պատմություն, Ա
հատոր, Երեվան, 1940 թ.// Açaryan Hr., “Dîroka
zimanê ermenî”, berga I, Yêrêvan, 1940.
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
17
Cankurd
Evîna me
namire Mermer, kevir, hesin şikest
Şorişa me maye dirist
Hertişt, hertişt derbas dibe
Şoreşa me geştir dibe
Dijmin neyar ji ber revîn
Li wan hene dax û birîn
Herkes herkes me nas dike
Şoreş dilê me xurt dike
Balafiran hêriş dikin
Deşt û çiyan agir dikin
Her der û cîh wêran dikin
Şoreşa me xurtir dibe…
Emê hildin ala welat
Bo azadî, boyî felat
Hertişt hertişt bin ve diçe
Ala me her bilind dibe
Welatê xwe em distînin
Destên neyar em dişkînin
Herkes herkes duta dibe
Şoreşa me xurtir dibe…
1984
Ferhad îcmo Selah Mihemed
TEMENTEMENTEMENTEMEN Heger xwedê,
Temenekî dirêj da te,
Xeraba…
Fêrî qenciyê bik.
Û qenciyê,
Li qencan vegerîn.
Ezmanê dudiliyê,
Bi qêrîna,
Roniya stêrên rastiyê,
Bi xemilîn.
Ta ku yu kes.
Nikaribe, tif li rastiyê ke.
Talbûna rastiyê …
Bi hingivê zanebûnê,
Bişkîm.
Û li ser masên,
Dabaş bik
Heger xwedê…
Temenekî dirêj d ate.
Bera bêrîka te,
Ne dagirtî be,
Mane kefen bê bêrîkin.
Bera hêviyên hêja,
Sermiyanê tebin.
Û xweziyên destmêj girtî,
Omîd û daxwazên tebin.
Û xewnên pîroz,
Bawerî û dibistanên tebin.
Lê…
Hegere tu dixwaze,
Xewedê dirêjtirîn temen,
Bide te.
Dareka hêja…
Li sere çiyakî bilind,
Biçîn.
Li ser pelên dare,
Şaşitiyên dosta binivîs
Û li dor bejna wê,
Qenciyên wa bikol
Çend kevirên mezin,
Li dora xwe dwyin,
Û li ser pişta her kevirekî,
Nave dostekî,
Kûr binivîs
Da ku …
Deryên dîrokê,
Li pêşiya te
Nayên girtin.
7 . 11 . 2001
(di govara xwendevana nû) hejmar
17 sal 2003 li şamê hatiye weşandin.
(di govara peyv de hejmar 26 sal
2003 li dihokê hatiye weşandin).
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
18
Bêwar Barî Teyfûrî
Eva dunya xewn xiyale valaye,
Emir diçe hertim li ser salaye,
Durrî, xaîn, bê îtbar bê wefaye
Yek hejare, yek zengîne cefaye.
Kasibara tu wext nakin hurmetê,
Wê dune jî bernadine cinetê.
Ku hejarî tera nadin silava ,
Vê rewşêda tu wext nayê ber cava,
Jîyanêda qe navêjî tu gava,
Pere bûye naha ruhê mirova,
Kasibara tu wext nakin rûmetê,
Wê dune jî bernadine cinetê.
Bê peretî jîyan hertim wêrane,
Hejar, feqîr kêra lazim çi rane,
Bê peretî emir pûçe dêrane,
Pere hertim dîn îmanê mêrane,
Ku kasibî tera nakin hurmetê,
Qe pi rs nakin kuda diçî ji ku tê.
Ku kasibî heya heyî berdestî,
Li her derê belengazî sosretî,
Ji jîna baş hertim dûrî hesretî,
Tu kes îra lazim nînî tu wextî,
Ku kasibî te ra nakin hurmetê,
Wê dunê jî bernadine cunetê.
Ku kasibî bi rîndarî bi axî,
Pejmûrdeyî, s tûxarî kambaxî,
Ji bo qewma mirovekî ne saxî,
Serederyê ji dost nasa dernaxî,
Ku kasibî te ra nakin rûmetê,
Wê dune jî bernadine cinetê.
Nakin hurmetê Li tu dera tune bûye wekhevtî,
Dewlemend diçin dibin cinetî,
Ku kasibî wê dune jî derhatî,
Vê dune jî ,wê dune jî duqatî,
Kasibara tu wext nakin hurmetê,
Wê dune jî bernadine cunetê.
Keyfê dikin dunya meda dewletî,
Wê dunê jî dagi r dikin serketî,
Axîretê qazanc dikin peretî,
Ser ti rba wan kevi rê mermer duqatî,
Kasibara tu wext nakin hurmetê,
Wê dune jî bernadine cunetê.
Kasibara dunya meda tune rê,
Zengîn hertim bûne mêrxasê dewrê,
Di jî zana pîs dikine reftarê,
Pêşda dibin ku zêrbe bar li kerê,
Kasibara tu kes nake hurmetê,
Ez fahm nakim ev hest,helwest ji ku tê.
Zêr jî zîv jî tu kerêkî ew kere,
Lê mixabin ew pêşdaye rêbere,
Gellek dibên eva qismet qedere,
Nav kerada jîne erzan hedere,
Kasibara tu wext nakin hurmetê,
Wê dune jî bernadine cunetê.
Wê dune jî bernadine cunetê.
*** *** *** *** *** ***
Dema meda qîmet nadin helbestê,
Helbesta min ji nalînya dilêm tê.
Cîvaka me cîvakeke bindeste,
Ne xwendîye, nezaneye sosrete,
Kevneşope gellekî êlpereste,
Qe nameşe tim dikule şilşete,
Yek û yekî qebûl nake bê heste,
Hemberî hev bûne neyar û çete.
Ev cîvaka qîmet nade xizmetê,
Dûr ketye ji s îyanetê, qismetê,
Çawa bûye kêmasîyê tebîetê,
Derketîye ji s înorê xulqetê,
Ev helwesta ji nalînya dilêm tê,
Vî gelîra dikim dîlek qudretê.
Bêwar Barî li ber dewrê netewî,
Li tu dera tu wext neşkest bû rêwî,
Cîvakêda hate xanê ça sêwî,
Sozê wîda qe tunene derewî,
Şa îr dibin tim şerefa netewî,
Li ser rastyê bi bi ryarin bê dawî
*** *** *** *** *** ***
Ev dunya ku em têdane wehaye,
Durî, xa în, bê îtbar bê wefaye
Yek hejare, yek zengîne tim şaye,
Weha hertim emir diçe cudaye
Kasibara tu wext nakin hurmetê,
Wê dune jî bernadine cinetê.
28.11.2011
Elî Ebdullah kolo
Gerîn Pêxwas û sar
Gerekdirêj
Bayekbakur
Û seqayekhar
.....
Girî û gilî
Gazin bi êş
Hêviyekkûr
Dilekwekar
.......
Giranbûzar
Pûçbûnedest
Ji hevketelaş
Dilbûawar
..........
Gihişt me bax
Zigekbirçî
Min sêvnedî
Çibkimhawar
16/7 /2015
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
19
Omîdê Aşîtî (Dr. Nîdal Husên)
Awazên rojê Divim têr bibim ji awazên rojê
ji ava vê xakê, ji têlên vê sazê
divim ez vejîm, ji rewanê tavê
ji hilma dexlê, ji hêsrê xwnavê
Belkî bişkînim van tîrên demê
nûva berbakim, baskên evînê
bilind avakim, hêvîên nû jînê
vî dilî şakim bi xamla şermînê
Lê ez çibikim, ji ronîya hêlînê
ji vê keserê, ji vê kul û xewnê
winda û dûrim li pêlê hebûnê
jar û melûlim, ber torên ayînê
Ezê bixwînim, vê stran û şînê
kûr biçînim vê peyv û nalînê
û gazî bighînim, şaxên birînê
nifşên van çaxan li şerê maînê.
Dengê melûl
Yadê, şêrînê yadê, wa yadê
dengê melûl, awirên sikratê
ji jara vê beza jîna demê tê
kahnîya şînê, kes guh nadê
Divim, bes, bijîm, li vê xakê
nan bixwum, û vaxwum avê
bêtirs, dûr, bazdim, li çolê
pir têr bibim, ji şewqa rojê
Idî bi xwe, bi milîona, nav im
ahîn û nalîn im, ardû û ar im
brîn im ez, kûwinêra bişax im
zarok im, yadê, lê idî kal im
Xwişk û brayên min tev girtin
bav û mamên min biderxistin
ray û rawanên min tev kûştin
birçî, tî, tazî û winda hiştim
Ji nav vê qîrêj û çirava bêzanistî
bi van kederan û basikên şikestî
li vê xakê, her ez dimînim xwedî
bilind hildidim ala xwe ye rengî.
Boniya Cegerxwîn
Dilê minî penaber
Wek zaroka li ser şîr ku
ji singa
dayika xwe dûrketibe
qîr dike dinale
hêstiran dibarîne
di bêdengiya dûriyê de
di siberojeke reş de
di hundirê canê minî bêzar de
dilive, bazdide
li asoya hestan xwe digre
li awazên xwe yên nazdar
ku berî penaberiyê dibhîst
dipirse
li roka xwe ya evîndar dipirse
di hinasê bajarekî lihevketî diçe û tê
lê mixabin tiştekî wiha nabîne
ditirse, bang dike, qîr û hawar dike
lê kes lê venagerîne, êdî dizane ku ne
li mala xwe ye, lê nema kare vegere
û ne bi dilê xwe dimîne, êdî
ji neçarî bê kes û kûs li wê rastê dimîne.
Dilê minî penaber
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
20
Keça Mirovan
Ji ezman hate weşandin
Sitêrek hate qelaştin
Bi tîrêje bi helbijartin
Ji jor Firişte lê bê periye
Û ji jêr rinde wek Masiye
Ew ji Ezman daketiye
Yan ji Deryan der ketiye
Di Avê de ne saz vanim
Bê Perî me firê nizanim
Ne xwînî me ez Gundî me dilovanim
Ne dolmendim bê çare me perîşanim
Dil mijûl bû ji kul û derda
Di vê navê de min Rî berda
Evîn li min bûye peyda
Ketim tora keça seyda
Te çi kir keça mirovan
Bi hêvîme bibe dilovan
Dirav û dilvîn û can
Hemû dibêjin navê Mîlan
Soza xwe bi cî bînim
Ser wê sozê ez dimînim
Di çavê xwe de te razînim
Ronahiyê bi te ez dibînim
RIDWAN CARO
Gul û çîçeka kirin dîlan
Bi rêz danînîne navê Mîlan
Xweşî û şahiya li Zozan
Geh mizgîne û geh solîne ji Ezman
Bi hêvîme bînê bîra xwe
Gava min dayê Zincîra xwe
Da min soz û peymana xwe
Sê sala di deste mabû
Bi wî destî gelek şabû
Evîn di çavan de xuya bû
Li mixabin ez çi bikim
Babîsok ji dûr xuya dike
Daristana ji kok radikê
Lat û çiya ji hev bela dike
Beko Ewan peyda dike
Min gav avêtin bi serbestî
Û her min destê wê dixwestî
Rêwî bûm bi dilek şikestî
Westiyam bûm çerm û hestî
Evîna xwe min dida te
Rih û can tev li ba te
Ez bûm agirê çira te
Tevde ji bo evîna te
Ger tu min bike Taca xwe
Ezê te bikim kilê çavê xwe
Bidim rih Canê xwe
Dil tevizî ji kela xwe
Çîroka min pir dirêje
Hevalê min Gelawêje
Qut birînke Heval dibêje
Xwedî hişê tu ne gêje
Dil hate givaştin
Hêvî têne şikandin
Gul hatin weşandin
Konek reş li ser dîlanê
Xemgîn naçin seyranê
Mijûlim ez ji van derda
Ala sipî va min hilda
Hemî ji bo te wa keywanê
Guneh karim roja Cejnê
Ezê reş girêdim li ser Bejnê
Divê ez vekim Giradanê
Xwe derînim ji vê Zindanê
Ev gotina Dev û Dil
Pê derînim êş û kul
Îdî here îdî here wê Seyranê
Û Keziya bihûne bo Dîlanê
Evîndar ger ji hevdû re bi xapbin
Û li benda givaştina Dila bin
Ev çi Evîne qut birînke
Win ji hevdû re nabin
Kanî Soz ka Evîn
Sed heyf û mixabin
Li ger win bi hevdû şabibin
Û Kul û Derd li we giran bibin
Wê li ber bayê Evînê
Tevde bela bibin.
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
xwhdan û kevirdibêjinji me re,
çiqas sêzîf hewlda ji nifirê xwlas bê
lê bê sûd
Ji ber xelekê jiyanê windayîne
ne yek rêzin an xêzin
Zinar ji ber giranî rondikên me,
Gazind dikin jî
Kerwanên ewrên sipî
derbasdibin mîna biyanan
di hizrê me de
Û wisa jî diçê evîn
Wisajî bang dide her sibehewbirîn
Xemandagirinmînamey di peyalan.
ûvexwn,
Tiştekî wekî mest bûn
Beranberî şkestinê xweş tirnîne
Riya zirav û dirêj ,
Pirsênkedêlingandikin
Di nalin hemî lîlan ber pencerê hêvî
Jiyan hatiye windakirin,
Di zîndanê gomaniyê
21
Rêber Hebûn
Bendewarê Bendewarê Bendewarê Bendewarê hîviyêhîviyêhîviyêhîviyê
Û dem di gewriyê,
Cîgehê asê ma ye ber tozêli
pirtokên xwe vedikim
ji pêşwaz kirina nîgaşên,
Ne jibîr bûyî
Di derveyî bîr û bawerî
ji bilî tozê tiştek ne diyare
bi hêvîme her vîn başbê
bi hêvîme giyan geşbê
çima gengazî û niyazî,
Di jiyanê her tên kuştin
dîle ev hêvî
dîle ew şahî
di jiyanê me
bi tev bû şênî
evîn û hêvî û ahîn
dişopînên hestên peyva
dafirînin helbestan
di henasên evîndaran
Jano Robarî
Ey Yazdan Ey Yazdanê li ezman
Tevî rindî û xweşî û mehrîban
Ey xwediyê reben û xizan
Çawa te ez carek din hîştim
Bi tenê wendayî û perîşan
Wek kurdan bindestên tirkan
**
Ey Yazdanê dadwer û dilovan
Xwedî hêz û bendor û viyan
Û bi dest de erd û ezman
Jibîr neke bindest û zîndevan
Ew hatinî kirin ji eyar, hest û navan
Û jêre birînî tilî û guh û ziman
**
Ey Xwedayê evîn û xêrkar
Hêviya kesên nexweş û bê mal
Ji wî kerasî wan derîne û jêre bibe alîkar
Da nemînin bêhêvî û berdîwar
Warê wan şên bike wek hemû car
Û barê wan sivik bike û pêde par
Da nemînin tî û birçî û hejar
**
Ey Xwedayê li ezmanê heftan
Û bi dest de dermanê hemû derd û kulan
Çima te Kurd hîştinî ta hîro bê azadî û niştiman
Û tu wan azad nakî û serfiraz wek hemû gelan
Ma ne Kurd jî mirovên tene, lo ez dilovan????
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
22
Beyar Robarî
Jiyan çente ye
Jiyan çente ye
Hertim li mil û piyê te ye
Te çi kirê para te ye
Roja te nekirê dere ji dest te ye
**
Jiyan çente ye
Û bêdestiya te bidestê te ye
Ne bidestê hêkim û êxe ye
Rojên derinî ji dest te ye
**
Jiyan çente ye
Tu kuve çûyî li mil û piyê te ye
Her çentak li gor kar û zîrekiya te ye
Jiber we çentê min newek çentê te ye
**
Jiyan çente ye
Her gav li mil û piyê te ye
Jiyana bê bîrewer bêwate ye
Pir bikin bîrewan birojane ye
Bîrewerên baş li go rte ye .. te ye.
16 - 07 - 2017
Armanca me Armanca me ji şoreşê azadî bû
Azadiya peyvê, raman û sazî bû
Û civakek dêmoqrat û wekhevî bû
Ne hukmê êlî, malbetî û kesîtî bû
**
Armanca me ji şoreşê azadî bû
Ne hukmê qereqoşî û malbetî bû
Qereqoşiya Berzanî, Telbanî û Esedî bû
Û bîrdoziyên pûç û tevlehevî bû
Û “felsefeya” Ocelan bêrengî bû
**
Armanca me ji berxwedanê serfirazî bû
Û serxwebûna welat û yekbûna kurdî bû
Ne birakujî û parvekirin welatî bû
Li gor berjewendiyên malbetî û kestî bû
Û avakirina mîrşînên Neqişbendî û Qadirî bû
An pûtperstî û hukimê yekmirovî bû
Armanca me ji berxwedanê welatek pir rengî bû
Wek sirûşta Kurdistanî bû
Cûda raman, ol, bîrdozî û kêmenetewî bû.
07 - 08 - 2017
Qualm Riza Mohemedy*
Tu kîjanî
Ez diwînim tu kurmancî
belam kurmancî nizanî
dê bavên te gonekarin
tu sebeba gunê wanî
wan xwexazan xiyanet kir
kurmancî ji te standin
tu ne kewy ne qijikî
Ez nizanim tu kîjanî
li bejn û balê kurmancî
qijik ninî zû nexapê
tu xwe cêh ke ji bêganan
tu bilbila ser daranî
tev mezinan guftigû kê
li dîrûkê custicû ke
biger eslê xwe bibîne
tu ji neslê rustemanî
bizan kalkê te kaweye
ew serkeftiya gelê me yê
xwe evqas tu piçûk nebîn
tu ji nesla serdaranî
dijmin ji te herasane
piling ji te gurîzan e
serî xwe rasteva bigir
tu ji malbata şêranî.
*Helbestvaneke ji Xorasanê ye.
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
23
Eduard Mörike Eduard Mörike Eduard Mörike Eduard Mörike
====
Edward MurîkêEdward MurîkêEdward MurîkêEdward Murîkê
Wergerandin:
Tengezar Marînî
Eduard Mörike, di 8.9.1804an de, li Ludwigsburg ji dayik bûye. Li wir
çû dibis tana Latînî û ji sala 1818an ve li Urach „Ûrax“ seredana
dersan û semînaran ki r. Sala 1826 dest bi karê Kahintiyê „theology“,
li Nüertingen ki r, salên 1827/1828an, wek redektor di govarekê de
karki r. Ji 1834-1843 qeșetî li Cleversulzbach ki r.
Mörike wek mamosteyê edebiyatê û toreyê kar ki r û li Stuttgart, li
sala 1855an kete encumana wê de. Di sala 1856 bû profesor. Ji sala
1871an ve, dubare vegeriya Stuttgart û li wir jiyana xwe berdewam
ki r û li wir di 4.6.1875an de mir.
Mörikyê helbestvan: Mörike, helbestvanek bû, xwe qet têkilî siyasetê nekir. Raste, ew ji hêla bajarê xweve
hatibû hilbijartin û qeșa jî bû, lê hiș, hizir û jiyan awîtore û edebiyat bû. Di bin axkirina
miriyan de, jinișkave, deqder diketin û ew êdî dibûne helbest û aforîzim. Wî gelek
helbest, ji Yewnanî û latînî wergerandibûneser bi elmanîve. Jiyana Mörike. Di navbera
qunaxa Romantîkê û bicivak kirina toreyê de bû.
Wî xwe bi derdora xweve mijûl dikir û Îdolên xwe jinav çivakê diafirandin. Mörike,
mijarên hemereng anîne nav helbestê û bi wî șêweyî formên helbestê hatine guhertin.
Mörike, jiyana efsaneyî û babetên rojane di toreyê de, anîne ba hev.
Eduard Mörike. Helbestvan, çîrok nivîs û wergervan bû. Yek ji helbestvanên dibistana
Schwaban bû. Schwab, ew miletê, ku li Baden- Würtemberg dijîn.
Pirs û BersivPirs û BersivPirs û BersivPirs û Bersiv Tu ji min dipirsî, bo çi tevîhev î
Evîn ketiya dilê min
Û bo çi ji zûve,
min ranehijte singo?
Bi peyive, çima acenî lezgîn in
Ba, li baskan dixe
Û ji kûve, ev kaniyên șêrîn?
Hûn bi rêyekê de diçin
bager di gopîtka xurtbûna xwe de ye
darê Sihirbaziyê rawestîne
ta tu bigihî ser kaniya șêrîn!
Spêdeya Êlûnê Cîhan di mijê de hîn jî aram e
Hîn mêrg û daristan xewnan dibînin
Nêzîk, tu, yê bibînî, dema berrûk bê tehilandin
Asîmanê șîn bê te guhertin
Payîz bihêz bibe û cîhan, du kel jê derkeve
di nav zêrên gerim de biherrike
ȘefaqȘefaqȘefaqȘefaqêêêê Razan nîne, serma, çavên min diperxîne
Li wir, ez, dest bi rojê dikim
Ji pencera jora xwe
Hișê min li hev dikeve
Hîn di nav gumanê de, virve û wirve
Pîrhvok çêdibin
-Tirs, iș kence
Gêwa min nema lê têt
hejimar "64" Heeeellllbbbbeeeesssstttt Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
MIN TU NEVÎ
Ger jiyan bî mirin xweşe
ger buheşt bî dujeh xweşe
ger çirabî tarî xweşe
min tu nevî jimin dûrbe
*****
Ger buharbî havîn xweşe
ger evînbî cefa xweşe
ger zozanbî deşt pir xweşe
min tu nevî jimin dûrbe
*****
Ger rastîbe derew xweşe
Ger şêrînbe tehlî xweşe
Ger tu avbe rojî xweşe
Min tu nevî jimin dûrbe
*****
Ger zemînbî aso xweşe
Ger tu canbî azer xweşe
Ger ciwanbî kalî xweşe
Qet tu nevî jivir here
*****
Kêf û semabî şîn xweşe
Cejn û xelat girî xweşe
Nêzîkbe tu dûrî xweşe
Qet tu nevî jivir here
*****
Azadbe tu zindan xweşe
Gulavbe tu bîn ne xweşe
Zînêbe tu beko xweşe
Qet tu navî jivir here
*****
Dermanbî tu ziqûm xweşe
Tosinbî tu gemar xweşe
Heyv û sitêr rok pir xweşe
raba bilez jivir here
*****
Cavê mi bî korî xweşe
Ziman bî tu lalbûn xweşe
Ramanbî tu j,bîrî xweşe
rabe bilez jivir here
*****
Mêbazbî tu rikeh xweşe
Ahobî tu nêçîr xweşe
Oldarbî tu mey pir xweşe
rabe bilez jivir here
*****
Ger tu şaha firişta be
Hor l,eyna buheştya be
Yan xecoka xelatabe
Siyamend bim min tu navî
*****
Ebdal Xan
Ger rewana vî dilî be
Gulîstana evînê be
Yan tu zîna cizîrêbe
Memê albim min tu nevî
*****
Ger tu naz û nazelî be
Kezî zer û deq enî be
Yan tu layla erebî be
Qeysê melûh bim tu nevî
*****
Ger zelîxa reşîdî be
Kember ji zêr û eqîqî be
Hilbijêra çil cêrîbe
Ge Harûnbim min tu nevî
*****
Qebqeba gozelî kew be
Ge fîxana bilbilî be
Nisrîna roj helatîbe
Bavê felek bim min tu navî.
Muhemmed Mella
SerxwebûnSerxwebûnSerxwebûnSerxwebûn Li bajarê min..
bê dengiye..
hem jî kelekela havînê ye
Xewneke .. dirêje ..
li ber sîbera dara çerxê..
Çîroka hevalê şikeftê..
Tê gotin ji mêjde..
Lê çavek şiyare..
Xew naye bîra wî..
Dilek heye bi evîn..
Rondika dibarîne..
Ji hesreta veqetandinê..
hem jî ji işqa dilberê..
tim radibe piştî ketinekê..
lê wa dem hat ..
îro bangek heye..
îro hêvî wê pêk bê..
Refrandom û gişpirsiye
ji bona mafê windayî
ji bona alhildana dîrokiye
Zemîna naverast sitewre
va katê wê hat ku bi zê
ji bona hatina Serxwebnê
ji bona hatina .. azadiyê
ji bona hatina .. dewletê
13/8/2017
24
hejimar "64" Piiiirrrrttttûûûûkkkkêêêênnnn nnnnûûûû
Tebax
2017 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
25
Elî Şemdîn
Danasîna pirtûka: Tûrikê Zêran Vaye pirtûka (Tûrikê Zêran), ji çapxana (Enistîtuya Kelepûrê Kurdî), hate çapkirin û bi xemleke
xweşik û ciwan kete nav destê xwendevanên Zimanê Kurdî (Zaravê Kurmancî) de.
Pirtûka (Tûrikê Zêran), bi naveroka xwe ve ji dihan Pêkenîn û Kurteçîrokên Folklora Kurdî pêk
hatiye, yên devera Amûdê û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, ku li ser (166) Rûpelan hatine
belavkirin, ev Pirtûk ji berhevkirin û şirovekirina, nivîskarê kurd (Yasîn Hisên) e, babetên vê
Pirtûkê hatine dabeşkirin li ser van beşan: (Pêşgotin, Çîrokên Sima`îlê Dîn, Kurteçîrok, Pêkenokên
Aşîtî û Xerbiyan).
Yasîn Hisên di Pêşgotina xwe de di bêjê: (Dema min babetên nava vê Pirtûkê berhev dikirin,
herdem min digot: ev Dur û Cewherên Miletê me ne, ji ber wê min dixwest navekî li gorî naveroka
wan helbijêrim, û baştirîn nav ji wan re min dît, ku tevdan bixim yek tûrikî de û nav lê bikim
Tûrikê Zêran).
Herwiha di dawî de jî dibêjê: (di karim bêjim ku ev karê min weku Bergê Yekeme, ji ber hîna bi
sedan Kurteçîrokên watedar hene û hîna jî gelek kar pêwîste bête kirin, bi taybet li Rojavayî
Kurdistanê).
Ev Pirtûk bi xwe Xelekeke ji zîncîra Pirojeyên Enistîtuya Kelepûrê Kurdî, ku navenda wê ya serekî
li Paytextê Rewşenbîrî (Şarê Silêmanî) yê ye, û amadekarê vê Pirtûkê (Yasîn Hisên) bi xwe jî ew li
vê Enistîtuyê karmende û îş dike.
Yasîn Hisên, helbestvan û nivîskar û wergêre, çend Pirtûk belav kirine û çendek jî hîna di bin çapê
dene, ji wan:
- Temberiya Ben Aşan/ Heleb 1999.
- Azar / Heleb 2003.
- Lorîk/ Silêmanî 2013.
- Kerkûk/ Wergerandin ji Soranî bo Erebî.
- Berif / Wergerandin ji Erebî bo Kurdî, hîna di bin çape deye.
Û hin karê din..
Cankurd
Berevajî Firendekan a Ebdulbaqî HuseynîBerevajî Firendekan a Ebdulbaqî HuseynîBerevajî Firendekan a Ebdulbaqî HuseynîBerevajî Firendekan a Ebdulbaqî Huseynî Îro pi rtûka Kurte çêrokan, a bi rayê rewşenbîr Ebdulbaqî Husynî giha destê min, ku weku diyarî ji Norwêc bo
min hinartî. Lew re ez dilşadim bi ketina pi rtûkeke nûya bi Kurdî di navmala min de.
Navê pi rtûka delal eve (Berevajî fi rendekan) bi wateya: Tersî fi rindan. Eve jî balkêşe, ji ber ku fi rîn bi xwe ne
karê mirovane, ew karê teyr û tilûran e. Sernavê pirtûkê diyardike, ku berhema hêja Huseynî wê xweş û
hêja be. Li ba min sernav si reke mezin di nivîsandinê de dilîze.
Ber gê vê berhemê, wekî di wêneya wê de dixuye, ji aliyê Dilbi rîn Skaarve (Cover - Illustrations) bi ciwanî
hatiye pêdakirin. Û pêşgotina pi rtûka, ku bi çapkirin û derxis tineke başe, ji aliyê nivîsevanê hêja Ibrahîm
Yûsif ve hatiye nivîsandin, Lêki rê berhemê bi xwe jî pêşgotinek jêre di 13ê Hizêrana 2016ê de li ba jêrê Oslo
– Nerwêc lêkiriye. Pi rtûka ku ji 128 rûpelan e û tê de (15) kurte çêrok hene, û ji weşanên Yekîtiya Giştî ya
nivîskar û rojnamevanên rojavayê Kurdis tan (YNRKS) e, li Is tanbolê hatiye çapkirin, hema ne diyare li
bakijan çapxaneyê.
Nivîskarê Berhemê, dibêje ku van kurte çêrok tabloyin jîndarin, jibihîs tin û berçavki rinên wî yên rojane ne,
lê piçekî tev li fantaziya wîya wêjevanî bûne, da wilo xweşik û nazik bên nivîsandin, lê hinek ji wanjî, pir ji
zûve hatîne bihîs tin an dîtin û di ber pênivîsa wîre derbasbûne.
Wekî Endizyarekî çandiniyê, ku jîr û jêhatîye, nivîsandina seyda Huseynî ya bi Kurdî gele kasan e, ku her
kesekî piçekî bi Kurdî dizane, dikane bi tamzarî van kurte çêrokan bixwîne û mifa jê bigi re, ji ber ku jinêv
jiyana mirovî hatîne, û ji aliyê nivîsevanekî jêhatî ve hatine lêki rin.
Ew di diyarîki rina xwe de, ji min re dibêje; bi hîviya ku ev pi rtûk bi dilê tebe. Min ev nasnameya kurt li ser
vê berhemê nivîsand, da gelek xwendevan mizgîniya derketina wê bibînin, û ez ê destpêbikim, teviya
pi rtûkê bixwînim, û ez pêş de dizanim, ku hêja Ebdulbaqî Huseynî baş dinivîse, çi bi Kurdî û çi bi Erebî, û di
her warekî de, lewre ev berhem jî wê hêja û serkeftîbe.
Sernivîser Derhêner
Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir
- Boniye Cegerxwîn
- Hemîd Yûsif (Kasî)
- Mizgîn Hesko
- Xorşîd Şûzî
Ji bo hinartina berhemên kurdî :
Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :
www.penusanu.com
26