:firat cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/muyvf2pk4d.pdf · ne xwende...

120
ÇîROKA MALBATA EVDO :Firat Cewerî NÛDEM

Upload: tranbao

Post on 12-Feb-2018

237 views

Category:

Documents


2 download

TRANSCRIPT

Page 1: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ÇîROKAMALBATA EVDO

:Firat Cewerî

NÛDEM

Page 2: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ÇîROKA MALBATA EVDO

Page 3: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ÇîROKA MALBATA EVDO

1'irat Cewerî

NÛDEM

Page 4: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Weşanên NûDEM 39Çîroka Malbata Evdo

Stockholm: 1999

@ Weşanên NûDEMPer~la bergê il cöpelan NûDEM

Wêneya bergê: Beşek ji bergê pinllka Yilmaz Guney ya bi navê "BoynuBükük Oldüler"

Çapa bergê: ]akobsber~ TryckeriISBN: 918859z-391

Box 177177 z3]:irf';illa-SwedenTd ilFax: 8-580 13162

8-58356468

Page 5: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ÇENOGOTlN

Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyereke rasô hatiye hûnan-

din. Navên gernasên çîrokê û navên cih û deran jî rast in.

Gernasê vê çîrokê Evdo, pismamê min e. Min bûyer bi çavên

xwe dîtiye û ez ji destpêkê heta dawiyê bi wan re bûm.

Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê serpêhatiyê

kiribû û di dawiya sala 1980yî de ew li Swêdê xelas kir. Min hingî

ev çîroka ha lÛşarû R. Zîlan jî dabû. Şîret û pêşniyazên wî yên di

derheqa zimên de pir bi kêrî min hatibûn. Ez gelekî spasî wî dikim.

Paşê min di sala 1981ê de çîroka xwe bi deqtîlo nivîsand û çend

kopyayên wê derxistin. Min dixwest ez çap bikim lê îmkan nıne-

bû. Di sala 1983an de min kopyayeke wê ji rehmetiyê Qanatê

Kurdo re şand Lenîngradê, da ku ew jê re pêşgotinekê binivîsîne.

Qanatê Kurdo bi nameyekê hezkirina xwe arûbû zimên û li ser ji-

yana min hin agahdarî xwestibû. Lê berî ku Qanatê Kurdo bigihî-

je pêşgotinê binivîsîne, wî wefat kir. Çıroka min ma. Mmin bêtir

meyla xwe berdabû ser prosa yê (nesrê) û min dev ji nivîsandina bi

vî celebî berdabû. Paşê îmkanê çapê çêbû jî lê min nexwest ez çap

bikim. Min nedixwest ez bi vî şiklî çap bikim. Ez demekê fikirîm

s

Page 6: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ku wê llÛna roman an jî piyes binivîsînim, lê ew jî nebû. Mmin

ew bi tenê weke bîranînekê rulaıû bû. Piştî 17-18 salan, min îsal

ew derxist û xwend. Min xwend û min rojên buhurî bi bîr anîn.

Rewşa karkerên pembo û bêçaretiya wan hat ber çavên min. Di

bîralÛna salên buhurî de resimekî salên heftêyî di serê min de diyar

bû. Gelek tişt hatin bîra min. Wê ji ber tesîra 18 salên surgunê û

dûriya ji welêt be, ez rusî bûm. Loma min biryar da ku ez vê ber-

hemê çap bikim û gernasên wê di bîranînan de zindî bihêlim. Çi di

aliyê zimên de çi jî di aliyê naverokê de min tu guhertin di vê ber-

hemê de nekir.

Bêguman ger min îro ev berhem binivîsanda min ê bi awayekî

din, bi raman û felsefeyeke din, bi celebekî din ê edebî binivîsanda;

lê ez ê tu carî evqasî realîst nêzîkî mijarê nebûma û ez bawer na-

kim ku min ê bikarîba zimanekî weha zi~dî û xwezayî bi kar bi-

anıya.

Bi hêviya ku wê bi dilê we be ...

Firat Ceweri

Stockholm 1998

6

Page 7: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

ÇÎROKJ~MAL8A 'fA EVdO

Maleke donzdeh kul1etYa Evdo lawê Eshed

Li Balfisê dijiyanHûr û mezin dil bi jan

TIm li nav çol û erdanKevir û kuç vêdidan

Ji bo ku wek hevalanEw jî rûnîn bêr malan

Ne min got donzdeh kes bûnJi bo wan ew ne bes bûn

Heft heb law û sisê qîzTev paqij wek rûnê hîz

Diya wan a nav ZergêDigot qey wê rojek bê

7

Page 8: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

8

Vê qedera bêmirêzEm ê bixînin bi hêz

Wan pir rê didan ber xweDa ku bibin serbixwe

Li beriya DêrikêWek qijnik û gêrikê

Geh xizmet û geh palîDikirin li her alî

Lê rebenan tim birçîTim belengaz tim bê cî

Ew li hev rûdiniştinBi gazin û bi gotin

Ax livê cîhana hanEm reben û perîşan

Timî stûxwar in emBê rêzan û devbigem

Mezinê malê EvdoDigot xêr e çi ye lo?

Page 9: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Vê dêlika felekêWê me têxe ser rêkê

Hingî em ê jî helbetParîk nanê bê minet

Bixwin weke însanaWê bimire ev jana

Li wî gundî tenê ewBê şîr û mast û dew

Req û rût û birçî bûnBê erd û bê xanî bûn

Rokê dawiya havînWan li malê kir civîn

Wextê çinîna pembûDa ku ew jî herin zû

Ew deynin qûtê salêDîs vegerin bên malê

Li hev kom bûn jin û mêrLi mal hiştin ên bêkêr

9

Page 10: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

LO

Bi koçmalî ketin rêDîsan wek karê berê

Çûn hêla NisêbînêXizmet bikin bo jînê

Kon vegirtin li nav erdJi xizanî dil bi derd

Ji deh salî ta pêncîLi ser pembo bûn bi cî

Tenê Evdo û BesêEw mabûn li Balfisê

Evdo tim carna digotXwezî ez bibûma xort

Lê çi mixabin hûn xortBûne naylon wek min got

Çi ye digot ev çi halHûn bê welat û bê al

TIm digot dest bidin hevWek bira hûn rabin tev

Page 11: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Pêşverû bû û dilxwazLê hewceyê rûn û gaz

Piştî çendakî ew jîKet rê bi hiş û mejî

Çû gihîşt ba karkeranDa bide hev pir peran

Karkerên li ser erdanNe xerîb bûn tev pismam

Evdo ji wana pirsîHûn çawan in balfisî?

Peyakî henekker bûBi emir navsere bû

Pir henek kir wê şevêTevî çîroka devê

Dû re Evdo zû pirsîKanî bermalya Weysî?

Çavên wî zûka lê ketWeke tîrek li dil ket

Li

Page 12: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

12

Got ev çi ye Helîmê?Jehr têkeve vê jînê

Helîmê bûka wî bûPîreka kurê wî bû

TIm nexweş bû rebenêLê kar dikir wek genê

Ji bo ku peyv neyê serWê kar dikir bê hember

Gava Evdo weha gotDil û ceger li wê sot

Zergê gote civatêDerbas bin hundur ba tê

Şîva wan a li ser arZergê çû ew danî xwar

Dû re got şîv hazir eŞîv tirşik û bulxur e

Kerem bikin ser sifrêWextî kekê Elî bê

Page 13: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Evdo dîsan keniyaGot hey xezala çiya

Zergê jina Evdo bûEslê wê ji Kelê bû

Ne jin bû wek zilamaNe xwende bû lê zana

Evdo pesnê wê didaDigot şikir ji Xweda

Ku ev jina daye minEz kirime serbilind

Zergê sifre hazir kirPêşî bang zilaman kir

Zilam çûne ser sifrêGişan gotin ya Xwedê

Evdo pîvazek jî xwastGot ma heye çeqilmast?

Mahmûdî pê keniyaGot heye goştê miya

i}

Page 14: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Mahmûd peyva xwe dom kirBerê xwe b' Evdo vekir

Dîsan keniya û gotPezên ku me îşev dot

Ka wî şîrî hûn bîninBer Evdo axa dînin

Bi kêf û bi henekanDixwarin tirşik û nan

Zîna Mamê got EvdoKa rewşa gund bêje lo

Dev ji henekan berdinEm tev bi kul û derd in

Ji birçîna bûn koçerDigerin li çol û der

Hinan ji me mal hiştinHinan jî zarok û jin

Zînê hîn jî pêş de hatDil radibû dadihat

Page 15: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lawê Zînê ê mezinJi wan ew mabû li gund

Zînê ji ber bi tirs bûBer ku lawik durust bû

Şoreşger bû û zanaJi bo mafê însana

Wî kurî tim şer dikirŞerekî baş û ji dil

Ji ber vê yekê ZînêDigot ax li min dînê

Ger ev kur were girtinPêt dikeve mala min

Çavên Zînê zû şil bûnDilê wê tije kul bûn

Evdo bersiv da û gotEw zîrek in xort in xort

Ew ê tim bikin xebatTa ku em bibin felat

IS

Page 16: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

16

Zilaman êdî têr xwarJi tirşikê û girar

Zilam paş de vekişyanDor êdî bû a jinan

Îcar zarok û pîrekLi ser sifrê bûne yek

Li pir hêlên KurdistanHê jî ev toreya han

Zilam digel pîrekêRûnanin ser sifrekê

Tim berê zilam dixwinDû wan re zarok û jin

Zilaman merş raxistinCigarên xwe vêxistin

Pişta xwe dan behlîfanLingên xwe ber xwe berdan

Dinya baş tarî bûbûTenê ji kon diçû dû

Page 17: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ji gundê nêzîkî wanKûçik bilind direyan

Şev ker bûbû û tarîEwr xwe dabû her alî

Carna dikire gir-girCarna jî barana gir

Konê wan zûka şil bûHew ji kon bilind bû dû

Ba û bahoz û baranDengê birûsk û ewran

Li wê çolê belav bûPir neçû lehî rabû

Zarok û jin û zilambê zar û bê çare man

Hinan gotin bismilahHinan got emrê Elah

Lê dîsa Edvo rabûGot gidî çi bela bû

17

Page 18: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

18

Zarokên hûr ên şîrmijBi ser avê ketin giş

Qîr û wîra pîrekandigihîşte asûman

Qaf û qûtê rebenanTevî nan û danê wan

Giş bi ser avê ketinDigel wî konê mezin

Nav wî zevî bûbû cengQîj û wîj eman û deng

Evdo wa bi dengê hêlGazî kir got dihêt pêl

Hûn tev xwe bidin alîEv xezeb e dibarî

Bi zar û zêçan ketinGot em dev ji mal berdin

Li ser riya qîr û ziftHatin ser hev pale gişt

Page 19: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lê kon û xwarina wanBelav bû li nav erdan

Tenê req û rût mabûnJi mirinê xelas bûn

Piçkî çû dinya vebûEwrî ji hev belav bû

Ba û baran rawestînEw ber bi gundan revîn

Xwe gihandin gundekîHer yek çû mala yekî

Kincên li xwe guhertinDi cihê xwe de ketin

Lê wisan zarokên wanDinaliyan digiryan

Evdo giş vehewandinGot xwe kar bikin rabin

Em bidin rê herin malJehr têkeve mal û kar

19

Page 20: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

20

Apê Elî got nabeDivê pembo xelas be

Evdo pirsî got çima?Nabînî rewşa jina?

Elî got ev qet nabeAxa mafê me nade

Dibêje pemboyê minHûn ê gişî biçinin

Elî çawîşê wan bûHem jî merivê wan bû

Wê çi bikira rebenNezanê hem dev bi gem

Evdo îcar wa bi hêrsBi qûnkişkê hate pêş

Elî re got bide rêEm herin mala axê

Elî got Welleh nabeEw dev ji me bernade

Page 21: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Evdo îcar bi hêrs goRabe bide dû min lo

Bê razan û bê sebirWan ew şeva derbas kit

Paşê herdu derketinBi ser riya gund ketin

Rê bi herî çirav bûDîs lehî li wan rabû

Bi zor xwe gihandin gundKincên wan şil bûbûn rind

Di gund de ew berjor bûnBer bi mala axê çûn

Li ber hewşê sekinînEw hinekî fikirîn

Tev pêlavên bi herîHêdîka çûn ber derî

Li derî kirin teqteqKurekî axê derket

11

Page 22: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got ma hûn çi dixwazin?Çima evqas dikazin?

Wan bi zûka bersiv danGotin me nîn e hedan

Wan zû pirsîn ji lêwikKanî bavê te kurik?

Got lioda banî yeDema xwarina wî ye

Pêlikan de berjor bûnBer bi oda banî çûn

Hêdî liderî xistinDengekî nizim kirin

Ka derbas bin hûn kî ne?Mêvan in an gundî ne?

Hêdî derî vekirinWan çav li axê kirin

Rûniştibû çarmêrkîXezeb difûrya ji wî

Page 23: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Hundur tev raxistî bûTev paqij û şuştî bû

Li hawîrdora dîwêrNeqişandî weke zêr

Çarmedorî behlîf bûnTev behlîfên hirî bûn

Wêneyekî bavê wîBi dar de bû li ser wî

Rawestan li ber derîMîna du kesên mirî

Axê her xwarin dixwarSerî ranekir ji xwar

Sifra wî sifrek fireJi wan siniyên gire

Ji xwarinê ew mişt bûTIje goşt û birinc bû

Kevçiyê dawî danîNû serî hilda banî

Page 24: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got wan solên bi herîDeynin ber devê derî

Û derbas bin hunduroKa bê we xêr e wilo

Solên xwe ji pê kirinŞelwerên xwe hilkirin

Û ew derbas bûn hundurBi dilên keser û kul

Xwe dane ser çokên xweÛgotin ya dilê xwe

Axayê me ê delalZaro divên herin mal

Êdî baran û lehîBi serê te Wellehî

Em hew karin biçininMe divê êdî biçin

Berî zar û zêçên meew herin ji destên me

Page 25: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Destûr bide axê meBide keda destên me

Axayê wan vê carêXwe dirêj kir cigarê

Bi nermî çend hilm kişandDest û rûyê xwe şidand

Paşê tirş û tal bû zûNêv simbêlan berda dû

Cigara ku di destanXwelîdankê de çikand

Serê xwe bilind kir jorDest avêt simbêlên sor

Berê xwe bi wan vekirBirûyên xwe bilind kir

Dû re devê xwe dagirtGot min xwe pir li we girt

Ev pemboyê weke zêrMirovên wek we bêkêr

Page 26: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Tev li ber lingan birinMala min xera kirin

Hûn hîna jî bê fedîPera divêtin gidî

Heta ku vî pemboyîHûn neçinin hemûyî

Ez çerxîkî nadim weGer Xwedê be bavê we

Evdo hebkî pêş de hatÊdî li ber axê hat

Got binere tu axaEv kar nameşe weha

Berî ku birêje xûnDivê ku em bê pevçûn

Li hevdu bên wek biranBide mafê karkeran

Axê li Evdo nêrîGot li min xwelî serî

Page 27: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Li kincik Û rewşa wîMin re dike berberî

Elî got na xêr axaEm neghane wan çaxa

Çi ji me re berberîEz bi qurbana serî

Em feqîr in belengazBo parîk nan û pîvaz

Ji xwe re dixebitinÇi berberî û kuştin

Dîsan axa peyivîGot nadim we yek çerxî

Hûn ê vî pemboyê minBiçinin gişî ji bin

Îcar Evdo û ElîLi çavên hev nihêrî

Paşê Evdo destê xweBi lez xist bêrîka xwe

Page 28: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Qutya xwe derxiste derJi tûtina xwe ya zer

Cigarek qalind pêçaElî re got le vêca?

Dû re wî cigara xweXist nav herdu lêvên xwe

Bi hestê xwe ê berêVêxist serê cigarê

Du hilmên kûr li ser hevDû berda di poz û dev

Wa hêdîka îcarêwî berê xwe da axê

Got çima wa dibêjîTe fêhm nekirî hê jî?

Em ji te re dibêjinEm feqîr in bê hêz in

Ev zarokên me ên hûrSer hev de dikin zûr-zûr

Page 29: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ger ew nexweş bikevinEm ê bin de bikevin

Ber ku em belengaz inHewceyê rûn û gaz in

Bê dirav û bê mal inJi feqîrî dinalin

Bê çare ne em rebenEm xwediyên kul û xem

Destûr bide em herinDa zaro ji dest nerin

Mehek hate dagirtinKu em zar û mêr û jin

Li nav vî erdê pemboDiçinin bi şev û ro

Lê em çi bikin nihaÊdî nameşe weha

Di konan de nexasimEm qet nikarin razin

Page 30: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

3° '

Em bê nan û xwarin manEm tev reviyan gundan

Lavelava jinên meQîrînên zarokên me

Wan em ji guhan kirinHişê serê me birin

Dibêjin em nikarinDigirîn û dikalin

Axa îcar bi qîrînGot ez ê birjînim xwîn

Ez qet nadim we diravBes hûn bikin lavelav

Ger hûn dixwazin herinLi cendirman bigerin

Hûn limin gilî bikinQala mafê xwe bikin

Evdo û Elî nerînPere nake bergerîn

Page 31: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lê ne ji xwe bi zorêAxa nade wan dorê

Bi wan dilên bi birînHerdu bîskê fikirîn

Paşê rabûn ber derîSolên xwe ên bi herî

Xistin herdu lingên xweRahiştin çakêtên xwe

Dîs berên xwe dan axaGot wê bimre ev çaxa

Gava ew derketin derDîtin segekî mexel

Wî segî êrîş bir wanLê zûka revî gavan

Segî ji wan veqetandCihê wî de rawestand

Elî Evdo û gavanEw bi hev re meşiyan

Page 32: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Evdo wa di ber xwe deGot jiyan kul û derd e

Gavan li wî zîvirîGot ji bo çi ez gorî

Elî got lo ez xulamRast e derd e ev jiyan

Derdên xwe jê re gotinDil û ceger lê sotin

Gavan bi wan re daketTa ku ji gund bi dûr ket

Peyivîn ew li ser gundSer mirovên pîs û rind

Peyv zîvirî û peyv hatHate ser kar û xebat

Evdo got xort rabûneBo azadî kar bûne

Pir pêwîst e ku em wanBiparêzin bi çavan

Page 33: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Şer dikin bi roj û şevBi zanyarî û bi dev

Ji bo jîna wekhevîJi bo mal û bo zevî

Ew hertim vê dibêjinYên ku xwînê dirêjin

Em ê wana bixîninErdan ji wan bistînin

Li gundiyan belav kinAxan ji navê rakin

Gavên got lawê min jîTIm ji min re dibêjî

Dibêje ku divê emBişkînin merbend û gem

Derdê axê nemazeKurê min qet ranaze

Piştî ku peyv xelas kirDerxist qutî û agir

33

Page 34: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Sê heb cigare pêçaJi bo xwe û ji bo wa

Cigarên xwe kişandinXatir ji hev standin

Gavan vegeriya gundEw jî rê ve çûne rind

Gihîştin gundê berêCê karker li wê derê

Zarokên wana ên hûrHatin pêşya wan ji dûr

Çend pîrek û çend zilamBer derî bendî wan man

Ta ku Evdo û ElîEw gihîştin ber derî

Bi hev re ketin hundirBerên xwe bi wan ve kir

Bi dilekî bi birînWan rewşa axê pirsîn

Page 35: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Evdo piçkî hizirîPaşê li wan zîvirî

Got paleno mixabinEm ê pembo xelas kin

Yan na mîrzayê axaWê me bişîn destvala

wî got hûn gilî bikinQala mafê xwe bikin

Ez çerxîkî nadim weGer Xwedê be bavê we

Bi hêrs got gelî palaWeha ye ev pergala

Em rencber bin bê rûmetWê rewşê ev be helbet

Divê em hişyar bibinLi xebatê kar bibin

Van axan û van beganEm wan bidin ber lingan

3S

Page 36: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Yan na em ê weha binEw ê tim ejderha bin

Gava Evdo weha gotJi wira hol bûn çend xort

Xwestin herin ser axêwî têxînin bin axê

Bi gotin û bi ga:ûnEvdo ew rawestandin

Paşê got xortên delalWê bikeve ev pergal

Divê li hember dijminEm pirî bi sebir bin

Va keç û xort rabûneBo azadî kar bûne

Nemaze bo kark~ranJi bo mafê rencberan

Bi xurtî ne bi sistîXebatek bi zanistî

Page 37: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Dajon li dijî axanLi dijî stemkaran

Heçî karker û gundîPêwîst e ku peywendî

Bi wan kesan re bikinBi kuştin û bi girtin

Evdo hîn dipeyivîLi ser axa û zevî

Baş vebûbûn çavên wîJi wî difûrya hêvî

Dem derbas bû ji nîvroBer bi ava diçû ro

Rabû mazûbanê wanXwarinek danî ber wan

Palan destên xwe şuştinLi dor sifrê rûniştin

Piştî ku xwarin xwarinAv bi ser de vexwarin

37

Page 38: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Cigarên ku li ber wanPêxistin dûman berdan

Evdo li der nihêrîRabû ber devê derî

Dest danî paş qûna xwePonijî li jîna xwe

Ber bi derve meşiyaÇakêt li nava piya

Serê wî di ber de bûCigare di dev de bû

Hebkî din jî meşiyaWî berê xwe da çiya

Got hûn cihê mêran inHûn cihê pilingan in

Paşê serî berda jêrÛgot em in ên bêkêr

Roya ku li ber avaEw êdî diçû ava

Page 39: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Tîrêjên wêna yên tûjDicemidî weke bûz

Ji rojantî ketibûWek heyvê lê hatibû

Hêdîka çû paş benêDest avête doxînê

Vekir wê doxîna sistBi şelwer girt û rûnişt

Roya bûbû weke hêvDaket xwarê roj bû şêv

Evdo rabû ber bi gundMeşiya bi gavên rind

Ser sergo de berjor bûBer bi malikê ve çû

Li derî xist ket hundirWeysî namek pêşê kir

Got bavo va ev nameGundîkî anî da me

39

Page 40: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Behcet ev nivîsiyeLi halê me pirsiye

Paşê jî ew bi gazinDibê pera dixwazim

Xwe davêje bextê meDibê ez bê pere me

Berî ku mala EvdoHerin ser erdê pembo

Lawê Evdo î BehcetKetibû bin çek û rext

Ango ew bûbû leşkerDûr çûbû ji welêt der

Evdo hebkî ponijîEw name girt ji Weysî

Got tişt nabe lawê minEm ê pera bişînin

Lê kengî ku ev pembûEw ji bin de xelas bû

Page 41: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Hingî ez ê bidim rêHerim ba mala axê

Pera ji wî bistînimJi lêwik re bişînim

Paşê berî da palanÛgot gelî hevalan

Bi xêr em ê sibê zûHerin ser erdê pembû

Pêwîst e ku hûn îşevFiraxên xwe têxin tev

Ji bo ku çer em rabinBi ser riya erd da bin

Karkeran gotin baş eEvdo rast e ne şaş e

Ew piştî şevbuhêrkêHer yek çûne hêlekê

Firaxên xwe xistin tevJi eş.. derbas bû şev

Page 42: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Îcar bû çaxê xewêGiştik raketin li wê

Piştî ku bû sibê zûEvdo berî wan rabû

wî bang palan gişan kirYek bi yek ji xew rakir

Gava ku karker rabûnLi firaxên xwe kar bûn

Ew dan û savarên xweDanîne ser milên xwe

Paşê ji gund derketinBi ser riya erd ketin

Zarok, pîrek û zilamGiş bi rê de meşiyan

Bi qasî nîvsaetêEw gihîştin ser xakê

Çûn şûna xwe a berêCihê kon li wê derê

Page 43: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Kon ji erdê rakirinJi heryê paqij kirin

Paşê ji wan çend zilamSing di erdê de kutan

Konê xwe zû vegirtinPêşmalên xwe wergirtin

Gişan berî dan pemboJi bîr kirin kulên do

Ketin serê berên xweÛ gotin kilamên xwe

Piçkî nav pembo de çûnPêşmalên wan tije bûn

Çûn vala kirin telîsDîs ewrekî reş î pîs

Bi ser wan de xwe berdaWan berên xwe dan Xweda

Gon ca bila dilê teBisote bi halê me

43

Page 44: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gotin ev çi xezeb eQe tu dev ji me berde

Lê wê tavê wa bi hêrsXwe berda ser wan bi hêz

Wek merşekê li esmanWê xwe vekir li cîhan

Bû girîn bi dû wê reWek tu esmên bihêre

Wisa baran bariyaEwr wek ziha kişiya

Dîs li wê çolê bû dengCih li wana baş bû teng

Vir de wê de reviyanEw zû bi kon ve gihan

Xwe epişandin ser hevEw roj li wan bû wek şev

Hingî ew ava bû şetKonê wan ser wan de ket

Page 45: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Xwarina wan a mabûNav avê de wenda bû

Dîsan zarok giriyanEvdo got nema jiyan

Ax û wax bi wan ketinJi binê kon derketin

Dîtin ku wî ewrê hanDîsan kişiya esman

Girîna ewr hat birînLê di wan de nema jîn

Belengazan zû rabûnLi danîna kon kar bûn

Wan konê xwe vegirtinXwarinên xwe wergirtin

Ji wê xwarinê gişîJi wan kîsikên tijî

Tenê kîsikek mabûBaş bû ku tije nan bû

45

Page 46: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lê şil bUbû.ji avêVekir danîn ber tavê

Demê nîvro li paş hiştKarker pir birçî bûn gişt

TIştekî wan nema bûNe xwarin ne nan û dû

Ji bil nanê wan ê şilNe pêxwarin ne bulxur

Lê ramanek pir paqijKarker lê fikirîn giş

Çend zarQk hilbijartinJi bo kuvarkan rakin

Zarok şandin kumikanBê sebir benda wan man

Ew zarokên kuvarkvanPir zûka vegeriyan

Wan pir baş rakiribûnTûrê xwe dagirtibûn

Page 47: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Nanên ku li ber tavêEw ziwa bûn ji avê

Zergê çû anî hundirLi karkeran belav kir

Wê her yek perçek da wanDi tûr de sê-çar nan man

Wan zû ew kuvarkên sarŞuştin danîne ser ar

Wextekî kurt tê de çûKuvarkan bilind bû dû

Beroşê peqilk vedaKuvark zûka keliya

Zergê rabû ew xwarinBelav kir li mêr û jin

Paşê para zarokanWê danî ser nanê wan

Çend parî kuvarkên dinSêniyê de hilandin

47

Page 48: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Xwarna wan a êvarîTenê mabû çend parî

Evdo rahişt şewqê xweBerepaş da serê xwe

Paşê berî da palanGot de gelî hevalan

Va me zikê xwe dagirtEm rabin ser pembo xurt

Çend saetan bid in hevBerî li me bibe şev

Karker giş rabûn ser xweGirêdan pêşmalên xwe

Çûn ketin serê pemboEwr çûbû xweş bûbû ro

Çinîn nîv-saetekêJi nav pîrekan yekê

Kir qîrîn got dilê minJi hevdu ket ew ji bin

Page 49: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Verşiya li serê berVerşîneke rengreş û zer

Hin karker çûn ser wênaEw vekşiyan ji bêhna

Ew jinik bîskê li wirWek tu agir berdî dil

Digot bavo dilê minWelleh perçe bû ji bin

Bavê wê lê nihêrîGuhertinek tê de dî

Dît ku rûyê wê ê sorBûye kesk û zer û mor

Wan çavên reşbelekîEw bûbûn zer û spî

Ji devan girêz diçûDev bostekê vedibû

Bav got xêr e înşallahEv çi bobelat e Ellah

49

Page 50: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Xwe daqûl kir ser keçêDestê xwe da rûyê wê

Zû destê xwe kişand jêWek tu agir berd iyê

Çi rûkî sincirî bûwî rûyê wa nedîbû

Destên xwe da bin çenganDa wê rake ser lingan

Dît ku hejiya û ketNikarîbû rabe qet

Hîn bi wê dilebikînKirin dengekî îskîn

Keça Weysî FedîlaBi qîrîn digiriya

Hin karker çûn ser wê jîEw digiriya hê jî

Kir nekir neverşiyaPaşê rabû ser piya

Page 51: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Dilê wê li hevdu ketRabû ser xwe dîsa ket

Paşê diya dilşewatHelîmê bi ser de hat

Got keçika diya xweHela tu rabe ser xwe

Karkerên ku li nik wanRûnişt li ser tûtikan

Lê keçik ranedibûTenê çav lê vedibû

Ew jî wek pîreka dinCarna dihat hejandin

Piştî wextekî kurtWê herdu çavên xwe girt

Qîrîn bi Helîmê ketGot ji dest min çû ev keç

Dît ku dîsa çavên wêVebûn mîna ên berê

51

Page 52: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

p-

Keçik piçkî rûxweş bûRiwê wê liwê geş bû

Serê xwe hilda banîGot dayê avnê bînî

Dê bazda ber bi şerbikJê tije av kir tasik

Anî da destê keçêWê vexwar bi carekê

Wan jina din jî anînLi ba Fedîla danîn

Karker tev hatin ser hevSaetek ma bibe şev

Pêşên xwe girêdan zûÇûn ketin serê pembû

Çinîn piştî şêst deqanWan dev ji pembû berdan

Dawên xwe vala kirinRahiştin kîsan birin

Page 53: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Berî dane qapanvanLi bênderê civiyan

Wan pembo wezinandinKaxezên xwe standin

Paşê çûn ba nexweşanHinek ket bin milên wan

Rahiştin firaxên xweBerî dan çadira xwe

Ne me got xwarina wanNemabû têra gişan

TIştê ji ber wan mabûEw zipî ziwa bûbû

Wan ew danîn ser êgirLi hev kom bûn hûr û gir

Sê-çar nanên bin kîsikZergê çû ew jî derxist

Gava ku kuvark germ bûDîsa Zergê rabû zû

Page 54: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

54

Çû ji ser êgir daxistRahişt sifrê û raxist

Kuvark danî nîvekêNanê xwe da kêlekê

Her yekî hinek xwarinBi dû re av vexwarin

Ew hemû nîvbirçî manMan bê xwarin û bê nan

Ji bo qismetê sibêWan xwe spartin Xwedê

Yek ji nava pîrekanBi lez rabû ser piyan

Çû çira anî daxistTIje don kir û pêxist

Ew şev pir tarî bûbûLê tenê kon rohnî bû

Çend stêrkên li esmanEw yek bi yek rijiyan

Page 55: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ne me got şet rabûbûLê erd zû ziwa bûbû

Çend heb merşikên kevnikÇend heb jî kevnekincik

Wan li binî raxistinPaşê kulîn daxistin

Nivînên xwe rast kirinXwe li ser dirêj kirin

Pal dan li ser nivînanPayiz bû ne zivistan

Ne pir sar bû ne pir germLê ew ditirsyan her dem

Heger bihata baranWê biketa konê wan

Baş bû ku wê şeva hanBaran nehat ji esman

Lê raketin dilbitirsNêr û mê û hûr û girs

55

Page 56: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

56

Hin xewnên tewlomewloDi xewê de dît Evdo

Xwêdan lê bûbû zîpikPir hêrs bûbû ew bê şik

Birûyên wî ên qalindEw şil û pil bûbûn rind

Di wê navê de kabûsBi awirên xwe ên tûj

Xwe tije kir xwe dagirtXwe li ser Evdo raxist

Xwêdana li ser EvdoHîn bêtir bû bû wek co

Evdo xwe piçkî leqandKabûs hebkî wê de şand

Paşê jî bi yek derbêGot ya Ellah û Xwedê

Rabû li ser xwe rûniştDerve dihat xişte xişt

Page 57: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gava ew rabû ser pêDît ku dinya diçe tê

Dîs xwe girt û zû derketÇavên wî li Mahmûd ket

Mahmûd daqûlkirî bûBi verşînê bilî bû

Evdo lezand çû ser wîDît ku herdu çavên wî

Bûne wek du fıncananFireh bûne wek tasan

Evdo rûnişt li nik wîGot xêr e Mahmûd gidî

Mahmûd got apo mirimTu dibê qey bê dil im

Evdo got de ka bêjeKê dera te diêşe

Mahmûd got ser û hundirEw li min bûne agir

57

Page 58: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

58

Nişkav Evdo hejiyaÛgot belq û verşiya

Çav di serî de vebûXwêdan dîsa lê der bû

Piçkî man çend gedên hûrWan jî kirin zûrezûr

Bi kurtebirî ew gişBûne mîna ên bêhiş

Hemû derketine derRiwên gişan bûbûn zer

Dest î li ser zikên wanWan diviyan verşiyan

Evdo got xêr e gidîEv çi tiştên kesnedî

Ma ev çi bobelat eBi serên me de hate

Mîna êşa mirîşkanKetibû di nêva wan

Page 59: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Cihê xwe de gêj dibûnDiketin û radibûn

Giş ecêbmayî mabûnEw bi dian ketibûn

Nizanîbûn ku çi yeEv nexweşî ji çi ye

Ew dinya reş û tarîVedibû hêdî hêdî

Wê sar û seqema hanXwe berdidane ser wan

Bi girî û bi îskînJi êşê dirikrikîn

Nexweşya hina ji wanPir dijwar bû û giran

Yên ku rewşa wana başLi çîrokê mabûn şaş

Wan rahiştin lihêfanAvêtin ser nexweşan

59

Page 60: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

60

Pîrek û zarokên hûrHer dikirin zûre zûr

Çav li wan bûbûn sorînHêsir bûbûn weke xwîn

Bêdeng bûn ew li erdêXwe spartibûn Xwedê

Hebkî çû dinya vebûDorhêl êdî rohnî bû

Roj derket ji paş çiyanTIrêjên xwe ên giran

Berda nav çol û erdanXwe berda nav konê wan

Di kon de jî derbas bûDerbasî hunduro bû

Îcar ew roja hanêBûbû weke hêlkanê

Xwe davêt vir û wiraEw bilind bû ji gira

Page 61: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Pîrek û zarokên hanHîna jî digiriyan

Nexweşên dirêjkirîBûbûn wek meytên mirî

Evdo wa bi yek derbêGot ev çi ye lo Xwedê

Berê xwe da karkeranDîsa got gelî palan

Got divê ku em rabinBi ser van riyan da bin

1irimpêlkê em bîninVan nexweşan hilînin

Gava Evdo weha gotRabûn ser xwe sê-çar xort

Bi lezîn û bi revêWan berên xwe dane rê

Dîtin ku texsîk spîEw weke ba dipekî

61

Page 62: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

61

Gava gihîştin ser rêDîtin yeka din jî tê

Destên xwe jê re hildanŞofêrî dan rawestan

Yek nêzîk bû jê re gotMe hene çend keç û xort

Ew nexweş in pir giranJi bo xatirê Yezdan

Em wana zûka rakinDa ku em wan xelas kin

Şofêrî ji wan re gotMa ka li ku ne ew xort?

Yekî ji wan bi destaKon nîşanî şofêr da

Bazara texsî kirinSer peran li hev kirin

Paşê ketin riya konÇûn sekinîn li ber kon

Page 63: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Dengê giriyê jinanDîsa diçû asûman

Tew zarok qutifi bûnHemû zer û şîn bûbûn

Evdo gote şofêrîAlî me ke ez gorî

Wan alî hevdu kirinNexweş ji wir rakirin

Yekî baş hilbijartinNexweşan re hinartin

Şofêrî ajot Û çûBer bi Nisêbînê bû

Ew di rê de weke baMîna teyrên li hewa

Wisa xurt û zû diçûRê winda dibû ji dû

Li herdu aliyên rêKevnerêçikên berê

Page 64: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ji rêwiyan ew mişt bûnTev xizanên bi rişk bûn

Hin erebokên hespanHin peya hin bi keran

Ber bi Nisêbîn diçûnBo şekir û kîlok rûn

Lê texsiya nexweşanWeke ba û bageran

Pekî ji wan bihurîHin nexweşan bi girî

Got zû bajo bi qurbanDi me de nema jiyan

Şofêr ajot îcar xurtMakînên din li paş hişt

Zîvirî kete bajêrNexweşan re got bi xêr

Hûn ê hemû xelas binRehet bibin û rabin

Page 65: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ajot ber nexweşxanêNexweşekî got anê

Şofêr çû kete hundirBi dengekî gur bang kir

Got hey bijîjkên zanaRehetkirên însana

Ji bo xatirê XwedêHûn bi lez rabin ser pê

Çend doktorên cilspîZû derketin ber derî

Erebok derxistin derEw nexweş danîne ser

Derencan de hilkişyanNexweş danîne odan

Li ser text dan rûniştinCilên li wan derxistin

Çend şûşên tije dermanAnîn danîne ber wan

65

Page 66: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

66

Milên wan tazî kirinEw hemû derzî kirin

Pere nekir ew dermanNexweş giş dihejiyan

Doktor li wan nihêrîDerzî nake tu perî

Çûn pirtûk li hev xistinDerzek din jê derxistin

Ji bo jehra kuvarkanSerûm berda canê wan

Lê ew nexweşan hê jîWek bê hiş û bê mêjî

Dirêj bûbûn ew bêdengCih li wan baş bûbû teng

Ku demek di nav re çûÊdî çavên wan vebû

Piçkî ser xwe ve hatinHinan ji wan av xwastin

Page 67: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Li wan nêrîn doktoranKu baş dibe rewşa wan

Divê ew avê ji binQurtekê jî venexwin

Yê bi wan re hatibûDît ku rewşa wan baş bû

Îcar wî xwest ku hereLi yên dinê binere

Destûr xwest ji doktoranTembîha wana da wan

Wek bayê derket derêÇû rawesta li ser rê

Li makînê siwar bûTenga zevî peya bû

Berî da kon û lezandJi Xanî helbestek xwand

Helbest li ser kurdan bûSer kurdên perîşan bû

Page 68: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

68

Hîn wî ew helbest dixwendQîj û wîjek pir bi deng

Hat herdu guhên wînaCih de bû mîna dîna

wî gavên xwe ramedanÛ reviya bi bazdan

Çû li ber kon sekinîJi xwe re çi dibînî

Hin zarok diperpitinDeverû ketine jin

Zarokên diperpitînBûbûn wek mirovên dîn

Zer û şîn û kesk dibûnÇavên wan fireh dibûn

Carna jî bi derbkê reWek mirov wan bihêre

Bi xurtî diqîriyanQîrîn diçû asûman

Page 69: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Tew tiştên ku kesnedîwî di zarokan de dî

Ew zarok carina jîDibûn wek darên bejî

Lê tenê diranên xweDiavêtin laşên xwe

Goştikên xwe dibirînLaşê wan tev dibû xwîn

Pîreka Evdo ZergêBerê xwe dida Xwedê

Gazî dikir eshebanHem şêx û hem ewliyan

Lê hal tê de nemabûBi çerm û hestî mabû

Hinarîkên wek sêvanBûbûn wek çermê solan

Birhên wê ên pênûsîBûbûn wek tayên rizî

Page 70: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

70

Gepên wêna kort bûbûLê nema bû poz û rû

Evdo li wê nihêrîGot dê bimre Wellehî

Dû re çû ser zarokanGot bi navê esheban

Ger evên ha xelas binWê mirî hemû rabin

Lê ji xwe wîna bi xweHer dixware laşê xwe

Lêvên wî daliqya bûÇav serî de nemabû

Rûyê wî yê giroverBûbû kesk û mor û zer

Simbêlên wî yên spîEw bûbûne têl têlî

Tê de nemabû jiyanBûbû rengê miriyan

Page 71: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Bi wê rewşê got ZergêZû rabe ji bo Xwedê

Em xwe bighînin bajêrDi me de nemaye xêr

Zergê li wî nihêrîGot te divê tu herî

Tu tim li me wa dikîMala me xera dikî

Evdo ma tu nizanePerê doktor giran e

Evdo got keçê rabeJehr di nav peran da be

Zergê dîs li ber xwe daGot bi navê esheba

Ez ji vir nalebitimGer zanibim bêm kuştin

Dû re bi dilşewatîGot ma Evdo te nedî

71

Page 72: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

71

Behcetkê min ê zîrekPê re nemabû ribek

Bo me silav şandibûJi me pere xwestibû

Dîsa Evdo got keçêZû rabe ji bo Xwedê

Em herin ser doktoranDa em nekevin devan

Bila qet xelk nebêjinEvdo tev zarok û jin

Wan ruh û canê xwe danJi bo mal û bo peran

Hingî Zerga min û teLi erdê bû berate

Herdu çav hatin girtinWê xwe winda kir ji bin

Evdo bang kir got WeysîLawo hûn mane sêwî

Page 73: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Zûka bazde lawê minHûn makînekê bînin

Weysî derket û bazdaDi rê de çû weke ba

Gava ku gihîşt ser rêDît ku wa ye texsîk tê

Herdu destên xwe hildaXwe bi ser rê ve berda

Gava texsî nêzîk bûEw ber bi texsiyê çû

Şofêr got hey lo ehmaqMafê te ne çend şîmaq

Got ma te xêr e wisanXwe davî ber makînan

Weysî got ji bo XwedêDest min diçin bav û dê

Kerema xwe re bajoBerî here ava ro

73

Page 74: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

74

Şofêr tew guh neda wîBi xurtî ajot texsî

Weysî bi dû de bazdaGot lawo ji bo Xweda

Welhasilî da gazêWî Weysî hişt li ser rê

Pir neçû texsîke dinJor de hat xuyakirin

Weysî hêrs bûbû ji xweDa ber çavan canê xwe

Gava texsî hat berêWî xwe avêt orta rê

Dîsa got ji bo XwedêDest min diçin bav û dê

Şofêr lê derî vekirBerê xwe bi wî vekir

Dû re got xêr e qurbanBo çi ye ev kelecan

Page 75: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Weysî çîrok jê re gotDil û ceger li wî sot

Şofêr got siwar bibeRê nîşanî min bide

Texsî serberjêrî bûBi xurtî ber bi kon çû

Dîtin ku ew rebenanKetine rengê dehban

Zergê û çend jinên dinJi xwe ew ber xwe didin

Tew Evdoyê qehremanTê de nemabû jiyan

Weysî got zûka rabinLi texsiyê siwar bin

Dê çi bikin rebenanNikarin rabin piyan

Evdo got rabe ZergêQey ev e bela Xwedê

75

Page 76: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gişan alî hev kirinJin li texsiyê kirin

Şofêr xurt ajot û çûBer bi Nisêbînê bû

Nexweşan hew nihêrînEw gihîştin Nisêbîn

Lê wê rojê ew sûkaJi mezin û biçûka

Bi dev re tije bûbûTev jin û mêr û zarû

Ji ber ku ew roja hanPir xweştir bû ji rojan

Dinya sar bû wê demêLê wê rojê ji germê

Mirov çakêt diavêtTena qutik û atlêt

Hingî zehf xweştir dibûJi ber ku ew roj germ bû

Page 77: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Di wê navê de texsîWeke bazdana tazî

Di sûkê re derbas bûBer bi nexweşxanê çû

Wê sûka bi pir însanHemû ecêbmayî man

Hinan got neyarî yeHinan jî got qeza ye

Lê hin jî ji wana çûnNexweşxanê hazir bûn

Ew nexweşxana hanêKetibû rengê xanê

Yên ku kuvark xwaribûnZêdeyî bîst kesî bûn

Lê ji bilî wana jîHebûn çend kesên din jî

Welhasil ew odenaTIje bûbû ji wana

77

Page 78: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Wê demê ez nanpêj bûmWestiyayî û gêj bûm

Lawikek hate nik minGiriya û gote min

Got xweha te HelîmêHatiye Nisêbînê

Ew lawik dîsa girîMin tişt fêhm nekir ji wî

Min got te xêr e kuroMa ev çi rewş e wilo?

Got apo zûka heydêApo Evdo te divê

Min dîsa jê fêhm nekirMin her nanê xwe vekir

Firina min sor bûbûJi wê qet nediçû dû

Nanê ku pê venijîPir zûka digermijî

Page 79: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Perçak ji wî nanê germ1irşikek xweş jî li cem

Min da bo wî kurê hanwî her got apo eman

wî devê:xwe nedayêBerê xwe jî nedayê

Hingî min zû têderxistMin pêşmala xwe daxist

Min zû bazda û ez çûmRastî Elyê Remo bûm

Got birazî bo XwedêXwe bighîn nexweşxanê

Gava çûm nexweşxanêRast bû bûbû wek xanê

Meşim û ketim hundurXweha min çav li min kir

Bi derbkê re çavên wêHerdu bûn mîna avê

79

Page 80: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

80

Bi dilekî pir şewatHêsir ji çavan dihat

Ku min berê xwe guhertÇavên min li ên din ket

Te digot qey BalfısêRabûye hatiye vê

Biçûk û mezinên wanDigel jin û mêrên wan

Li wir hatibûn ser hevDevên wan ketibûn tev

Tev nezan bûn bê zimanVir de wê de baz didan

Wan doktorên cilspîLiwan nedibûn xwedî

Ez bûbûm wek doktoranDigeriyam li ser wan

Geh min ji wan dipirsîGeh jî min dinivîsî

Page 81: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ji nav rewşa wan gişanTenê rewşa pênc kesan

Zehf xerab û pîs bûbûDi wan de nemabû rû

Ez çûm oda doktoranMin wa bi hêrs gote wan

Min got rabin ev mirinCa hûn li wan binerin

Yek ji nav wan zû rabûBer bi nexweşan ve çû

Bo wan nexweşên giranHerkê derzîk nivîsand

Dû re min ew xewle kirMin pirsa rewşa wan kir

Got weHeez çi bêjimNikarim tiştkî bêjim

Min got doktor bo XwedêBo min rastiyê bibê

81

Page 82: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got ez nizanim kuroRewşa wana a îro

Ew meşiya ji nik minHingî min got giran in

Dîs vegeryam çûm ser wanMin dest da eniya wan

Eniya wan wek ar bûRuh di wan de nemabû

Ji wê odê çûm a dinMin dît hin ber xwe didin

Zû reviyam çûm ser wanDikirin ax û eman

Rûyên wana zer dibûnÇav li wan spî dibûn

Kulmên xwe dişidandinÛdihatin hejandin

Dîsan ji wir derketimSer riya doktor ketim

Page 83: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ez çûm min derî vekirDoktor li min mêze kir

Got xêr e çi ye dîsanHatiyî bikî pirsan?

Min got doktor beg mirinÇend zarok û çend heb jin

Min got zû rabe qurbanBinêre li rewşa wan

Hingî ew rabû ser xwewî rahişt alavên xwe

Em bi hev re meşiyanÇûne ser wan nexweşan

Doktor li wan mêze kirGot rakin Diyarbekir

Kula mezin îcarêBi ser me de hat xwarê

Ji xwe çîroka peranEw bû ya herî giran

Page 84: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Çil rojî kar kiribûnLê pere nestandibûn

Xwediyê pembûyê wanTu pere nedabû wan

Min dît ku tune çareRakima nexweşan re

Hingî ji wir derketimÇûm nik doktorekî din

Bi bergerîn û lavlavMin got me re bibe bav

Min got em qet tuneneBê mal û bê pere ne

Min got ma qe çi dibeMakînekê bidin me

Wana gotin çênabeNîne makîneyên me

Dîsa li ber geriyamMin got ji bona Yezdan

Page 85: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Min kir Û nekir nebûEw doktor jî nerm nebû

wî ne makîne da meNe jî bû xwedî li me

Dîsan paş de vegerîmMin dît ku hin digirîn

Hin ji hişê xwe çûbûnHinek jî raketî bûn

Ji oda herî jêrînDengek hat min bi qêrîn

Bi wî dengî daketimEz çav li Menco ketim

Keça wê a ku li destDi destên wê de,dişkest

Çavên wê beloq dibûBi wê re nedima rû

Rû bûbû wek gîha şînDi nav re dikir qîrîn

85

Page 86: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

86

Meneo berê xwe da minGot qurban mir keça min

Ji bo xatirê XwedêJi doktoran re bibê

Bila werin vê derêBinerin li vê keçê

Min got baş e jinamêEz herim bêjimê

Lê min ê çi bigotaAn ji kê re bigota

Min serê xwe xist ber xweCigarek xist devê xwe

Ez weha bi poşmanîHilkişiyam çûm banî

Apê min Evdo dîsanGot li me diêşe can

Ma ev çi doktorî yeEv çi nexweşxane ye?

Page 87: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Li vê nexweşxana hanNîne ji bil du sûtan

Qaşo ew ên zane nePir dîtî û xwende ne

Jehr têkev xwendina wanGer ev be nêrîna wan

Dibînin ku em dimrinEw li me nafikirin

Min got apo tişt nabeTu bi ser sebrê da be

Got çi tişt nabe kuro!Ma qey ev dibe wilo?

Îcar em derketin derRûyê wî baş bûbû zer

Çû li quncikê rûniştDîsa qutya xwe derxist

Wek rengê esrarkêşaCigarek qalind kêşa

Page 88: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

88

Piştî wê ew verşiyaJê hat ûrîna ziya

Ez gêj bûbûm wê demêBûbûm mîna makînê

Dîsan reviyam hundirMin dît dimrin hûr û gir

Me pere peyda kirinBangî makînan kirin

Ûnexweş siwar kirinJi wê xanê rakirin

Me ew birin MêrdînêDa bidin wana jînê

Doktor zû hatin ser wanWan jî serûm berdan wan

Lê paşê ew winda bûnNizanim bi ku de çûn

Nexweşên me ên giranDi dêv de sist bûn ziman

Page 89: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Bi hejmar deh nexweş bûnYên din hemû rabûbûn

Lê ev deh nexweşanaÇi bêjim bo we zana

Hemû zer û şîn dibûnDimirin û radibûn

Ji bo wê nexweşya wanNe av û ne parîk nan

Diviyabû ew nexwinQet nexwin û venexwin

Ji nav doktoran yekîHat ser wan bi xweşikî

Got ger ku hûn bixwazinDikarin bixwin xwarin

Wê demê hin nexweşanQurtek av û parîk nan

Wan xistin ber dilê xweJi bîr kirin kulên xwe

Page 90: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lê piştî wê xwarinêSerî hilda mirinê

Keçek biçûk çar salîMir li oda wî alî

Weke êşa mir:şkanKet nava wan beşeran

Diketin diperpitînDi wan de nedima jîn

Me dît rewş xerabtir bûHer ku çû girantir bû

Lê êşgiranbûna hanPiştî wê xwarina wan

Xuyabû serî rakirDilê wana perçe kir

Di wê navê de EvdoGazî kir got lo derdo

Paşê serî bilind kirBerê xwe bi min ve kir

Page 91: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got birawo em mirinMe ji vir rakin bibin

Nexweş pirî tirsiyanJi wana çû ruh û can

Gotin ger rewş weha beKesek ji me ranabe

Em fikirîn ponijînKu wê bimre ji wan hîn

Ji bo em wan xelas kinDivabû em zû rakin

Me pirsî bo AnkaraDa em wan bibin wira

Ankara dûr bû ji wirDiviyabû perên pir

Nas û dost û hevalanDixebitîn ji bo wan

Nemaze şoreşgeranJi bo wana didan can

91

Page 92: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Di wê demê hinekanLi wira kirin civan

Got em rakin AmedêDoktor pir baş in li wê

Ji bonî wan nexweşanMe vir de wê de bazdan

Welhasil bi mirîtîMe bar kirin bi xurtî

Du dolmîşên wek agirBerî dan Diyarbekir

Rê de diçûn weke baWek makînên daweta

Gava çûn Siltan ŞêxmûsQudretê tenê got kûz

Paşê deng jê biliyaÊdî hew tevliviya

Lê hîn diçûn pir bi xurtRêwî tev lidû dihişt

Page 93: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Baqî pir bi heyecanBerê xwe da nexweşan

wî xwest ku cara pêşÎBibîne bavê Weysî

Ew ditirsiya heroJi bo apê xwe Evdo

wî pêşÎ dest da ser wîLi dev û çavan nêrî

Dît ku ew hîna dijîDilebitin çavên wî

Paşê dest da QudretêBaş nêrî li çavên wê

Çav bûbûn weke tasanLing bûbûn wek misasan

Baqî got ax mala minWelleh mir dotmama min

Lê nehişt dê-bavê wêBibhîzin mirina wê

93

Page 94: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

94

Mîna ku tunebû tiştEvdilbaqî dîs rûnişt

Ew dolmîşan hîna jîWek kîroşk û wek tajî

Bi tîtîn û bi girînLi dû hev diçerixîn

Ku gihan DiyarbekirEvdo çavên xwe vekir

Bi dengekî ne zelalDu peyv ji dev hatin xwar

Got Evdilbaqiyê minÇawan in zarokên din?

EvdilbaqîgotapoRewşa wan pir baş e lo

Paşê Baqî jê pirsîGot apo qet metirsî

Bi xêr hûn ê tev rabinJi vê rewşê xelas bin

Page 95: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Piştî wan peyvên hanêGihîştin nexweşxanê

Nas û dost û hevalanHemû hatin alî wan

Ew daxistin û birinLi odan dirêj kirin

Qudretê keça xamaDolmîşê de tenê ma

Hin ji wan nexweşnêranDawiyê pê hesiyan

Bihîstin ku QudretêZûde çûye rehmetê

Tenê nexweşên giranBi wêna nehesiyan

Îbram û EvdilbaqîEvdilqadir û Weysî

Herçar lihev rûniştinHin rê ji hev derxistin

95

Page 96: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gotin em vê keçikêFlakin bibin Balfisê

Îbram ji xwe neqandinBi keçikê re şandin

Hersên din bi dilkulîFena sê kesên mirî

Di derî re derbas bûnBer bi nexweşan ve çûn

Dîtin ku nexweşên wanDikin qîrîn û eman

Lê doktorên cilspîÊdî li wan bûn xwedî

Ji bo wê nexweşya wanVir de wê de baz didan

Pirtûk li hev dixistinRê ji hev derdixistin

Wana hîn ew nexweşîNedîtibûn li kesî

Page 97: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gava ku ew vegerînGon lazim e hinek xwîn

Kuvark tev bi jehr bûneXwînê de belav bûne

Ji ber jehra giran eDamar tev riziyane

Loma wana gotin xwînZû bigerin û bibîn

Kula mezin û giranNû ve xwe berda ser wan

Ew ê ji ku bibîninXwîna mirovan bînin

Nexweşnêrên li nik wanXwîn nemabû di giyan

Belkî çar rojên temamNexwaribûn av û nan

Ber vê yekê bûbûn şînSekinîbû don û xwîn

97

Page 98: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Hîn wilo EvdilbaqîLi doktor kire gazî

Doktor rabû çû nik wîGot xêr e çi dixwazî?

Wî got doktor min divêEz ji xwe berdim xwînê

Nemaze bo apê minGer zanibim bimirim

Doktor li wî nihêrîGot hela wê de herî

Xwîna di te de mayeEw hemû ziwa bûye

Wê demê de çend ciwanKom bûn li nik doktoran

Milên xwe rapêçandinTim diçûn û dihatin

Wan digotin me divêXwînê bidin wek avê

Page 99: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Baqî ji wana pirsîGot me qet hûn nenasÎ

Xortan lê vegerandinGon hevalan em şandin

Baqî got heval kî neHûn ji me re şandine?

Xortan gon em şoreşgerYên kar dikin ji bo gel

Hingî Baqî got fermoHûn sed carî bijîn lo

Doktoran ew dan dû xweBirin hundur oda xwe

Qutikên wan jê kirinLi ser text dirêj kirin

Derzî xistin milên wanSerê şexs şûşek xwîn dan

Doktor bi lez û bezanXwe gihand ser nexweşan

99

Page 100: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

LOO

Xwîn tevî serûman kirBerda canê wan ji dil

Hingî ew nexweşên hanBaş bûn piçkî kewiyan

Nexweşxane mişt bûbûTije hûr û gir bûbû

Du birîndarên giranLi oda nêzîkî wan

Ruh ji wan çû û mirinXwedyên wan hatin birin

Belkî pêncî heb mirovTev rebenên ku ne hov

Bi qîrîn digiriyanQîrîn diçû asûman

Nemaze jineke pîrBi wan destên wek hevîr

Ser çavên xwe diqelaştHedan ji Xweda dixwast

Page 101: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Bi dilşewatek giranSitiran davêt ser wan

Zarok û pîrekên dinBi girî û bi him him

Vir de wê de bazdidanWan jî davêtin ser wan

Piştî demek tê re çûEvdo got Zergê çi bû?

Zergê got Welleh nizamHin ji derve digiryan

Evdo got nebe keçêHin ji me bin bo Xwedê

Zergê got dengekî nasNehat guhê min evqas

Hîn welê dipeyivînÇavên Zergê lê livîn

Evdo got keçê xêr îQey tu dikî bimirî?

101

Page 102: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

102.

Deng ji Zergê derneketDiranên wê li hev ket

Evdo dîsa jê pirsîÇi dibe diya Weysî?

Lêvên Zergê çû û hatBi zor du peyv jê derhat

Got Evdo va dimirimLê rewşa Behcetkê min

Dengê dawî ku derketDîs peyivî bo Behcet

Got wî pere xwestibûGotibû bişînin zû

Îcar bû mîna lalanLê aliqî ew ziman

Bi lêvan dipeyivîÇavên wê hew lê livî

Evdo got ax mala minQey mir î bermalya min?

Page 103: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Hêsirên çavên EvdoBû wek çem û weke co

Xwe vir de wê de livandEw serûm ji xwe kişand

Xwest xwe bighîne ZergêCarkê hemêz bike wê

Kir û nekir ranebûÇav serî de fireh bû

Xwe vir de wê de livandTIm kulmên xwe dişidand

Evdilbaqî ket hundirWek xencerkê têxî dil

Kir gazî û kir qîrînHêsirên wî hatin xwîn

Serê xwe da ser EvdoBi qêrîn got lo Xwedo

Paşê serê xwe rakirÇavên Evdo mêze kir

10}

Page 104: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

~°4

Çavên wî jî bûbûn tasLing lê jî bûbûn misas

Tenê herdu lêvên wîMîna ku dipeyivî

Sê-çar caran çû û hatGotin ji dev dernehat

Hingî Baqî reviyaBerê xwe da gundiya

Got gundîno birevinApo û amojin mirin

Gundiyan gon xêr e loMa ew çi rewş e wilo?

Baqî dîs got birevinAp û amojin mirin

Pîrek û xort û zilamGiş bi xurtî reviyan

Hatin ser wan sekinînÊn dilşewat zû girîn

Page 105: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Tenê di wê odê deEvdo û Zergê tê de

Textikên wan li nik hevÛçavên wana ji hev

Qîj û wîjek pir bi dengMirov digot bûye ceng

Wisan li wê deverêLi ser Evdo û Zergê

Ên porên xwe weşandinÊn ku rû qelişandin

Nemaze jî pîrekanPir bêtir digiriyan

Qîj û wîja wan denganLi wê odê olan dan

Baqî got bisekininEm wan zû rakin bibin

Nexweş nemabûn ji binÊn rabûn ên ku mirin

LOS

Page 106: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

106

Çend peyayên rîsipîGuh dane peyvên Baqî

Zûka makîne girtinDi nav xwe de hilgirtin

Ew xistine makînêBerî dane Mêrdînê

Gava nêzîkî gund bûnGundî li pêş wan rabûn

Porê hinek pîrekanBûbûn wek ên lawikan

Gişan reş girêdabûnHêsirên wan dihat xûn

Gava Evdo û ZergêDaxistin danîn erdê

Hingî bi yek derbê reWek mirov wan bihêre

Li ser Zergê û EvdoHêsir bûne weke co

Page 107: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Dirêj kirin yek bi yekDayik bav û hem jî keç

Hersê jî wek hev dirêjPir paqij bûn ne qirêj

Zarokên wan ên hûrikLi wan perçe bûn dilik

Ji girînê çavên wanBûbûn derya hêsiran

Wê hewşa wan a mezinTIje biçûk û mezin

Gundî tev hatibûn wêBerên xwe didan Xwedê

Berî vê bi sê mehanDîsa jî evqas însan

Li wir hatibûn ser hevHeftekê bi roj û şev

Gume-guma defê bûZire-zira zirnê bû

~°7

Page 108: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

108

Lê hingî kêf û henekKincên xweşik ên bi reng

Gişan li xwe kiribûnTIje xort û keçik bûn

Hingî daweta wan bûMenduhê pak zava bû

Dayika zavê ZergêDia dikir ji Xwedê

Digot ev lawê sisyaKu min ew kirin zava

Hertim serê govendêDestmal di destê Zergê

Bi çarpîne bi lîlîEw govend diherikî

Lê şûna wê kêfa hanBûbû axîn û eman

Gundî diçûn dihatinTIm hêsir dirijandin

Page 109: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Ji bonî wan mey tên hanMeytşo kom bûn li ser wan

Ew şuştin bi fatîhanDia kirin ji bo wan

Paşê ew kefen kirinHer çaran yek rakirin

Nîvê gund dane dû wanKetin riya goristan

Bi hev re ew veşartinVegeriyan û hatin

Zarokên Evdo ên hûrWan dikirin zûre-zûr

Bi ser hev de digiryanWan re namabû jiyan

Lê nemaze AydinkêHertim digot dayikê

Tu min jî bibe ba xweMin têxe hemêza xwe

109

Page 110: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

110

Ji kekê xwe ê mezinWeysî re dikir gazin

Weysiyê wek zinarkîBûbû wek darikekî

Xwîna wî sekinî bûReş û zer û şîn bûbû

Wî ji bilî cigarêTIştek nedavêt xwarê

Ew roj di ser wan re çûGundî hemû belav bû

Wê şevê ta bi derengJi Weysî derneket deng

wî zor dabû cigarêDifikirî bo malê

Di gumanan de pir çûGot gelo axa çi bû?

Malik li me şewitîMe ev axa qet nedî

Page 111: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Wî ne mafê me da meNe xuya bû li nav me

Weysî sê caran got axVê feleka malkambax

Eger em tev mirov inQey hin reben hin hov in?

Hin xwedî zevî û erdHin jî xwedî kul û derd

Hin dimirin bi malîHin kêf dikin sed carî

Piştî wan peyvên hanêWeysî bû wek hêlkanê

Pirça wî li wî gij bûÇ~vên serî lê gir bû

Xwêdan li ser bû zîpikHerikî ta binê ling

Wê şevê bi wî halîJê re nebû debarî

III

Page 112: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

111

Bi hêrsbûn Û bi fikirwî ew şeva derbas kir

Ew xwedî dost û nas bûnHemû pê hesiyabûn

Gava ku bilind bû roHatin şîniyên Evdo

Ji dorhêlên DêrikêZarên ap û metikê

Ji Nisêbîn û BatmanHatin pismam û dotmam

Diyarbekir û WêranşarJê hatin dost û heval

Welhasil ji wan deranDost hemû lê vehewyan

Şîna wana mehekêDom kir li ser wê xakê

Nêviyê gund ê bêtirHîn neguhertibûn cil

Page 113: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Lê ji xwe heçên zilamDirêj bûbûn rihên wan

Li nav gundê BalfisêGişan digon mêrê çê

Ew tu caran pir najînLi vê dinya derewîn

Lawê Evdo ê leşkerWilo li wir mabû kerr

Wî name li ser namêDişandin boyî malê

Lê ji malê tu kesîNedida bersiva wî

Ji ber vê yekê ew kurDihizirî pir ji dil

Digot ger ev sax bûnaWê bersiv bişandina

Nama wî a dawî hatWeysiyî bersiv hinart

Page 114: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got keko em kar dikinBi malî çûk û mezin

Em çûne NisêbînêKar dikin li gundê wê

Em ê îsal pir peranBidin hev bi hezaran

Bi xêr piştî mehek dinTê xelas kî werî gund

Em ê bi wan perên hanXwe re bikirin deh ban

Bi kirîn û firotinEm ê kare kê bikin

Piştî name xelas kirCanê wî bû wek agir

Bêî hemd hêsirên wîRijiya ser nama wî

Wî ew name wisa şandPir neçû Behcet stand

Page 115: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Gava ku Behcet vekirHêviyên wî bûne gir

Piştî wê nameya hanBehcet bû wek mirovan

Dikenî û kêf dikirwî her digot pir şikir

Berê tim difikirîBi îskîn û bi girî

Wî tu name nedistandLê wî her name dişand

Wextê Behcet bi kêfiDerbas dibû li wî cî

Rojin ser de derbas bûLeşkerya wî xelas bû

Ew dûr bû li QibrisêPirî dûrî Balfisê

Kinc mincên xwe dane hevTev hevalên xwe bi şev

lIS

Page 116: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

116

Li cîkî vehewiyanKêf kirin wek mirovan

Paşê kete makînêBerê xwe da Mêrdînê

Rojekê û du şevaEw bi Mêrdîn ve giha

Behçet rahişt çentê xweBerê xwe da gundê xwe

Berî berbanga sibêBehcet gihîşt Balfısê

Di nav gund re derbas bûBer bi mala xwe ve çû

Çû ber derî sekinîJi kêfan tim dikenî

Bi xurtî wa bê sebirWî bangî diya xwe kir

Çû ber pacê sekinîLi pacê kir teqînî

Page 117: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Got lê dayê derî vekEz im kurê te Behcet

Hingî zar û zêçên hûrSer hev de kirin zûr-zûr

Weysî got Helîm rabeNe Behcetê bira be?

Behcet got belê ez imDe hûn hebkî bilezin

Hesen lawê deh salîHingî rabû ber derî

Behcet re derî vekirDû re hêsir paqij kir

Behcet got çi bû ye kur?Ûbi êrîş çû hundur

Bavo ew çi bibîneSê heb di mal de nîne

Hingî Behcet kir qîrînHêsirên wî hatin xwîn.

1979-1981

117

Page 118: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

<+ Bûka Evdo, pîreka Weysî, Helîmê, ku xwişka min a mezinbû, di sala 1989an de gava mîna berbû ji Qiziltepeyê diçin Di-yarbekirê, otomobîlên wan li Siltan Şêxmûsê radiwestin û berbûbêhna xwe berdidin. Di wê navê re keçika wê ya biçûk ku çarsalî bû diçe ser rê. Gava diya wê dibîne ku ji jor de otobusek tê,bi xar baz dide ser rê da ku keçika xwe xelas bike, lê otobus liherdiwan jî diqelibe û herdu jî dimirin.

<+ Kurê Evdo, Weysî, di dema destpêka avabûna partiya HEPêde serokê HEPê yê Mêrdînê bû. Ew niha sekreterê KomeleyaMafên Mirovan yê şaxê Mêrdînê ye û di YSEê de karmend e. Jinû ve zewicî ye û mala wî li bajarê Mêrdînê ye.

... Keça Weysî, Fedîla, niha di ser bîstî re ye. Ji ber jehra kuvar-kan stûyê wê xwar bûye. Ew li ba bavê xwe, li Mêrdînê dimîne.

<+ Kurê Evdo, Hesen, niha komûtanekî gerîla ye. Li ku ye, saxe, mirî ye, nayê zanîn.

Page 119: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

.:. Kurê Evdo, Menduh, ji ber xebatên siyasî niha ji muebedê li

Trabzonê di girtîgehê de ye.

+:+ Kurê Evdo, Aydin, ku ji ber biçûkbûna xwe di çîrokê de bi

navê" Aydinkê" dibuhure, niha zewizî ye û mala wî li Mêrdînê

ye.

+:+ Kurê Evdo, Behcet, mala wî li Manîsayê ye. Li gora agahda-

riyên ku gihîştine min ew niha di girtîgehê de ye.

+:+ Pismamê Evdo, Evdilbaqî, ji ber xebatên xwe yên siyasî

mehkûm e.

+:+ Gundê Balfisê, ku li jêrî Dêrika Çiyayê Mazî ye, van salên

dawiyê ji aliyê dewletê ve gelek tade û neheqî dîtiye. Gundî di îş-

kenceyên nedîtî re derbas bûne, iê belê rûmeta xwe parastine û

ra nehiştine sîlehên dewletê.

12.0

Page 120: :Firat Cewerî - bnk.institutkurde.orgbnk.institutkurde.org/images/pdf/MUYVF2PK4D.pdf · Ne xwende bû lê zana Evdo pesnê wê dida Digot şikir ji Xweda Ku ev jina daye min Ez kirime

Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyere-

ke rastî hatiye hûnandin. Min di sala 1979an

de li welêt dest bi nivîsandina vê çîrokê kir û

ew di sala 1981ê de li Swêdê xelas kir. Min

heta niha ev çîroka ha li tu derê çap û belav

nekiriye, Lêmin ew mîna rohniya çavên xwe

parastiye. Ji ber ku ez yek ji şahidê trajediya

gernasên çîrokê me, her ku min ev çîrok

xwendiye dilê min ewçend perçe bûye, ez

ewçend li ber wan ketime û bîranînên salên

buhurî di serê min de ewçend zindî bûne. Ji

xwe armanca min bi çapkirina vê çîrokê ew e

ku cr. gernasên vê çîrokê di bîranînan de zin-

dî bihêlim û rewşa karkerên welêt ya kambax

raxim ber çavan.

Bêguman, ger min îro ev çîrok binivîsanda,

min ê ew bi celebekî din, bi uslûbeke din a

edebî, bi nêrîn û felsefeyeke din binivîsanda, lê

cr. bawer nakim ku cr. ê evqasî realîst nêzîkî

mijarê bibûma û dîsan bawer nakim ku min ê

bikarîba zimanekî weha zindî û hêsan bi kar

bianiya.

Firat Cewerî